top of page

Epîdemiyolojî Çi Dinêre


 

Ji ber ku hûn epîdemîyolojî ji çi re mijûl dibe, li ser çi dixebite bizanin hewceye hûn wateya peyva Epîdemîyolojî bizanibin. “Epîdemî” di ferhenga Kurdî de “bişobî” tê nivîsar. Ji bo nexweşiyên di nav mirovan de gelek belav dibin, ji mirovekî derbasbûyîna yekî din gelek zexm re dibêjin nexweşîyên bişobî. Ew nexweşîyên wiha wexta ku dikevin nav mirovan ji mirovekî derbasî yekî din dibin û belavbûneke mezin derdixînin nexweşîyên bişobî ne û di zanistîyê de ji vê belavbûnê re “şob” tê gotin. Zanyarên epîdemîyolojîyê li ser van nexweşîyên bişobî dixebitin. Ji bo wan, nexweşîyek têgerîna wê mezin berîya ku di nav mirovan de derkeve hewceye mirov çi bike ji bo ev nexweşîyan dernekevin, wexta ku nexweşîyek wiha di nav gel de derket hewceye mirov çi bike da ku pêşîya têgerîna nexweşîyê hilde, piştî di nav gel de bişobî çêbû mirovên çawa nexweşîyê di nav gel de rabikin pirsên gelek girîngin. Di dema anha em tê de ne nexweşîyeke bişobî, Covîd-19, nav hemû gelên dinyayê de belav bûye. Gelek welatê de, gelek bajarê de gelek mirov ev nexweşîya tê girtiye. Epîdemîyolojî di nav vê rewşê de tiştên ku ji nexweşîyên wiha li dîroka mirovatîyê de derketine perwerde bûne tînine cî ji bo li hemû dinyayê zincîra têgerîna Covîd-19’yê bişike.

Lê xebatên epîdemîyologa ne tenê li ser nexweşîyên bişobîne. Epîdemîyolog herwiha tiştên saxîtîya gel dixin talûke anjî xirab dikin lêkolîn dikin û belavbûna van, gurahî û tiştên ku li ser çêbûna wan tesîr dikin derdixin li ber çavan. Mirov dikare derheqê epîdemîyolojîyê de bibêje “bijîşkîya gela” ji ber ku epîdemîyolog li ser nexweşî, xirabîyê li ser gel tesîr dikin û saxîtîya gel xirab dikin dixebitin. A Dictionary of Epidemiology wateya epîdemîyolojîyê waha dike:”lêkolînên tegerînên tişt û çêbûnên di nav gel ên derheqê saxîtîyê û xebatkarîya li ser dîtinên ji van lêkolînan hatíye girtin a metodolojîk” Çend Hev Mînakên Xebatên Epîdemîyolojîyê

-Tasnîf kirin a nexweşîyê

-Biryardayîna tiştê ku bûyera nexweşîyê dike -Kifşkirina ew gelên ji bo nexweşiyê talûkeyê de ne -Sêwirandina perîyodên talûka nexweşîyê heye -Destûr hildan ji bo ku li ser gel lêkolîn were kirin -Derxistina pîverên gurahîya nexweşîyê

Lêkolînin epîdemîyolojîyê di bin du hev çiqilê de cîh digirin. Ev tasnîf kirin li gorî metoda lêkolîna hatîye kirin.

1. Lêkolînên Çavdêrî -Lêkolînên Sêwirandî -Lêkolînin Analîtîk -Lêkolînên Ekolojîk -Lêkolînên Qetbûhî -Azmayîşa Bûyer -Kohort

2. Lêkolînin Ezmûnî -Xebatên Îststîstîkî (Randomîze) -Lêkolînên Qadê -Lêkolînên Komeleyê

Di Dîrokê De Serketinên Epîdemîyolojîyê

Çavkanîya epîdemîyolojîyê jî wek gelek zanistîyên din heya dema Hîporat diçe. Lê cara yekem 1662’yan de mînakeke xebatên epîdemîyolojîyê dibe. Wan salan de John Graund li Îngilistanê bajarê London’ê cara yekem li ser nameyên bûyîn û mirina lêkolîn dike. Dawîyê de dide nîşan ku di nav gel de belavbûna nexweşîyan çawaye. John Graund xênî vana nîşan dide, -Li gorî jinan di nav mêran de zêdetir mirin heye -Di nav pitika de mirin gelek zêdeye -Hejmara mirina li gorî demsala diguhere Gelek piştî John Graund 1747’ande di nav siwarên demên dirêj bi keştîya di nav behra de dimînin de nexweşîyek peyda dibe. Ew mirovên li nexweşîyê dikevin gelek bê taqet dibin, ling û pîyên wan werimî dibin û dibin bêxwin. Kesekî nizanibû ev nexweşîya ango skorbüt ji ber çi derdikeve û wê çawa çareser bibe. Wê demê zanistên ku navê wê James Lind xebatek bi 12 nexweşên skorbütê re dike. James Lind van nexweşan vediqetîne çend koma û ava sêvan, ava behrê, sêk, portakal û leymûn û tevliheveke taybet li ser van koman diceribîne. Dawîyê de dibîne ku li ser skorbütê tiştê herî tesîr dide û pak dike fekîyen sîtrûs ango portakal û leymûn in. Wexta ku di nav perên dîrokê de hinekî li vir de tên ango sala 1839’ande jî ne cihekî cuda, dîsa li Îngilistanê Wîllîam Far li gorî sala îstatîstîkên jîyanê diweşîne û li gorî van agahîyan tê dîtin ku di nav mirin û cîhê mirov lê dijî de çi têkilî heye. Xênî vê hatiye nîşandan ku li navbera mirin û nezewciyayî de jî çi têkilî heye. Piştre di sala 1846’ande li Denmarkê bijîşk P. L. Panum li derheqê sorikê de gelek zanyarî peyda dike. Wexta mirov tên navbera 1848-1854’an, Îngilîstanê li bajarê London’ê nexweşîya Kolêra’yê derdikeve. Mirovên malê wan li yek taxêne yek bi yek ji kolêrayê dimirin sedema van mirina li gorî zaneyên wê demê nayê dîtin jî ber ku xebera dinyayê li wan dema hê jî mîkroban tineye. Piştî ku mirin zêde dibin zanyarekî navê wê John Snow li ser vê nexweşiyê lêkolîn dike. Bala xwe dide da ku li wê taxê ji kîjan malan mirov dimirin. Pişt re dibîne ku ewên dimirin malê wan li cîhekî kom dibin, li ber bîreke avê. Dawîyê John Snow bi van xebatên xwe derdixe derve ku kolera ji ava vê bîrê derdikeve û yên ji vê avê vedixwin dimirin. PEYVİK -Têgerîn: jê girtina nexweşîyê -Sîtrûs: pirteqal, leymûn û fêkiyên mîna wan. -Gurahî -Sêwirandin -Şob -Pîver -Azmayîşa Bûyer

 

Çavkanî: • Wikipedia

0 comments

Recent Posts

See All

Opmerkingen


bottom of page