top of page

Celadet Elî Bedirxan Dibêje; Mîr Ji Setrencê Pir Hez Dikir


celadet elî bedirxan

Bedirxan, di şêst û pênc saliya xwe de mir. Ji carekê pêve nesax neket, ew car jî pê çû. Di saxiya xwe de, pir bi hêz bû, bi liba genim digirt, û ji nav tiliyên xwe de davêt, cam quldikir. Di dema li Tirkiyê surgon bû, pereyên Mecîdî nû derketibûn, Mecîdî bi tiliyên destên xwe digirt, û difirikand, nivîsandina wê dimal, û jê dibir, wî canbaziyeke taybetî hebû, ew jî qut û şikandina êzingan e. Çewa celebên qalûn û pîpên wî, yên ko pê tutûn dikişand bi cîgeh û xizaneyên taybetî bûn, weha cîgeh û xizanên ji bo parastina celeb û rengên biviran jî li nik wî hebûn. Ev e rûpelek ji jiyana wî ya li surgonê (Turkiyê):


Piştî ko darên stûr û mezin tanîn, li orta hewşê şipiya datanîn. Her roj, piştî nîvroj Mîr Bedirxan paşa du demjimêr (se’et) xwe bi qutkirina darê êzingan mijûl dikir. Piştî ko karê xwe kuta dikir, tasek mezin dew vedixwar. Havîn ba, zivistan ba, wî bi ava sar destnimêj digirt. Ji biçûkaniya xwe de (ango ji dema bavê xwe de) di riyeke xweşî û saxiyê (tenduristiyeke baş) de xwe dîtibû. Carekê min ji apê xwe Ebdilrehman Beg bihîst, Bedirxan di zivistanê de qeşa dişkenandî û bi ava sar û qeşagirtî serê xwe dişûşt. Pir ji canbaziya binavê hezdikir, gelek caran bi dost û hevalên xwe re dilîst.


Hezkirina vê lîskê di dilê zarokên xwe de diçand. Beşdarî lîskên wan dibû, yên di yek temen û xurtiyê de ba wan bera hev dida, û yê serketî diyariya wî xencer an dimançek bû. Mîr pir ji lîska şetrencê jî hezdikir, ji ber ola (mezheba) wî Şafi’î bû, ji nav lîskan Şetrenc jê re helal û rewa bû. Çawa lîskvanin zîrek ji nav hevalên wî diyar bûn, weha jî di nav zarokên wî de. Lawê wî peyar Mistefa paşa lîskvanekî pir jîr û jêhatî bû. Rojekê zora bavê xwe Bedirxan paşa bir, Mîr pir hingirî, û bênteng bû, ji ber tu kesî zora wî nebiribû, di nav henek û genekan de, dar di nav serê lawê xwe de xist, lê lawê wî ji cihê xwe nelivî û bêdeng ma. Min ev bûyer ji peyar bavê xwe Emîn Alî Beg bihîst.


Rojekê, di destpêka şerê Cîhanê yê pêşîn de, min û bavê xwe, bi hev re lîska Şetrencê lîst, nizanim çawa bû, ji min re li hev hat û min zora wî bir, hema lîsk kuta bû, ji nişkave, ez rabûm û ji paş ve vegeriham, bi dû-sê gavan dûrî masê ketim. Bavê min ji vê tevgera min î ji nişka ve mat û zehî ma!! Ewî ji min re got: Çi bi te hat? Min bersiva wî da; Min texmîna darê lêxistinê kir, vêca ez dûr ketim mîrzayê min. Ji vê henekê, peyar pir kenî û şabû.

0 comments

Comments


bottom of page