top of page

Bila Zarok Nebihîsin


 

Ez ji wan cudayî a xeber nayînim Goştê te nerme Nav herdu birûyên te zanim Heta dema kurtî û qiztî Barê evînê qedexeye nivîsare Goştê te nerme Lê guhên xwe bigre eyb û şerme Xeberên bin zimanê min Pesnê mirinên zû, Leneta emrekî çû bi çû Û vegerîya bi hesreteke mezin Got kanê ka dayîka min dike. Ez nikarim bêjim Lawên ku ketin xeweke giran Ber bi nalîna ber ax û girîyan Carekî de veciniqîn Ser xwe de tên Dibêjin ew der ku dere Ez kîme, Afirandî me an ne afirandî me? Ev xeber girane Tu dibê barek kevire Lê eyb û şerme Milête nakişîne Canê te nazik e, goştê te nerm e.

 


0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page