top of page

Anatomî Çi Dinêre?


 

Peyvika anatomî li Grekî bi hatina peyvikên jêkirin û derxistin ba hev tê derîn. Ji ber vê wateya anatomîyê jêkirin û derxistina tiştan e.

Anatomî zanyarîyeke li zanîngehan de tê xwendin e. Lê belê ne tenê eve. Xwendekarên anatomîyê dibînin piştî vê derbarê organ û parçeyên laşê candaran de dibin zanyar. Ji ber vê nexweşxane, nexweşxanok û laboratiwara de dixebitin.

Mijarên Anatomîye Çine?

  • Betan û sîstema betana

  • Hestî û sîstema hestîyan

  • Masûlke û sîstema masûlkeya

  • Sîstema hezmê

  • Sîstema bîhngirtînê (hilmijê)

  • Sîstema dil û demar

  • Sîstema valakirinê

  • Sîstema endokrîn

  • Kirkirik

  • Lebatên sehekî

Zanyarîya anatomîyê, li ser qilfetên candar lê hatine çêkirin û rewşa van qilfeta ya li bedena candaran li gorî hev, dixebite û lêkolîn dike. Tişten ku anatomî li ser disekine herî girîng kîjan organ li kûdera laşê mirov de cih digre, kîjan tesîr li ser malzar, organ, vehûn û sîstema çawa guherîn dike ye.

Bijîşk û Pisporên Anatomîyê Çi Dikin?


-Piştî perwerdeya xwe dikarin li zanîngeha bibin hînker.

-Zanistê anatomîyê li ser kelaxa fîksasyon dikin. Ango parçeyên kelaxan dixin nav bişêvkan û veguherîna pêk tê bi hûrbîna lêkolîn dikin.

-Di nexweşxaneyan de wek gelek bijîşkên din dikarin bibin rêveber.

Zanyarîya anatomîyê li binê xwe de vediqete gelek çiqilî. Herî serî de anatomî vediqete du hev çiqilî de. Yek li van, li ser heyvanan dixebite û ya din li ser şenkatîyê dixebite. A ku li ser heyvanan dixebite re dibêjin zootomî û ya li ser şênkatîyê dixebite, jê re dibêjin fîtonomî. Li nav van de a di nexweşxaneya ser mirovan de dixebite re jî dibêjin anatomîya tibbî. Çiqilên Binî Ên Anatomîyê Çî Ne?

1. Anatomîya Topoxrafîk: Anatomîya topoxrafîk bastûrên laşê mirov li gorî cîhê lê de lêkolîn dike, topoxrafîya kerî yên laşê mirov re dixebite. 2. Anatomîya Sîstematîk: Anatomîya sîstematîk bastûrên laşê mirov li gorî sîstemên bi organa hatîye çêkirin lêkolîn dike. Sîstemên mîna hilmij, valakirin û betan. 3. Anatomîya Berhevkî: Anatomîya berhevkî qilafet û organên laşê mirovan û yên heyvanan tîne berhev. Armanca anatomîya berhevkî anatomîya mirovan baştir were zanîne. Zêdetir ji bo perwerdeya xwendekarên bijîşkên beytaran tê xebat. 4. Anatomîya Nexweşxanok: Ev çiqilê anatomîyê li nexweşxanokan de êşnasî û başkirina nexweşîyên organ û qilafetên laşê mirova re dişixule. 5. Anatomîya Radyolojîk: Anatomîya radyolojîk li ser bastûr û organên mirova û pêwendiyên nav van de bi xebata radyografîyê lêkolîn dike. 6. Nuroanatomî: Çiqilê anatomîyê yê derbarê betana de lêkolîn dike. 7. Anatomîya Gihaştin: Embrîyolojî 8. Anatomîya Mîkroskobîk: Hîstolojî 9. Anatomîya Patolojîk: Anatomopatolojî Peyvik: Bastûr: mînak, bastûra ziman. Bi Tirkî ‘yapı’. Berhevkî: mirov du hev anjî zêdetir tiştan bîne ba hev û li gorî yekî ên din vekolîne re dibêjîn berhevkî. Betan: goştê tenik. Bi Tirkî jê re dibêjin “sinir”. Çiqil: parçeyên dara, çeq. Grekî: Yewnanî. Hûrbîn: aleta mirov gava li ser tiştên pir hûrik vedikole dixebitîne, mîkroskop. Kelax: mirovên ne candar û nehatine gorrkirin. Anatomîst bi taybetî li ser kelaxan dixebitin. Kirkirik: tiştên navbera hestî û kabikan de hene. Çêkirine guhên mirova kirkirik e. Lebatên Sehekî: guh, poz, çav, ziman û post. Malzar: pirtikên candar ên herî piçûk, hucre. Şênkatî: giya, keskatî. Vehûn: komên hucreyên dişibin hev û tevayî ji bo karekî dişixulin.

 

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page