top of page

Ekrem Cemîl Paşa Dibêje; Jiyana Min a Li Stenbolê û Derketina Hestên Me Yên Netewî


ekrem cemîl paşa dibêje

Ji bo wek podcast guhdar bikin:




Di sala 1908 an de di pêvajoya bi neçarî îlankirina meşrûtiyetê a Sûltan Hemîd de em wek çar kur û pênc neviyên Cemîl Paşa di dibistana navendî a şevîn ku ji wê re Nûmûne Îdadiyên Terakkî dihat gotin hatin nivîsandin. Du heb apên me yên pênc salan ji me mezintir, îbrahîm û omer, du salan beriya me di vê dibistanê de dixwandin. Îsal di pola dawî de bûn. Ev dibistana navendî salekî şûnde bû dibistana fermî ya hikûmetê, em vegûhêzîn avahiyeke mezin a modern, xwediyê her cûre laboratûwarê. Bi bernameya sûltanî ango lîseyî navê wê bu Sûltaniya Stenbolê.

Nivîsên Balkêş:


Di sala 1908 an destpêka sala hîndekariyê de hemû dibistanên Stenbolê, Terakkiya Nûmûne jî tevî, di nav tevliheviyê de bûn. Ji derse zêdetir qîjîniyên “bijî azadî, dadmendî, wekhevî” dihat guhdarkirin. Di hin dibistanan de asayiş neçarî destekariyê mabû. Bereket ku ev tevgerrên zêdebûyî çend meh şûnde kerbûn. Lê belê mêjiyê me, mêjiyê zarokên kurd ker nebibû. Van gotinên zêrav ên “bijî azadî, dadmendî, wekhevî” me hişyar kiribû lê têr nekiri bû. Ji heştsedê zêdetir şagirtên dibistanê tirk bûn. Ji xeynî van kurd, çerkez, arnavût, laz, boşnak, rûm, ermenî û ji gelên din şagirt hebûn. Şagirtên tirk zordarî li ser van kêmaniyan dikirin, anjî dixwaztin zordarî li ser van kêmaniyan bikin. Di dibistanê de hejmara şagirtên kurd bibû panzdeh. Hingî roj û meh derbas dibûn sarbûn û xwîntehliya tirk û kurda zêde dibû. Şevekî di nav du heb komên li dij hev de pevçûn derket. Bi tevlibûna şandeya rêveberiyê dawiyê de pevçûn xilas bû. Birêveberê dibistanê hat agahdarkirin, ji ber ku digel birindar nebûna kesên kurd sere pênc tirkan hatibû şikestin. Ha kurdayetiya min, apê min Omer Begê çar salan ji min mezintir û Kadrî Begê heşt mehan ji min mezintir, ji wê dîrokê de, 1908 an de, ango 65 sal beriya sala nivîsandina bîranînên min destpê kir.


Kurdayetiya me ya bi pevçûna şagirtên dibistanê destpê kir çar sal şûnde bi awayekî gelekî cidî berhemên xwe da. Bi xebatên netewî, ên çar sala hatine domandin yên sê kurên Cemîl Paşa Omer, Kadrî û Ekrem û bibêhnfirehî û hewldanên wanên wêrekî di sala 1912an de Komeleya Hêvî A Şagirtên kurd bi awayekî fermî hat avakirin. Ezê di derbarê kurdekî giyan mezin, bibiryar û gelekî mezin ku li Stenbolê ji şagirtên kurd re bi awayekî gelekî cidî û zexm mamostetiya kurdayetiyê dikir de çend peyvan vebêjim. Ew kesê ku ezê qala wî bikim, ew kurdê mezin Xelîl Xeyalî Begê Mutkî ye. Vî kesayetî di zaroktiya xwe de tehsîla xwe li Amedê kiribû. Kurdekî ronakbîr, hîmetdar bû. Kurmancî, zazakî, erebî, farisî û tirkî baş dizanibû. Fransî jî xwendewariya wî hebû. Me ciwanên kurd ev kesayeta li Stenbolê sala 1908 an de nas kir. Di wan deman de temenê wî ji pêncî zêdetir bû. Rojên înî dihat qewhexaneya Dîyarbekirê a li Dîwanyolû, me tovî li derûdorê xwe dikir. Ji kurdayetiyê, mêrxasî û tiştên şanaziyê ên kurda gelek tişt vedigot. Dawiya axaftina wî ya dîrokî, wêjeyî netewî nedihat. Me ciwanan bi têkileyek mezin, bi kêfxweşî û kelecanî van axaftinan guhdar dikir. Em gelek tişt hîn dibûn. Vî kesayetî ji ciwanên kurd ên li Stenbolê re bist sala mamostetiya kurdayetiyê kir. Wexta vê dikir jî nediwestî û bêzar nedibû. Ez piştî ku sala 1928 an de ji girtîgeha Kastamonûyê derketim gelek caran li Stenbolê çûm seredana wî, ji du salan pêve di nav nivînan de bûye. Di sala 1929 an de wexta ez ji Stenbolê veqetiyam çûbûm seredana wî, min wî kesayetî kurd ê gelek mezin di nav nivînan de bêhtir giranî nexweş hişt.

Comentários


bottom of page