Di Wêjeya Kurdî De Wêjeya Devkî
Di heman demê de ji ber sedemên sîyasî, civakî an jî erdnîgarî her tim pêşiya ziman û wêjeya kurdî de astengî peyda bûne. Berîya welatê kurdan di nav çar dewletan de parvebibe kurd car caran wek ku em destana Kela Dimdimê de jî dibînin aliyê Îranê car caran jî wek ku em pirtûka Dîroka Erdelanê jî dibînin di navbera Îran û Osmanîyan de gelek caran bûne xala şer û pevçûnan.
Xênî van tiştan wek ku em di nav kurdên Dewleta Osmanîyan mînaka baceya qemçûr de jî dibînin kurd gelek caran di bin bace yên giran de mane. Tê dîtin ku kurdan bo ku van baceyan nedin bi giştî wexta bacedayînê koç kirine û gelek caran li Îranê revîne Dewleta Osmanîyan anjî li Dewleta Osmanîyan revîne Îranê. Van hemû bûyeran û jiyana koçberî kiriye ku wêjeya devkî di nav gelê kurd de xurtir be, lê wêjeya nivîskî paş de maye.
Li vê dawiyê jî bi gelemperî piştî avabûna Komara Tirkiyeyê li ser ziman û çanda kurdî de gelek qedexekirin û kirinên asîmîlasyonê pêk hatine. Li Sûrîyê, Iraq û Îranê jî li ser kurda rewşek dişibe vê tê xuyakirin ku evna hemû her tim ji bo pêşketina wêjeya kurdî ya nivîskî bûne astengî.
Ji ber qedexeyên li ser ziman û çanda kurdan û asîmîlasyonên rêveberîyan wêya kurdî hin deveran bi Erebî, Farisî an jî Tirkî xwe domandiye; bi van zimana berhemên nivîskî derxistiye holê. Lê her çiqas rewş wiha bûye jî wêjeya kurdî him jî alî devkî him jî aliyê nivîskî gelek tişt afirandîye.
Wêjeya Devkî
Wêjeya Kurdan wek ku me jorê jî qala wê kiribû bi wêjeya devkî û ya nivîskî pêk tê. Ev her du cureyên wêjeyê jî di bin xwe de vediqetin hin beşên din. Wêjeya devkî ji wan binbeşên hanê pêk tê:
Gotinên Pêşîyan
Qewlerk
Çîrvanok
Zûgotinok
Mamik
Biwêj
Destan
1) Gotinên Pêşiyan
Gotinên pêşiyan, di dewra berê de heya roja îro tiştên hatine serê mirovan û dawiyê de mirovan jê wate û şîret derxistine pêk tên. Di hindirê van gotinan de şîret hene û ev gotin dixwazin ku mirova ji tiştên xirab dûr bixin.
Dibe ku di nav hin miletên gelek salan wek cîran jiyane anjî gelê wan tev li hev jîyaye hinek gotinên pêşiyan bişibin hev. Anjî ji ber ku hinek gel di dîrokên xwe de bûyerên dişibin hev dijîn, hin gel ji hin bûyeran şîretên wekhev werdigirin dawiyê de gotinên pêşiyan ên derdixin jî dişibin hev.
Hin mînakên gotinên pêşiyan
Aqilê sivik barê giran e.
Bi xebera xweş, mirov ji qulê derdixe marê reş.
Heft kilamê hirçê ne, hemû li ser hirmê ne.
2) Qewlerk
Qewlerk jî cureyekî wêjeya devkîye û di nav wêjeya gelêrî de cih dibe. Bi gelemperî kin in qewlerk û aliyekî wan ê helbestkî heye. Ev tişt gotina wan xweş dike.
“Vir de diçim Leter e
Ji wir de têm Leter e
Çi gundekî bêter e
Kusî xistine defter e”
3) Çîrvanok
Çîrvanok heya demekî him jî bo zarokan him jî ji bo mezin dihat gotin. Lê anha di nav wêjeya zarokan de tê bicihkirin. Bi giştî afirînerê çîrvanokan kişf nîne û anonîm tên qebûl kirin.
Di çîrvanokan de her tim rastederî hene ji vî aliyê ve ji destan û çîrokan vediqetin. Xênî vê bi giştî çîrvanokan de wext ne kifş e û bûyer her tim li dewrên berê derbas dibin.
Taybetiyên Çîrvanokan
Çîrvanok xeyalî ne
Çîrvanokan de der û dem ne kifş e
Di çîrvanokan de leheng û bûyer derasayî ne
Di nav lehengê çîrvanokan de heyînên derasayî û heywan hene
Çîrvanok ji bo perwerde û şîretîyan tên gotin
Çîrvanok bi nivîsên pexşanî (mensûr) pêk tên
Bi gelemperî, bi zûgotinokan destpê dikin
Angaşîya bawerkirinê nahebîn in
Bi gelemperî, bi şadî dawî dibin.
4) Zûgotinok
Zûgotinok ji bo çend sedeman tên gotin. Ji wan yek ew e ku me di beşa çîrvanokan de jî qala wê kir bi gelemperî destpêka çîrvanokan de zûgotinok tên bikaranîn.
Hinek zûgotinok ji bo jimartin ji aliyê zarokan ve di lîstikan de tên xebat. Hinek jî dîsa ji aliyê zarokan ve di wek lîstikan tên xebat. Xênî van hinek zûgotinok gotinên wan hêsan nîn in. Evna jî him di lîstikan him jî ji bo rastkirina peyivandinê tên xebat.
Mirov dikare li gor armanc û ciyê xebatên wê zûgotinoka wek zûgotinokên lîstikî, zûgotinokên jimartin û zûgotinokên ne hêsanî binav bike.
Hinek Mînak Bo Zûgotina
Rovî rê revî, rê rovî revî.
Ez çûme mala Mele Remezan, min gote mala Mele Remezan kanê mera mala Mele Remezan.
Heft teşt, mist nîsk.
Şelêd Selîm şeş şelên, her şeş şelên Selîm in.
5) Mamik
Mamik bi gelemperî ji formeke zûgotina pêk tên û pirsa li mirova dikin. Giştî mirov di nav lîstikên zarokan de rastî mamikan tê.
Qesra spî bê pencere û derî, tê de rûniştiye bûkeke zerî. (Hêk)
Apê min tê ji deştê, barek strî li piştê. (Kusî)
Xilindir, milindir, kur ji bavê bilindtir. (Dûman)
6) Biwêj
Biwêj hin gotinên, hin rewşên di heman deman de di nav gel de çêbûne çêtir vedibêjin in. Hin rewşên ku mirov bi peran binivîse nikaribe wateya wan vebêje bi biwêjan dikare bi çend peyvan de vebêje.
Peyvên biwêja nikarin werin guhertin. Ji ber ku wexta mirov peyvên biwêja biguhere dibe sedem ku wateya wî ji der biçe. Wexta mirov biwêja dizvirine zimanêm cuda jî tê dîtin ku gelek biwêj wateya xwe nikarin biparêzin.
Navbera biwêj û gotinên pêşiyan de cudahiya herî mezin ew e ku biwêj wek gotinên pêşiyan şîret nadin mirova û daxwaza mirov ji tiştên nebaş dûrxistinê nakin.
Hinek Mînakên Biwêja
Devjêberdan
Ji xelqê re pispor e, ji xwe re kor e
Xwedê Kazo kor kiriye, pê li agir kiriye
Pişta xwe pê girêdan
Hirç hat, va rêz; diz hat pez
7) Destan
Destan jî cûreyek ê wêjeya devkî yê girînge. Ya derbarê destanan de were zanîn herî taybet ew e ku di destanan de her tim motîfên neteweyî hene. Mirov dikare serpêhatî, bîr û baweriyên gel di nav destanan de bibîne. Hinek destan ji ser bûyerên di dîrokê de çêbûne hatibin afirandin jî hinek xeyalî ne anjî xwe de tiştên derasayî dihewîn in.
Hinek Mînakên Destanên Kurdan
Memê Alan
Kela Dimdim
Zembîlfroş
Sîyabend û Xecê
Binevşa Narîn
Ristemê Zal
Kerr û Kulik
Destana Evdalê Zeynikê
Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê
Çavkanî
Ortaöğretim Kürt Dili ve Edebiyatı Ders Kitabı, Toplumsal ve Siyasal Çatışmaların Yaşandığı Toplumlarda Uzlaşma Aracı Olarak Eğitimin Rolü Projesi, Tarih Vakfi, İstanbul Ekim 2010
コメント