top of page

Destpêka Zimanê Kurdî


 

Mirov li sedsala a 21’ande fêr bûne ku zanebûna gelan ji bo pêşketina welatan gelekî girîng e. Ji ber ku sedsala 20'ande piştî bomba atomê û çekên teknolojîk dîtine ku qedera şeran ji vir wêdetir li teknolojî û zanyarîyê ve girêdayî ye. Miletê welatên pêş ve çûyî hemû bi vê destûrê hîn bûne û li hînbûna xwe re jî welatê xwe pêş xistin e. Li gor vê prensîbê pêş ve çuyîna welatan li zanistê ve girêdayî ye, û zanist jî di zevîya ziman de hêşîn dibe. Ji ber vê yekê hewce ye ku mirov zimanê xwe baş bizanibin. Li Tirkîyê yên ku nizanin bi Tirkî bixwînin û binivîsin li nav pêşdeçûna dinyayê de çawa yê bikaribin derheq ê ne mirîtîyê de an jî çuyîn a mirova li Mars ê bizanibin? Gelo hûn dizanin ki ji bo mirovatî pêşde biçe zanyarîya wî nexwaş a pak bike, xwe ji nexweşîyan hilde guman de, ji zelzele yan xilas bibe anjî teknolojîyek e nedîtî pêk bîne çi hewcey e? Ji bo van tiştan hemuyan hewceye ku mirov mîna atom û molekul a li hevkevin û enerjî û zanîn a xwe derbasî hevdu bikin. Li vê meseleyê de rola herî girîng jî a ziman e. Ji ber ku hevketin bi komînîkasyon ê dibe û enerjî û zanatîya mirova waha ji hev derbasî hevdu dibe. Lê ku hûn bala xwe bidin ser, wê ji we re eşkere bibe ku gelê Kurd ne xwediyê rewşên musaîd in da ku bikarin rasterast Kurdî hîn bibin. Ji ber vê sedemê ev gel mîna dareke bê av mayî roj bi roj hişk dibe.

Di nav vê rewşê de me jî weşanek nû derxist. Daxwaza me ew e ku em bi pêkanên vê weşanê, Weşan a Karanfilköyü, li ser zimanê Kurdî bixwînin û binivîsînîn da ku ê ku dara zimanê Kurdî hişk nebe, û xwendevanên vî zimanî li derbarê tiştên girîng de agahdar bin.

Weşan a Karanfilköyü dê li ser mijarên hanê bixebite, û ji bo ên bi Kurdî dixwînin û dinivîsînin berheman derbarê van mijaran de Kurdî biweşîne; 1. Tenduristî 2. Tib 3. Teknolojî 4. Ziman û Edebiyata Kurdî 5. Huner 6. Çand 7. Zanist Em dizanin ku di vê rewşê de li ser zimanê Kurdî xebitîn ne karekî hêsan e, ji ber ku kesên bikaribin bi Kurdî bixwînin ne zêde ne. Lê dîsa jî bi van xebatan armanca me ew e ku bi Zimanê Kurdî zanîneke metodolojîk derînin û her wiha demeke nêzîk de xwendevanên vî zimanî zêde bikin. Ji bo vê armancê em ê bi zimanekî sivik, fêhm kirina wê hêsan binivîsin da ku gelê Kurd ji nivîsarên me re hevterîb derheqê tenduristî, tib, teknolojî, ziman û edebiyat, huner, çand û zanist de hînê gelek tiştanbibinin.

Dawîya gotinan de em dibêjin çi wextî li mijar a Zimanê Kurdî de pirsgirêkên we çêbûn werin li ba Karanfilköyü yê.

 

0 comments

Commentaires


bottom of page