top of page

Ehmedê Xanî yê Îtaliyana Dante Alighieri


Dante Alîghîerî

Dante Alîghîerî Ehmedê Xaniyê Îtaliyana ye. Ji ber ku wê demê bi giştî berhemên zanistî bi zimanê Latînî dihat nivîsandin. Lê ligel vê yekê Dante berhema xwe ya herî navdar Komediya ya Xudayî (La Divina Commedia) bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsandiye.

Nav

Dante Alighieri

Pîşe

Helbestvan, Nivîskar, Jîrzanê Sincî, Teorîsyenê Wêjeyê, Sîyasetmedar

Jiyan

21 Adar 1265-13/14 Îlon 1321

Welat

Florence, Îtalya

Agahiyên derbarê Dante bi giştî ji berhemên wî hatine wergirtin. Ji ber vê jî zêde agahî derbarê kesên ku Dante di berhemên xwe de zêde qala wan nekiriye de negihîştiye destê me. Ligel vê kesên di jiyana Dante de ciyekî baş girtine anjî bo Dante watedar bûne bi rêya berhemên wî baş dihên zanîn. Wek mînak Dante di pirtûkên xwe de zêde qala bapîrê xwe yê mezin Caccîagûîdo kiriye. Li gor vê jî dihê zanîn ku peyva “Alîghîerî” ji navê jina vî bapîrê wî dihê û Dante angaşt dike ku koka mabata wî li ser bapîrê wî digihîje Romayê.


Dante wek kurekî malbateke bûrjiwazî li Florence yê dihê dinê. Debarê bavê wî de zêde agahî nîn e, ango di berhemên xwe de zêde qala bavê nekiriye. Hê di biçûktiyê de dêya wî Bella dimire û bavê wî careke din dizewice.


Ji jinbava Dante keçek û kurek çêdibe û jiyana zaroktî ya Dante tev li van û xwîşka wî ya mezin derbas dibe. Derbarê perwerdehiya Dante de zêde agahî tinne lê belê dihê zanîn ku wî hê di ciwantiya xwe de dest bi xebatên zimannasiyê dike û bi rêya van xebatan gelek nivîkarên Latîn nas dike. Bi bandora van xebatan hê di temenekê biçûk de dest bi nivîsandina helbestan dike.


Dante di van demên despêka rêya wêjekariyê de herî zêde di bin bandora Brûnetto Latînî de dimîne. Herçiqas di pirtûk xwe ya Vîta Nûova (Jiyana Nû) de vegotibe ku xwe bi xwe hînê helbestvaniyê bûye jî bo wî Brûnetto Latînî pêşengê rewşenbîriya Florenceyê ye û şêwirmendê wî yê hişî ye.


Dante piştî hînî helbestvaniyê dibe çend heb helbestên xwe ji helbestvanên herî mezin ên wê deme re dişîne. Çend kes bersiv jî didin heta. Di nav wan kesên bersiv dane de yê herî girîng Gûîdo Cavalcantî ye. Piştî bersiv dayinê hevaltiya Dante û Cavalcantî ya xurt destpê dike.


Em dîsa vebêjin heya wê demê zimanê îtalî zimanê gel e û di warê zanistî de gelemperî Latînî dihê xebitandin. Lê mamosteyê Dante, Brûnetto Latînî pirtûka xwe ya Tresor bi fransî nivîsandibû û vê kevneşopiyê şkestandibû. Dante jî pirtûka xwe ya ewil Vîta Nûova (Jiyana Nû) li şûna zimanê Latînî bi zimanê xwe yê zikmakî ango Îtalî nivîsandiye. Lê belê Dante di vê pirtûkê de nivîsiye ku wî ji ber bandora Cavalcantî ev pirtûka bi îtalî nivîsandiye.


Di sala 1277an de Dante bi Gemma Donatî re dihê nîşanikirin û piştî mirina bavê wî ango beriya 1283an di bîst saliyê de bi Gemma re dizewice. Lê ev zewac zêde baş naçe bo Dante ji ber ku Dante hê di neh saliyê de dil berdaye Beatrîce ê.


Dante cara ewil di saliyê de rastî Beatrîce ê dibe û hez lê dike. Cara duyem jî nezîkî heştdeh saliyê de dibîne ku wê demê Beatrîc bi kesekî din re dizewice. Lê Beatrîce çend sal şûnde dimire û bi bandora vê Dante zêdetir xwe dide ser xebatên xwe yên wêjeyî.

Dema bûyîna Dante yê li Florence yê du kom hen ku dixwazin ji aliyê sîyasî û polîtîk ve hêzbigirin û bi serkevin. Ji van koman Ghîlbellîonoyî piştevaniya împarator dikin û Gûelfoyî jî piştevaniya Papa dikin. Di nav van herdu koman de pevçûnên dûr û dirêj domdar bûne û malbata Dante jî piştevaniya Gûelfoyiyan kiriye.


Di sala 1266an de di nav van koman de şerê Benevento derdikeve. Di vî şerê de Gûelfoyî bi serdikevin rêveberiya bajarê Florence yê dixin destê xwe. Piştî vî şerê di Florence yê pevçûn zêdetir dibin û Dante jî dibe aktorekî van pevçûna.


Mişextîbûn


Dante ji ber ku piştevaniya Gûelfoyiya dike di sala 1289an de li hember Gîbellînoyîyan tevî şerê Campeldîno dibe û beşdarî sefera Pîza ya li ser Copronayê dibe. Di sala 1295an de jî dikeve Loncaya Bijîk û Dermansazan û bi vê rêyê tevî polîtîkayê dibe.


1297an de Papa Bonîfatîûs li hember malbata Colonna a Romayî kul i dij papa bûn seferek da destpê kirin. Dante li ser vê mmijarê di berhema xwe de qala çavbirçîbûna papa dike. Papa ji ber çavbirçîbûna xwe dibe sedem ku Gûelfoyî wek Gûelfoyiyên Reş û yên Spî bibin du parçeyan. Dante vedibêje papa li ber çava yekbûyina Gûelfoyiya dixwazt lê bi dizîkave piştevaniya Reşan dikir.


Di sala 1300an de Dante bo biçe San Gimignano û yekbûyina Gûelfoyiya xurt bike dihê şandin. Çendek piştî vê jî din av şeş serokên Loncayê de bo rêveberiy bajar dihê hilbijartin.


Piştî Dante ji bo rêveberiya bajêr dihê hilbijartin ew û rêveberên din ên bajêr serokên Gûelfoyîyên Reş û Spî mişextî dikin. Ji ber vê biryarê hevalê Dante yê girîng Cavalantî jî mişextî dibe. Lê piştî Dante ji rêveberiya bajêr vediqete herçiqas Gûelfoyiyên Spî hevalên xwe yên mişextî disa vegerinîn jî Dante hewl nade ku Cavalantî vegerîne.


Li hember rewşa talûkeyî a bajêr Dante 1301î de daxwaz dike ku rêvebriya bajêr bidin Loncayê. Lê div ê navberê de birayê Mîrzayê Fransayê Charles Valoîs papa re lihevdike û digihîje cem Gûelfoyîyê Reş. Koma Gûelfoyiyê Spî ku Dante jî tevî wan bû ji bo lihevkirinê şandiyek dişînin cem papa. Dante jî div ê şandiyê de heye û bi vê rêyê li Florence yê derdikeve. Dawiyê de Cahrles alîkariya Gûelfoyiyê Reş werdigire û ên Spî dihên darizandin.


Dante bi angaşta gencîneya gel di rêya nebaş de xebitandiye ve hat sûcdar kirin û du sala mişextiyê derveyê herêma Toscana bû. Ji xeynî vê wan Dante mehkûmê pereyekî mezin kirin. Piştî ku hat dîtin Dante wan nikarin vî pereyî bidin biryara bi şewitandinê înfazkirina wan hat dayîn. Piştî vê biryarê Dante ji bo bi zorê bikeve Florence yê li derve bi kesên piştevniya Ghîbellîonoyîya dikin û Gûelfoyiyên Spî ve dibe yek. Lê demek şûnde ev tevgerr jî bi sernakeve û hêviyên Dante dişikên.


Piştî van salên tevlihev Dante dîsa vedigere nivîsandinê. Dest bi çend berheman dike û hinekan nivî dihêle. Daxwaza Dante ew e ku ji bo zimanê Îtalî çend distûr çêbike.


Komediya ya Xudayî (La Divina Commedia)


Berhema herî navdar ya Dante Komediya ya Xudayî çi wext hatiye nivîsandin nayê zanîn. Dibe ku Dante di demên mişextîbûnê de destpê nivîsandina wê kiribe. Pirtûkê de Dante bi awayeki nûwaze derdikeve gera doşeh, araf û bihuştê. Di vê gerê de Vîrgîl wî di dojeh û arafê de digerîne, Beatrîce jî wî dibe bihuştê. Dante vê gerê bi awayekî helbestî nivîsîye û di wêjeya dinyayê de navê xwe derxistiye asteke bilind.


Berhemên wî:


De Monarchia

La Divina Commedia

De Vulgari Eloquentia

Epistulae

Eclogae

Quaestio de aqua et terra

Vita Nuova

Rime

Convivio

II Fiore


Çavkanî: Brîtannîca

Comentarios


bottom of page