top of page

De Ka Werin


 

Xemsarî mîna sermestekî Velezyaye kurahîya rihê min de Û sifre raxistîye li ser Lorîna dergûşa min Berjêrî kolanan bûye Û xwe digere Mirin weke pençeşêrê Hesin avîtîye derya bêbinî Daliqandî maye li ser tûncika porê min de Weke neçartîyeke bê sînor Belav bûye di rûyê Zarokatiya min a bê nasname Şanika şewatê li ser milê min Ez bûme neçîra gurên devbixwîn Roj bi roj pêtên agirê dilê min Bilind dibin weke mirovahîya Bi serdev çikîyaye herîyê Ez kaya dinav axa sorim Li ser banîyên bê deng û bê reng Bê xwediyeke reş û sipî Belav bûye li ser rûyê min ê şermok Ez penaberê hezar sala me Di nav erdnigariya qelandî de De ka werin min bibinin Bibin cotek sol Ji bo pêxasîya min a dîrokî Min xelaskin vê pûçbûna bê edep Min birevînin ji vî Bajarê wêran kirî De ka werin Hê nebûye dereng

 


0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page