top of page

Aî/Dîyet


Aîdîyeta Ziman

Hin kesan gotîye mirov çiqas peyv bizanibe evqas dikare bifikire, xeyalan bike, ez wînî hinek zêde dikim û dibêjim mirov çiqas peyv, ziman bizanibe evqas dijî. Gelo ev tişta çawa dibe? Dema ku em ê behsa tiştekî, kesekî, hîsekî bikin em çiqas peyv bizanibin em dikarin zêdetir li ser wê/wî kise bikin. Lê jiyîn li ku dera wî de ye ? Jiyîn her dem di nav mêjiyê mirov de ne, em ger bixwazin pêşdarîyekî xurt çêkin ji me re peyv û ziman lazime. Mêjî bixwe bi peyvan dijî , jiyan ça bi mejî ve girêdayî be mêjî jî bi peyvan re girêdayî ye. Di encamê da em dikarin bêjin ku kê/kî zêdetir ziman û peyv bizanibe ew kes yên din zêdetir dijî. Ev gotin tenê fikrekî xave. Jiyan xweşe lê jiyanekî çawa? Êmrekî dirêj nay wateya jiyaneke xweş. Me got ji bo jiyanekî zêdetir derkeve holê ziman girînge, de îcar werin em bifikirin ku jiyanekî bi aliyê ziman ve bextewar û tenduristî çawa dibe?


Ez dibêjim ku hewceye em li ser aîdiyeta ziman bifikirin û biaxivin Lê yên bê ziman gelo çawa dijîn? Gelo aîdîyeta ziman tinebe mirov bê ziman nabîne? Aîdîyeta ziman tinebe mirov çawa dijî?


Di derûnasîyê de aîdîyet cihekî girîng digre. Heger pirsgirêka aîdîyet di yekî de hebe ew kes wek nexweşekî tê qebul kirin û wî kesayetî de pisgirêkên mezin derdikeve holê. Aîdînebûn bi xwe ve anksîyete û depresyonê jî dîne. Dema ku mirov li ser aîdîyet lêkolin dike dibîne ku li ser aîdiyeta çand, welêt, mal,kar hwd. xebat hatine kirin û ziman ji bo girtina aidîyetê rêyek girîng hatîye qebûl kirin. Ziman ji bo aîdîyeta çand, hûner… girînge lê ez dibêjim aîdîyeta herî girîng di ziman bixwe de heye. Ev pirsgirêka di zaroktiyê de derdikeve holê yanî wek hûn jî zanin watedarkirina jiyan di zaroktîyê de destpêdike. Li serî de ji bo mirov aîdîyet his bike, divê zimanê xwe bizanibe. Ger di zaroktî de di navbera zarok û ziman de aîdîyetek çênebe dema ku ev zarok mezin bû tiştên ku difikire/hîs dike bi dilrihetî nikare bîne ziman û her dem kêmasîyan dibîne an ji ziman an jî ji xwe lê tenê ev nîne ev kes dema diaxive dibê qey ew gotin û ew fikir yê wî/wê nîne, ji bo wî di nav rojanê de ji bona serkeftinê divê kedekî zêdetir birijîne. Lê mixabin ji ber ku pê ew tişta mezin dibin ev pirsgirêka haydar nînin.


Ji çîrokekî:

‘’ Dema ku min evîna xwe bi zimanê xwe ve nikarûbû bigota min zanî bû ku ez kêm im. Lê belê dema ku min evîna xwe bi zimanê xwe ve got lê min wan peyvan di dilê xwe de hîs nedikir min zanîbû ku ez tûne bûme. Aîdiyeta ziman li ser min nehîştine û ez bê ziman mame, lal bûme.

Ez mirîyê ziman bûme.’’


Zarok bi rêya ziman, cîhanê, malbatên xwe, nasnameya xwe û çanda ku tê de nas dikin. Lê hin zarokên 'navneteweyî' ji yek zimanî û ji yek çandê zêdetir fêr dibin. Ev zarokan bi navê Zarokên Çanda Sêyemîn tên naskirin. Gelo we wan zarokan naskir? Ji we re nas hatin?


Naha hewceye ku em gotinên xwe yê belav berhev bikin. Min di paragrafa yekemîn de ‘’ziman zanîn û tekîlîya ziman- jiyan’’, di paragrafa duyemîn de ‘’tekîlîya aîdîyet- ziman’’ anî ziman. Ji bo zarokên çanda sêyemîn divê pêşîyê aîdîyeta ziman biqewet be ji bo dema bikaranî bila bizanbe ku ew zimana ji wî/wê perçeke, bila dema fikrê xwe anî ziman peyv ixanetê nekin. Bila dema ku fikrên/hîsên xwe anî ziman wan peyvan di dilê xwe de hîs bike. Piştre ji bo jîyanekî xurt derxe holê peyvan û zimanan li ser xwe zêde bike.


Yanî di encamê de em dikarin bêjin hin kesên ku zaroktîya xwe ve pevçûna ziman û çand kişandine, xwebûn û peresendî ya xwe ya kesane tam nebûye her dem ji şera du aliyan ve mezin bûne û hem zimanan nîvî nîvî hînbûne hem jî ji bo wî pevçûnê aîdîyeta ziman bes nebûye. Ji bo tenduristîya aidîyet divê em dîyetekî ziman bikin. Mixabin hê jî ev pirsgirêka heye, hêji zarokên vilo mezin dibin hene. Divê em li ser vî mijarê bifikirin û zarokên xwe jî vî pevçûnê biparêzin dema ku zarok zimanê dayik hîn bû yanî zimanekî tenduristî bi aitbûyinê ve çêbû piştre dikarin ku ji bo jiyan zêdetirkirênê gav biavêjin.

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page