top of page

Bernameyên Kurdî 8

Di vê dawêyê de gelek bernameyên baş ên kurdî hatine çêkirin. Lê gelek kurd hay ji van bernameyan tinne. Ka werin em tev ji van 8 heban binêrin.


1-Kafe Kemîn (Waar Tv)


Kafe Kemîn ji hela rojnameger, pêşkêşvan Mehdî Mûtlû ve bo kanala çand û hunerî Waar Tv hatiye amade kirin. Kafe Kemîn yekemîn bernameya henekaye ku bi her aliyê ve kurdî ye.

Kafe Kemîn Beşa 1

Kafe Kemîn wek ku navê wê de jî diyare kemîneke veşartî ye. Bernameyê de di kafeyeke bijartî de kamera tên veşartin. Kesên bi heval û hogirên xwe re tên kafeyê dikevin kemînê.


Mehdî Mûtlû û tîma wî beriya kêşanan kesekî bo kemînê hildijbêrin û bi alîkariya heval û hogirên wan dizîka ve hemû agahiyên derbarî wî/wê de tov dikin. Kesên bo kemînê hatine bijartin bi rêya heval û hogirên xwe ên dizîka ve pişta bernameyê dikin ve tên kafeyê. Di kafeye de Senyor, kesê ku bo ewnên ketine kemînê bitirsîne dilîze, bi roleke efsûnî beşdarvana ditîrsîne.


Bernameyê de pirs jî tên kirin û ji bo bersivên rast pere tê dayin.


Pêşkêşvan: Mehdî Mutlu


2-Portreyên Veşartî (Botan Inernational)


Portreyên Veşartî ji hûla rojnameger Ekrem Yildiz ve tê amade kirin. Bername balê dikişîne li ser jiyana kesayetên bo çand, huner û wêjeya kurdî xebatîne. Lê di bernameyê de kesayetên kurd nîn in jî hene.


Taybetmendiya bernameyê ewe ku trajediya kurdbûnê bi mînakên dîroka kurdî û bi awayekî hestiyar nişan dide.


Pêşkêşvan: Ekrem Yildiz


3-Çinar (Waar Tv)


Bernameya Çinar ji hela kanala Waar Tv hatiye amade kirin. Her beşek jiyana mezinekî civata kurdan bi peyvên wan tîne li ser ekran. Bernameyê de kal û pîrên temenê wan mezin û heta niha gelek başî û nebaşiyê jiyanê ditîne serpêhatiyê xwe tînin ziman. Di bernameyê de mûzîk wisa baş tê xebitandin ku tevî gotinên Çinaran re mirov gelek hestiyar dibe.

8 Bernameyên Kurdî

Taybetmediya bernamê ewe ku kesayetên me yên gelek feqîrî, êş û elemên jiyanî kişandine û hêjî gelemperî jiyaneke kurdane temsîl dikin bi hest, raman, cerribandin û pêniyarên xwe derdikevin hemberî me.


Mirov dibêje qey ev çensed salin me ew jibîrkiri bûn, îro ji nû ve tên bîra me.



4-Serhed (Pel Fîlm)


Ev bername ji hêla Pel Fîlm ve tê amade kirin. Bernama Serhed’ê de pêşkêşvan Naciye Caner li gundê bajarên Serhedê digere û gundiya re diaxive. Bername bi rêya kamerayê me dibe gundên Îdir, Qers, Agirî, Mûş, Erzirom û Erdexanê û tevî jiyana kurdên wan deran dike.

Pel Fîlm Bernameya Serhed

Taybetmendiya bernameya Serhedê ew e ku aliyekî rewşa asimilasyona gele me nişan dide, aliye din ve jî bi zimanê kurdî nêzîkî wan dibe. Kurdên heya niha amûrên teknolojik û weşanên tilevîzyonan di destê serdestan de dîtine hişyar dibin ku kurd jî dikarin van tiştan bikin û pêşketin ne girêdayî tirkbûnê ye.


Pêşkêşvan: Naciye Caner


5-Çîrokbêj (Pel Fîlm)


Ayhan Erkmen nivîskar û çîrokbêjekî qedr bilind û kedkar e. Ji bo zimanê kurdî bernameya amade dike û li ser kanala xwe ya youtubeê qeydên dengbêjiyê parve dike. Erkmen ji aliyekî ve çanda çîrokbêjî aliye din ve jî çanda dengbêjiyê diparêze bi hewldanên xwe.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen

Ayhan Erkmen bi hevkariya Pel Fîlm, li ser kanala Pel Fîlm a li youtubê çîrokên xwe ên derbarê kesayetên kurd bi performanseke baş vedibêje. Çîrokên Erkmen êşa kesayetên çar perçeyên kurdistanê dihewîne. Bi taybetî jî Êzîdîyên me yên koçî Ermenîstanê kirine.


Pêşkêşvan: Ayhan Erken


6-Diwanên Sînematîk (Botan International)


Dîwanên Sînematîk bernameyeke dine ku Ekrem Yildiz amade dike. Ev bername jî wek Portreyên Veşartî li ser kanala Botan Înternatîonalê tê weşandin.

Dîwanên Sînematîk

Ne tenê bo sînemahezan bo kesên dixwazin derbarê pêşveçûna çand û hunera kurdan agahiya werbigirin bernameyeke taybete Dîwanên Sînematîk. Ekrem Yildiz her beşê de kesayetekî kurd ê mijara sînemayê/ sînemaya kurdî de xebatan dike wek mêhvan tîne li ser ekrana û derbarê pêvajoya destpê kirin û pêşveçûna wê de pirsa jê dike.


Pêşkêşvan: Ekrem Yildiz


7- Kurdish Talent (Waar Tv)


Di gelek programên deng ên ji hêla serdestan ve tên çêkirin de em dibînin bi hemû zimanî stran tên gotin lê kurdî qedexeye. Stranbêjên kurd diçin wan bernameya û bi zimanê serdestan stranên wan dibêjin, wan mest dikin lê wexta dixwazên bi zimanê kurdî stranekî bêjin rûyê hemû kesî tirş dibe. Di dilê xwe de dibêjin îcar ev ji ku derket!

Kurdish Talent

Kurdish Talenta ku bernameya pêşbaziya denge ji hêla kurdan ve û bi kurdî tê amade kirin valahiya vê yekê bo kurdan tijî dike. Kurdên çar perçeyên kurdistanê beşdarî bernameyê dibin û bi zaravayên soranî, kurmancî, hewramî stranan dibêjin. Kêmasiya bernameyê ew e ku heta niha heft xelek hatiye weşandin lê bi zaravayê kirmancî/dimillî stran nehatiye gotin. Heviya me ew e zaravayê zazakî jî li wir were temsîl kirin.


Kurdish Talent li Başûrê Kurdistanê û ji hêla Waar Tv tê amade kirin.



8- Gera Welat (Kurdşop)


Gera Welat di youtubeê de li ser kanala Kurdşopê û bi pêşkêşvaniya Keremo ve tê weşan. Keremo bajarên welêt ên wek Meletî, Sewas, Çewlîg, Erdexan û Erzirom digere û gelê me yê kurd re diaxive. Em careke din bi rêya bernameya Gera Welat derfet dibînin ku derbarê rewşa bajarên kurdan de agahiya werbigirin, dîmenên zêrîn temaşe bikin.

Gera Welat Erzirom

Ji bo kesên dixwazin derbarê rewşa dawî ya welêt de tiştan hîn bibin bernameyeke baş e.


Pêşkêşvan: Keremo


Comments


bottom of page