top of page

Frîda Heciyê Cindî Dibêje; Xezalê Çawa Rostem Hîşt Çû


frîda heciyê cindî

Payîza sala 1946a eskerê birîndar anîbûn nexweşxaneyên Yêrêvanê. Nexweşxaneyek nêzîkî dibistana me bû, ser kolana Amîryanê. Û mehê carekê-duda zarê dibistana me dibirine wira, weki em wan birîndara mijûl kin, konsertê biçûk nîşanî wan kin. Ewana oda mezin de berev dibûn û me wana re kilam digotin û direqisîn, me helbest dixwendin. Carekê kete guhê min, wekî ji oda kêlekê yekî birîndar bi kurdî hema wisa dibêje: "Ax, xwezil...". Wexta emê vegeryana malê, ez zivirîm wê odê, nêzîkî wî birîndarî bûm û min go:

- Apo, tu çira dibêjî "Ax, xwezil?.."

Ewî çavê xwe neyiseyî vekir, go :

-Tu keça kêyî?

Min go:

- Keça Hecîyê Cindî me.

Bi hêrs pirsî:

-Hecîyê Cindî çûye ber şêr?


Min medê xwe kir, hêrs bûm û ew bû ezê ji odê derketama, lê ez mam û bi xeyîd jê ra go:

- Na, bavê min nebirine şêr, apê min şer de hatiye kuştinê. Bavê min nebirine, çimkî destê wî...,

- Hê xeber devê min de, ewî go:

-Na, welle, tu yê birê xwe bibexşînî...xûşka min e biçûk, ez carna bê hemdî xwe hers dibim û pirsê neheq dibêm,

- Ewî bi beşereke xweş li min nihêrî û ez jî pê re beşerxweş bûm,- paşê zêdekir,- xûşka min e biçûk, ez nabêjim "Ax, xwezil", ez dibêjim: "Ax, Xezal..." Xezal dergîstiya min bû, payîza sala 1941ê de wê dewata me bûya...Ne bi xêr şer dest pê bû, ez birim şêr. Nava van sala de 4-5 cara ewê bersîva namê min daye. Eva du mehe ez anîme Yêrêvanê, lingêkî min birîne. . . Min kurapê xwe re caw kir, wekî pê bihese Xezalê mêr kiriye, yan na? Min go, heger mêr nekiriye, cawke bira ser min da bê. Caw kiribû. Bîstek berê ew, dê û xwişka xwe ya biçûk va hatin ser min da... Dîsa ew biî, ew Xezala min e şermoke, nazik, xaşik... Xasiya min xwe avîte pêsîra min, giriya, go, wekî malxwe wê ji şêr venegeryaye û herdu êtîm mane stûyê wê de. . . Lezekî dinê xasiya min ji odê derket, min destên Xezala xwe paç kirin... Xasiya min vegeriya oda nexweşxanê, wana xatirê xwe ji min xwestin, gotin 2-3 rojê din wê dîsa ser min de bên. Bîst roje ez hîviyême, tune ne... Kurapê min wê îro-sibê bê, min ji nexweşxanê derdixin, hela bê wê beseke çawa ji min ra bîne?. . . Ax, Xezal . . .

Min go:

- Apo can, bêhna xwe fireke, ewê bên, her tişt wê başbe. . .

Ez bi dilêş hatim malê, min derheqê Rostem da (navê wî Rostem bû) gilî kir. Bavê min go:

- Ezê sibê tevî dêya te herim dîtina wî, hela çawa dikarin aliyê wî camêrî bikin?.. Sibetirê ez ji dibistanê hatim malê, dêya min go:

- Vê sibê ez û Hecî em çûne nexweşxanê, bijîşkê wî me ra got, wekî kurapê wî duh nîvro hatiye û ew biriye mala xwe ya Tiblîsê, çimkî gund da kesî Rostem nemaye...Bav û bira şêrda bûne şehîd, dayîka wan jî ji birçîbûnê û kerba malxwê xwe û herdu kurê xwe ruhê xwe daye....Me re gotin, wekî mala xasiya wî da eva çendeke kes najî, ji gund koç kirine, çûne. . .Ez giriyam, min go:

-Çawa çûne?... Çawa ser de nehatine, çawa Xezalê Rostem tenê hiştiye?" Dêya min ber dilê min de hat, go:

- La-lawo, serê Hîtlêr de reş be, şerê... lingekî mêrik tunebû, dêya Xezalê heyfa xwe, gunê xwe keça xwe aniye, bona wê yekê jî qîza xwe ji gund derxistiye, ew hêsîr kî zane niha li ku ne? Boy Xwedê be, qîza min, tu neke gunê dayîka wê û Xezalê. . . Lê min demeke dirêj Rostemê birîndar û xeberdana wî ji bîr nedikir, heyfa min wî, Xezala nenase delal... û dêya wê ye hêsîr dihat.

 

Firîda Hecî Cewarî, Bîranînên Min, YÊRÊVAN WEŞANXANA "LÎMÛŞ" 2010, Rûpel 36-38


0 comments

Comments


bottom of page