top of page

Bijîşkiya Urolojîya Zaroka Çi Dinêre?


 

Urolojiya Zaroka nexweşîyên sîstema urolojîk ên di hundirê zikê dîya mirov û heya mirov tê 18 salî yê xwe re mijûl dibe. Urolojîya Zaroka çiqilekî pisporî ya tibbî ye.


Sîstema urolojîk ji gurçik, mîzdank, rêyên mîzê li gurçikan dikişîne mîzdank ê û rêya mîzê ji mîzdank ê hildide, ji laşê mirov derdixîne pêk tê. Ji ber vê Bijîşkên urolojîya zaroka li ser nexweşî û xirabîyên van lebata anjî xebata di nav van lebatan derdikeve de dişixulin.


Lêbelê gelo hewcedarî ya kî çûyîna li ser bijîşkiya urolojîya zaroka dibe? Hewceye mirov çi çax biçe li ser pisporiya urolojiya zaroka?


Wek ku me li jorê de jî got li Tirkîyê yê, ên emrê wan di bin 18’a ne, hemû wexta ku xwe derheqê gurçik, mîzdank, rêyên mîzdank ê û rêya mîzê ne baş hîs kirin wê raste rast biçin li ser bijîşkîya urolojîya zarokan. Hemû dê û bav wexta ku nîşanek nexweşîyê derheqê sîstema urolojîk di zarokên de dîtin hewceye zarokên xwe hildin biçin pisporiya urolojîya zarokan.


Ger ku zarokek pîçûktîyê de hînê çûyîn û hatina avdestxane yê ne bibe bi îhtimaleke mezin wê gelek carê ji ber vê sedemê nexweşiya enfeksîyona mîzê bikeve. Zêdetir jî zarokên nexweşiya şekir wan de hene ji bona ev nexweşî ji rewşa asayî zêdetir dike ku mirov av vexwe û bi vê re jî mîz bike hewceye çûyîn û hatina avdestxane de baldar bin. Gelek bala xwe bidin paqijîyê.


Hinek nexweşîyên sîstema urolojîk de derdikevin ên bijîşkîya urolojîya zarokan jê re mijûl dibe waha ne:


  • Di Zaroka de Xwe de Mîztin

Di rewşa asayî de hewceye ku hemû zarok di navbera 2-4 salîye de bikaribin mîza tijî mîzdanka xwe qontrol bikin. Lê belê ji sedema nexweşî anjî derengmayîna geş bûnê di hemû zarokan de waha nabe. Hinek zarok piştî 4 salî dibin jî hê nikarin mîza xwe qontrol bikin û heya çend salî piştre ancax hînê vê dibin anjî sîstemê wan ancax geş dibin da ku mîza xwe qontrol bikin.


Hîn nexweşî hene ku dibin sedema zarok nikaribin mîza xwe qontrol bikin. Nexweşîyên mêjî û tûrêyan ji vana ne. Di sedema van nexweşîyan hîn zarok mirov çi bike jî ger ku tedawî ne dîtibe nikarin mîza xwe qontrol bikin û mirov ji wan re dibêjin “kelmîzek”. Ew çax jî ev zarok gelek caran rastî rewşa jinavderxistin a gel dibin. Wan rewşa de ji bo ku saxîya zarok a psîkolojîk xirab nebe hewceye dê û bav zarokên xwe bibin li ser urolojîya zarokan.


  • Di Zaroka de Hematurî

Hematurî di tibbê de rewşa nav mîzê de xwîn hatinê re tê gotin. Car caran jî ber nexweşîyên gurçikan anjî ên sîstema urolojîyê din nav mîzê de xwîn tê. Bi giştî di nav mîzê de xwîn hatin derheqê saxîya gurçikan xeber dide. Bona vê wexta zaroka de tiştekî waha derket hewceye mirov biçe nexweşxanê.


  • Nexweşîya Peyanebûna Testîsa

Di zarên kûr de wexta geş bûna zikê dayikê testîs zik de berjêrî navling ê zarok, skrotûm a dibe. Rewşa asayî de hewceye waha bibe. Lêbelê car caran navbera 32-36 hefteyên avisî yê de zarên kûr de testîs zikê zarokan de berjêrî navling, skrotûma nabe. Ji vê nexweşîyê re Peyanebûna Testîsa tê gotin.


  • Hîdrosel

Ger ku di navbera çêrmikên li der û dorên testîsa werdigirin de av tijî bibe û ev av zorê li ser vehûnekên hindirê testîsan bike hîdrosefalî dibe.


  • Navçûyîna Bixwîn

Navçûyîn di nav nexweşîyên zarokan de cîyekî gelek girîng digire. Ji ber gelek sedema dibe di zarokan de navçûyîna bêxwin anjî bixwîn were dîtin. Mîna ku dîzanterî û enfeksîyonên sîstema valahî.


  • Sinet Kirina Pitik û Zaroka

Di Misilmanetîye de li gor sinetên pêxember hewceye postê li serê penîsên zarên kûr were hildan, zarok werin sinet kirin. Mirovên Misilman ji ber ku pitik û zarokên xwe sinet bikin dikarin serî li bijîşkîya urolojîya zarokan bidin.


  • Kista Kordona Spermatîk

Ger ku di navbera berzikê zarokan de û nêzîkî van cîyan de kistê hindirê wan de av hene derkeve, ji vê rewşê re kista kordona spermatîk tê gotin.


  • Hîpospadîas (Sineta Pêxember)

Di zarokên kûr de rêya mîzê heya serê penîs tê û serê penîs tê xilas dibe. Di rewşa asayî de hewceye waha bibe. Lê hinek zarokan de jidayîkbûnêve rêya mîzê heya serê penîs naçe û di bin serê penîs de xilas dibe. Ji vê nexweşîyê re di nav gel de sineta pixember tê gotin. Di tibbê de jî hîpospadîas tê gotin.


  • Iltihaba Testîsa (Epîdîdîmoorşît)

Di hindirê testîsan de cîyek heye jê re epîdîdîmîs tê gotin. Ger ku vê derê de enfeksîyonek dest pê bike û di hindirê testîsan hemû belav bibe ji vê re iltihaba testîsan tê gotin.


Belê nexweşîyên sîstema urolojîya zarokan ne ev tenê ne. Ji van cudatir bijîşkîya urolojîya zarokan gelek nexweşîyên din dinêre. Ev nexweşîyên hanê ji wan hinekin:


  • Ûrên Testîsa

  • Enfeksîyonên sîstema urolojîk

  • Ekstrofîa Vesîka

  • Tengasîyên rêyên mîzê dikişînin

  • Apandîsîd

  • Fetqa Berzik

  • Kevirê mîzdank ê

  • Kist û ûren gurçikan

  • Di zarên qîz de rewşa girtîbûna hymenê

  • Di zarên qîz de zeliqandina labiana


Wexta ku mirov dewrên geş bûna mirovan difikire tê dîtin pitiktî û zaroktî alîyê geşbûna sîstema jêbexşî gelek girîngin. Ger ku geş bûna zarokan dereng bimîne anjî sîstema wan e jêbexşî dema xwe de negihîje zarok hember nexweşîyan gelek jar dibin. Nexweşî demeke dirêj derbas nebin jî zar hingê di nexweşîyan re şer dikin sîstemê wan jar dibin û gelek nexweşîyên din re derî vedibe. Lewma divê dê û bav wexta zarokên xwe de nîşanên nexweşîya dîtin wan bibin nexweşxana û nîşanê bijîşkên pispor bidin.

 

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page