top of page

Em Nikarin Xwe Ji Pençeşêrê Biparêzin?


Em Nikarin Xwe Ji Pençeşêrê Biparêzin?

Pençeşêr pirsgirêkeke tenduristî a gelî ye. Dema em qala pençeşêrê dikin nayê wê wateyê ku em qala nexweşiyekî tenê dikin. Ji ber ku pençeşêr bi xwe re gelek semptomên din jî tîne. Ji xeynî vê gelek cûreyên pençeşêrê hene û her yek ji aliyê beşeke cuda a nojdariyê ve dihê girêdan; her yek ji aliyê leza xwe, mortalîte û morbîteya xwe taybetiyeke wê heye.


Hin sedemên pençeşêrê DNAya mirova, hinek jî tevgerr û parêza mirova ve têkildar in. Wek mînak pençeşêra memika bi DNA ya malbatî re girêdayî ye. Ku ew gena dibe sedema pençeşêra memika bi rêya DNA yê gihîştibe mirov ev yek bo nexweşiyê rîskeke mezin ava dike. Lê pençeşêrên dev, larînks, farînks û kezebê bi vexwarina alkole re tekildar in.


Di vir de ji bo xwe ji pençeşêrê biparêzin çi destê me tê?


Xebitandina Hêmanên Titûnê û Cixare


Titûn di nav sedemên pençeşêrê de ciyekî taybet digire. Ji ber ku titûn kanserojeneke bi tena serê xwe dikare bibe sedema pençeşêrê ye. Di nav dûxana cixarê de ji 4000î zêdetir hêmanên kîmyewî hene û li gor zanînê ji vana herê kêm 250 heb hêmanên ziyandar in. Herwiha di nav van 250 heb hêmanê ziyandar de jî 50yî zêdetir hêmanên kanserojen hene.



Herçiqas hin kes nargîle, cîxara elektronîk di vê mijarê de ji cixarê baştir bibînin jî dihê zanîn ku pîpo, pûro, nargîle, û cixara elektronîk a bi dûxan û a bê dûxan jî dibin sedema pençeşêrê.


Ji ber kişandina cixarê rîskek zêde derkeve jî a rast piştî berdana cixarê ev rîsk kêm dibe. Li gor xebateke li Îngîlistanê hatiye kirin beriya nîvê temen berdana cixarê rîska pençeşêrê % 90 kêm dike. Lê herçiqas piştî berdanê rîsk bikeve jî ev rîsk hertim ji rîska kesekî qet dest bi cixarê nekiriye zêdetir e.


Di vir de hûn dipirsin gelo rewş ji bo cixarekêşên pasîf çawa ye?


Bi berçavka tenduristiyê em dikarin bejin kesên bixwe ne cixarekêş in lê belê dûxana titûna cixarekêşan hilmijîn dikin ji bo pençeşêra larenks û farenksê rîska wan zêde dibe. Divê neyê ji bîr kirin ku girseyeke zarokan cixarekêşên pasîf in ji ber malbatên xwe. Û divê hûn zarokên xwe ji dûxana cixara xwe biparêzin.


Cixare kişandin herî zêde dibe sedema van cûreyên pençeşêrê: Oral kavîte, larenks, farenks, ozefagûs, mîzdank, gurcik, pankreas, aşik, pençeşêra servîksê û losemiya myeloid a akût.


Xebitandina Alkolê


Di hindirê alkolê de etanol heye. Dema alkol di laşê mirova de metabolîze dibe jê asetaldehît derdikeve. Li gor zanînê asetaldehît hêmanekî kanserojen e û dibe sedema pençeşêrê. Di alkol vexwerinê de jî mîna titûnê ciyê herî zêde di bin bandora alkolê dimînin de pençeşêr derdikeve. Oral kavîte, larenks, farenks, ozefagûs, kezeb ji van beşên rîska wan zêde ne.


Hin kes dibêjin ez hindik vedixwim, tişte nake. Lê mixabin heya niha bo alkolê zanînek wiha nehatiye wergirtin. Hindik alkol vexwerin rîskê ji holê ranake.


Enfeksiyon


Di nivîsên din de me qala çêbûna pençeşêrê kiribû û wir de jî dihat xuyan ku di laşê me de ji bo mûtasyonên dibin sedema pençeşêrê rast bikin anjî ji holê rakin hîn mekanîzma hene. Ev mekanîzma dema di zêdebûna DNAyê de xirabiyekî dibînin vana ji holê radikin. Lê carna hin enfeksiyon van mekanîzmaya xiradikin anjî dibin sedem ku pençeşêr çêbe.


Hin enfeksiyon û pençeşêrên jê berpirsiyar in:

  • Vîrusa Human Papilloma (HPV): Servîks, Vûlva, Vajen, Anus, Penîs, û pençeşêra valahiya dêv

  • Vîrusa Hepatît B û Vîrusa Hepatît C: Karsînoma hepatosellüler

  • Vîrusa Herpes 8: Lenfoma û Sarkoma Kaposî

  • Vîrusa Ebstein: Barr(EBV); Lenfomaya Burkitt

  • Bakteriya Helicobacter Pylori: Pençeşêra Aşikê, MALT Lenfoma


Mirov dikare ji enfeksiya Hepatît B û HPV yê bi rêya perpûnkirinê xwe biparêze.


Ûltraviyole û Radyasyona Îyonîze


Di nexweşxaneyan ciyê radyasyon dihê xebitandin gelek pêşgirî hene ku kesên li wir zêdetir rastê radyasyonê neyên. Sedema vê ew e ku radyasyon û taybetî jî radyasyona tavê kanserojen e. Di laşê mirovan de ciyê zêdetir rastê radyasyonê dihê çerm e. Ji ber vê radyasyon bo pençeşêra melanom rîskê zêde dike.


Vîtamin Kêrhatî Ne?


Demekî zanyaran bawer dikir ku vîtamîn bi taybetî jî vîtamîn C ji ber bexşandîbûnê xurttir dike tedawiya pançeşêrê de bikêr e. Lê bele paşê bi xebatên zanistî re hat xuyan ku vîtamîn C, E, A û selenyum ji bo pakkirina pençeşêrê bikêr nîn in. Heta ku ziyanê jî didin pêvajoyê.


Bo Tu Xwe Ji Pençeşêrê Biparêzî Hin Pêşniyar

  • Qet cixare nekişîne neçe ba kesên cixare dikişinin. Lê ku tu dikişînî jî berde.

  • Ne hindik ne jî zêde alkol venexwe.

  • Goştê hatiye xebitandin (sosîs, salam) nexwe. Zêde rûn xwerin jî nebaş e, rûn kêm bike. Xwey bo pençeşêra aşikê rîskê zêde dike, divê tu xwey kêm bikî. Heta ji te tê sewze û fêkî bixwe.

  • Ger ku tu kesekî/keseke gihaştî bî divê îndeksa giraniya laşê te di navbera 18.5-24.9an de be.

  • Ger tu kesekî/keseke gîhaştî bî divê tu her car herî kêm 10 deqan ango heftê 150 deqan werzîş bikî.

  • Ji bo xwe ji enfeksiyona bikaribî biparêzî perpûna HPV û Hepatît B yê li xwe bixe.

  • Dema roniyên tavê wek stêl dihên çermê xwe biniximîne û ji bo vê kremên tavê nexebitîne.

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page