top of page

Apê Osman Dibêje; Zîndana Amedê û Mehkemeya Uzer Axa


Osman Sebrî, Bîranîn

Eger ez ne şaş bim, em di 12ê gulanê de gîhabûn zîndana Diyarbekirê. Çar rojan em di nezarete de hiştin û di şanzdehê hizêranê de hikim kirin, xuyaye em mehekê serbest di nava girtiyan de mane. Hîngê ez gundîyekî çavgirtî bûm. Yekî çavekirî di vê mehê de dikarî gelek milaheze bistîne. Lê eqilê min yê ne pijî hîngê kêseke zor mezin ji min bir. Dema em gîhan Diyarbekirê bi qasî panzde rojan mehkeme ji xebatê sekinî bû.


Di serê meha hizêranê de dest bi xebatê kir. Her roj hikmine ecêb û sitemkar didan. Ji wan, du mehkeme ewçend dûrî heqiyê bûn ku heya niha ji bîra min neçûne. Ji van yek mehkema Cemîlê çeto, yek jî ya Uzêr axayê Silopî ye. Ez bawerim ku ev herdu mehkeme hêjayî nivîsandinê ne. Hêja bûna van herdu mehkeman ne ji ber bilindiya caha wan kesan;lê belê ji ber xeribiya hikmê ku hatiye dayîn. Gava em ji xwendevanan re çêla van herdu mehkeman bikin, dê bizanin ka Tirkan çilo Kurd mehkeme dikirin. Çîrroka ku pê Uzêr axa dane mehkemê ev e:” Sala 1919an qaymeqamê Cizîra Botan raporek şandiye Anqerê ku (Uzêr axa yê Silopî, biraziyê wî Mihemed, Evdilkerîm Mela Sadiq, apê wî .......Xulamê wî Zekî digel şeş peyayên xwe bi zabite îngilîzan yê li Musilê re bi nameyan dane û sitandine). Li ser vê gotina wî ne delîl û ne jî şahid hene. Hîngê hikûmeta Anqerê tu qîmet ne da bû wê raporê. Ew qaymeqam li Cizîrê çû bû, yê li pêwî jî çû bû, yê sisiyan, di sala 1926an de ji van mirovan xeyidî bû. Di nava dosiya wan de sûretê wê raporê derxisti bû û digel zebtekê ew pê şandi bûn mehkema îstîqlalê. Ji van yanzdehan sê kes ku peyayên Uzêr axa bûn, berî çar salan bi tuhmeta kuştina mêrekî ketibûn zîndana Sêrtê û bi deh salan mehkûm bûbûn. Herçî Zekî, peyayê Evdilkerîm mela Sadiq di sala 1926an de û 16 salî bû. Zekî bi dilekî xurt gote serekê mehkemê: ”Ezbenî, her wekî ji nifûsa min xuyaye û rapora diktorê hikûmetê jî qeyda nifûsê raste dibîne, gava qaymeqam rapora xwe nivîsîye ez neh salî bûme. Ma gelo, bicûkekî neh salî dikare bi siyasetê mijûl be û bi dewletên biyanî re bide û bistîne”?. Li pêş vê gotina ku mirovekî xwedî wîcdan nikare tiştekî bêje, serekê mehkema îstîqlalê hey kirê û dengê wî da birrîn. Xuya bû serek ne dixwest qaymeqamê Tirk derewîn derkeve. Dema hikim da Zekî digel heşt mirovan bi îdam hikim bûbû. Lê ji ber ku emrê wî biçûk bû jê re daxist panzde salan. Hersê peyayên Uzêr axa ku li zîndana Sêrtê bûn û nediyar hikim bûbûn li Sêrtê hatine darvekirin. Heşt mirov bê şahid û îsbat tenê li ser rapora qaymeqamekî hatin kuştin! Sisiyan ji wan nedizanîn ku mehkema wan li Diyarbekirê dibe, rojekê têlxiraf çû Sêrtê ku îdam bûne, bê gotin bi darvekirin! Ev bû yek ji herdu mehkemeyên ku min gelekî dererê dîti bûn.


Çavkanî: Bîranînên mamoste Osman Sebrî (1905-1993)

0 comments

Comments


bottom of page