top of page

Atî (Epîlepsî)


Atî (Epîlepsî)

Di ferhenga kurdî de ji bo epîlepsiyê gelek peyv hene. Di vê nivîsê de em ê peyva “atî” bikarbînin ku di ferhenga Zana Ferqînî de jî ji bo epîlepsiyê hatiye xebitandin.


Li gor ferhengên kurdî Atî-Epîlepsî

Bi atiyê ketin- Krîzên epîlepsiyê ye


Epîlepsî nexweşiyeke norolojîk e. Nexweşî xwe bi xirabûya fonksiyonên mêjî ên demên kurt dikişînin û bi atiyê ketinê ve dide der. Epîlepsî ji ber gelek sedeman derdikeve û nexweşiyeke dubareker e. Mirov nikare sedemeke taybet bo epîlepsiyê diyar bike. Nexweş di demên ketober de ji atiyê dikevin.


Nexweşî di jin û mera de wekhev tê dîtin. Li gor sedemên derketinê wiha dihê veqetandin:

  • Îdiyopatîk: Sedemên wê yên bingehîn nayê zanîn.

  • Semptomatîk: Sedemên wê dihê zanîn.

  • Krîptojenîk


Epîlepsî ango nexweşiya atiyê di girseyeke noronê mêjî de ji ber derasayî aktîvîteyên elektrîkî çê dibe. Di vê rewşa dibe sedem ku mirov ji atiyê bikeve de fonksiyonên mêjî ji bo demeke kurt xiradibin. Ji ber vê mirov dem abi atiyê dikevin nikarin laşe xwe kontrol bikin û dibe ku ji ser hişê biçin.


Pêvajoya bi atiyê ketin nêzîkî 30 saniye-2 deqeyan de dikişine. Piştî vê deme xwe bi xwe ji holê radibe. Hin cûreyan de ev pêvajo ji 5 deqeyan zêdetir dikişîne û di vê rewşê de divê hûn alîkarî bixwazin.


Herçiqas bi atiyê ketin di çarçoveyeke fireh de bi cih bin jî di bingehê de wek parsiyel û jeneralîze vediqetin du beşan. Bi atiyê ketinên parsiyel di beşeke mêjî ye sînordar de destpê dikin. Yên jeneralîze jî di mêjî de berbelav destpê dikin.


Herwiha semptomên epîlepsiyê jî li gor van cûreyan ciyawaz dibin.


Di nav vexuyanên atiyê de yên herî zêde tên xuyan windabûna bîrê, ji xwe ve çûyin, lerizîn, ji ser hişê xwe çûyin, berdana mîzê û kontrol nebûna lebitandinê hene. Ji xeynî vana di pêvajoya bi atiyê ketinê de dibe ku mirov bêhalîtî, ji bêhna re hesasî û metelîtiyê bijîn.


Cûreyên Epîlepsiyê Ên Herî Zêde Dihên Xuyan

  • Atiyên Jenerlîze

  • Atiyên Parsiyel

  • Atiyên Kompleks Parsiyel

  • Atiyên Absans


Di cûreyên atiyê de, yên jeneralîze de hemû aktîvîteyên mêjî ji carekî ve xiradibin. Bi gelemperî şiûr winda dibe, nexweş dikeve û hemû derên laşê wî/wê de firikîn çê dibe. Di atiyên parsiyel de tenê di beşeke mêjî de aktvîteya atiyê diqewime. Ji ber vê bi gelemperê di lebatekî de firikîn çê dibe.


Di atiyên kompleks parsiyel de jî mirov ji ser hişê diçin lê firikîn tenê ji beşeke laş ve sînordar dimîne. Bi gelemperî di destan de livînên otomatik û dubareker tên xuyan. Cureya absans di zarokan de tê xuyan û vexuyana wan bi giştî gutbûn (xêrevebûn) e.


Ji ber ku epîlepsî xirabûyina fonksiyonên mêjî ye li gor beşên di mêjî de bandordar dibin semptomên ciyawaz dibin. Hin vexuyanên wê wiha ne:

  • Di laş de firikînên ji nişkave

  • Windabûna şiûrê (ji ser hişê xwe ve çûn)

  • Di mil û piyan de livînên nayên kontrol kirin

  • Bi awayekî bilez hejandina serî

  • Ji bo demeke kurt nebersivandina deng û axaftina

  • Bilez çavniqandin

  • Ji xaleke westar nêrîn

  • Tirs anjî deja vû


Di Dema Bi Atiyê Ketinê De Divê Çi Bê Kirin?

  • Beriya her tiştî aram bin û ji bo bikaribe bêhnvede serê nexweş vegerînin û li ser kêlekê dayînin.

  • Vekirina devê nexweş re nekevin û teqez tiştekî nexin deve wî/wê.

  • Di dema bi atiyê ketinê de li der û dorê tiştên ku ziyan bidin nexweş hebe ji holê rakin.

  • Ger ku pêsîra wê/wî zexm be ji bo baştir bikaribe bêhna xwe vede hinekî fireh bikin.

  • Heta bi atiyê ketin xilas bû ji wir veneqetin û li ba wê/wî bisekinin.

  • Ku nexweş derman bikarbîne dema hûn çûn ba bijîşk ji wê/wî re qala dermanên nexweş bikin û agahî bidin.

  • Di dema kirîzê de tevgerên kesên hawirdora nexweş girîng in. Divê kesên li hawirdorê ji tiştên ziyan bide nexweş paş ve bisekinin.


Di Derbarê Epîlepsiyê De Xeletiyên Rast Dihên Zanîn


Xeletî: Her kesên ku bi atiyê dikevin nexweşên epîlepsiyê ne.

Rastî: Divê mirov bi atiyê ketinê û epîlepsiyê ji hev veqetîne. Kesên ku tenê carekî bi atiyê ketine nabin nexweşê atiyê.

Xeletî: Ger ku mirov bi kesên ji atiyê ketine tiştên wek pîvaz û kolonya ên bêhna wan tûj bide bêhnkirin ew çax dê bi atiyê ketine xilas be.

Rastî: tiştên wek kolonya û pîvaz ku bêhna wan tûj e div ê mijarê de bi kêr nîn in. Heta dibe ku ev tişt nehêlên nexweş baştir bêhn hildin.

Xeletî: jinên epîlepsiya wan hene ducanî namînin û nikarin zarokên tenduristiya wan baş çê bikin.

Rastî: Epîlepsî li ser kanîna ducanîmayinê a jina bandor nake. Li ser gihaştina zarokan jî xwedî bandoreke biçûk e. ger ku dê dermanên antîepîleptîk bikarbîne derketina rîska zikmakî navbera %2-%10an de birêvediçe. Lê belê bi şopadina pisporên norolojî û zayinê ev rîsk kêm dibe, şansê başbûna tenduristiya dergûşê zêde dibe.

Xeletî: Epîlepsî nexweşiyeke hişî ye û kesên epîlepsiya wan hene wek kesên din zîrek nîn in.

Rastî: Epîlepsî nexweşieyek hişî nîn e û kesên nexweş jî wek kesên asayî zîrek in.

Xeletî: Di zarokên kesên epîlepsiya wan hene de jî epîlepsî derdikeve.

Rastî: di nêzîkî 100 kean 2 heban de, di seranserê jiyanê de xalekî de epîlepsî çê dibe. Ger k udi bav de epîlepsî hebe ev rîsk hinekî zêde dibe. Epîlepsîya dê hebe rîsk ji %5î kêmtir dimîne. Ku him dê û him jî bav de epîlepsî hebe ew çax hinekî din rîsk zêde dibe. Zêdetirê zarokan epîlepsiyê ji dê û bavên xwe hilnadin. Lê bele hin cûreyên epîlepsiyê di zarokan de rîska çêbûna epîlepsiyê zêde dikin.

Xeletî: Di demên bi atiyê ketinê de dibe ku nexweş zimanê xwe daqurtînin anjî bixeniqin.

Rastî: Daqurtandina ziman bi awayekî fîzîkî bêderfet e. Dem abi atiyê ketinê de tiştê herî nebaş ku bê serê mirova ji ber bêhemd firikîna masûlkeyên çeneyê gezkirina ziman e.


Werger: Umît Tûnç

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page