top of page

Digerim, Digirîm û Ditirsim



Digerim, ji te digerim

Tenê bi tenê te digerim

Lê te nabînim

Bû me wek zarokek bê hêvî

Xeyalên şevê re,

Xewna jîyan re,

Delalîya te re,

Kenînên te yên reng bi reng re,

Xerîb mayî me

Min ji te re;

Kulîlkên cûr bi cûr anî,

Ji axa pîroz

Min ji te re;

Helbest nivisî,

Jî çîyayên xwe yê binefşî

Emrê min hinek ma ye

Ditirsim,

Emrê min ji tê ra hez kirina te neke,

Ditirsim,

Carekî din jî te nebînim,

Çiku mayî me teyrek bêbask

Ditirsim, pir ditirsim

 



0 comments

Recent Posts

See All

Comentarios


bottom of page