top of page

Fîlozofê Kurdan



(Der çayxaneyeke. Çend hev mirov lê rûniştine çay vedixwin. Fîlozofê me dikeve çayxanê, tiştek nabêje li cîyekî rûdine. Ser û kincên fîlozofê me wiha ye: por û rîyê wê tev li hev bûye, ser wê çakêtekî gewr heye. Delingên şalê xwe xistîye li ber gorên xwe û gorên xwe heya çokên xwe anîye. Axaftina wî hinek nerme mîna ku her tim di dilê xwe de bazar dike. Piştî fîlozof li çayxanê rûdinê ew ê çay difiroşe tê li ber)


Fîlozof: Çayfiroş, berxêm, tu yî?

Çayfiroş: Na ez bixwe çayim. Belê xalo ez ji te re çi bînim?

Filozof: Te got ez ji te re çi bînim, tu dixwazî tiştek ji min re bînî?

Çayfiroş: Ango tu yê çi vexwî xalo! Çay bînim ji te re?

Fîlozof: (dengê xwe bilind hildide mîna ku hem îsyan bike hem jî îlan bike). We dît dibêje ezê ji te re çay bînim, ez dixwazim ji te re çay bînim!

Çayfiroş: (mîna ku matmayî, ji xwe re dibêje) Evî çima wisa kir?

Fîlozof: Ê de kanê çay bîne.


(Çayfiroş derbasî ocaxê dibe, Elî dikeve çayxanê. Derbas dibe diçe masa li hemberî fîlozof rûdine. Gelekî bi hersê.)


Elî: Kuro? Lo lo? Ca ji min re çayekî bîne.

Fîlozof: Ezbenî gelo çima çay?

Elî: Çi çima çay?

Fîlozof: Gelo te çima û çawa çay xwest?

Elî: (Bi dengekî hêrs) ça çima çay? Qey tu dibêjî ev çayxane ya mine tu tê de nikarî çay bixwazî û vexwî?

Fîlozof: Ango te çima tiştekî din nexwest û carekî de biryar da çay vexwî?

Elî: Heyran tu çi dibêjî? Jixwe derdê min ne besî mine!

Fîlozof: Derdê te çîye ezbenî?

Elî: (Bi hêrs) yaw welle îda ez nikarim! Di sibehê zû de ez li ber heywana me. Wê hevalê min hemû sibehê radibin nava xwe dişidînin, porê xwe waha şe dikin, xwe rûn dikin, şûşa esansa carekî de li ser xwe de vala dikin û diçin çayxana ji xwe re okey dileyîzin.

Fîlozof: Ezbenî anha tu dibêjî min çûye hinek ajalên wek mirovan li xwe re beredayî dijîn xistîye li bin zincîr, hevsar û qet û benda?

Elî: (Mîna ku matmayî) Na yaw? Wisa dibe? Ew çima wisa bû?

(Çayfiroş çay ji wan herduyan re tîne, çaya datîne û dîsa diçe.)

Filozof: Ezbenî min baş fêm nekir. Anha tu dibêjî min çûye ew heywanên li çol û mêrgan ji xwe re bi serbestî xweş, bedew, rindik dijîn anîye bona goştê wan, şîrê wan xistîye kole ji xwe re?

Elî: Na welle, rastî? Ella hella ez bixwe hemberê koletiyê me ew çawa dibe?

Filozof: Ango tu dibeji ew kolê minên saxe sax goştê wan dixwî, wana diêşînî jî!

Elî: (hêrs dibe) Ezbenî ango tu dibêjî tu zilmkarî?

Fîlozof: De welle nizanim.

Elî: Kanê bêje te got tu zilmkarî, bêje ez çawa xwe ji vê xelas bikim? Wê di nav gund de bêjin Elîyê zilmkar, wê di zarokê min re bêjin kurê zilmkar?

Fîlozof: Ê bide min.

Elî: Bidim te?

Fîlozof: Ezê wana berdim çolê lo, bila biçin li gorî dilê xwe bijîn.

Elî: Ê temam, ez biçim bînim.

Fîlozof: Te got kîjan heywan min xistîye kole ji xwe re?

Elî: Çend hew mirîşk bûn ezbenî.

Fîlozof: Ê de ew jî dibe, tiştek nake.

Elî: Çawa dibe ezbeni?

Fîlozof: Ango ji mirîşka jî xwaş dibe kole ha!

Elî: Wîî ezbenî, temam, dengê xwe bilind neke ez anha diçim, wana jî te re tînim. (Li sahnê derdikeve)


(çayfiroş tê îskanên vala bibe. Li wir ji fîlozof dipirse)

Çayfiroş: Ezbenî çayeke din jî binîm?

Filozof: (mîna ku sedema tiştekî gelek girîn bifikire) Çay he? Çay? Tiştekî din na, çay?

Çayfiroş: Ezbenî dixwazî ji te re keledoşê bînim, li pişt ocaxê dikele?

Fîlozof: Hêrs he? Nav hewqas tiştî de hêrs? Ne ken, ne matmayî bûn, ne girîn… Hêrs.

Çayfiroş: Yaw welle qet nizanim tu çi dibêjî. (diçe li pişt ocaxê)



(Şakir dikeve çayxanê. Têlefona wî li ber guhê wê ye jina xwe re diaxive. Bi hêrse)


Şakir: Yaw temam, ezê bînim!

Jina wî: Hinek jî xîyar li bazarê bîne.

Şakir: Yaw temam, temam.

Jina wî: Temam. Çima wisa xwe tûj dikî. Ma qey tu îda hez min nakî?

Şakir: Yaw welle ez hez te dikim. De kanê min berde karê min heye da!

Jina wî: Çima ez wek karê te girîng nînim ji boy te? Na welle tu îdî hez min nakî. Ji boy min zebeş ji te xwest loma ne? Temam ew çax zebeş nestîne. Jixwe min ji bo zaroka xwest ha ne jî bo xwe. Te got sêv ew hata bîra min. Tu qet ji me re hinek kundir jî nayîni? He? Erê, em bixin nav xwerek?

Şakir: Îcar jî kundir! Hingê ez li malê derketim tu carê tiştekî dixwazî. De min berde lê!

Jina wî: Ê te bixwe digot ez ji kundira hez dikim. Ji boy xwe naxwazim, na welle, ji boy te.

Şakir: Yaw ez çayxanê me, mirov hemû li min dinêrin. De bigre têlefonê. Welle, bille tille ezê bînim.

Jina wî: Çi ji wan re, bila karê xwe binêrin. Şakir? Şakir? Ca guhên bide min. De wê rojê em çûne mala Xatûnê?

Şakir: Êê? Dîsa tu ye li kuva girêdî?

Jina wî: Kanê tu guh nadî min kî. De em wê rojê çûn mala Xatûnê çû li me re hinek xurmê anî me pê çay vexwar. Ca ji me re hinek xurme jî bîne em didin li ber çayê.

Şakir: Yaw welle te ez dîn kirim. Ezê bajar bidim ser milê xwe ji te re bînim. Te çi xastîye xwe re li nav de hilde, temam!

Jina wî: Yaw çima wisa xwe tûj dikî? Jinê xelkê çi ji mêrê xwe dixwazin çi naxwazin me kundirek ji te xastîye zefe qey?

Şakir: Ez bûm piçek hişê min bû ew jî nîvî çû xiyara û xurma nîvî jî çû kundira. Lê ez meraq dikim te hev qasî tişt jimar lê qet behsa şekirê Îranê nekir. Dibe tu hêdî hêdî pir dibî?

Jina wî: Erê ha, te ça rind xiste bîra min. Em pê çay dixwin.

Şakir: De were dîn nebe!

Jina wî: Na na wisa nefikire. Ne ji boy xwe, tenê ji boy mêvana lo.

Şakir: Erê lê ez dizanim tu devê te heye. Lê, tinneye, ji bo zarokan canim... Alo? Alo? Aha telefon hatîye girtin ohhh be çiqas xweş bû. Çima hinekî zû bihata girtin wê çi bûya? Bavê min, xwarzî? Kanê ji min re çay bîne.

Çayfiroş: Aha tînim tînim.

Fîlozof: Heyran tiştek heye qet jê fêhm nakim.(çayfiroş li wir re derbas dibe û çay ji Şakir re tîne) çayfiroş tu dizanî gelo?

Çayfiroş: Çi dizanî? Xalo gelo yekî sibehê zû taştê de derman merman xiste li nav nanê te, tu çi dibêjî?

Fîlozof: Bîra gelo tu dizanî, mirov ji bo çi heya dawîya emrê xwe derîyekî dixe bêrîka xwe paşîyê?

Şakir: qey qûna mirova dixure loma. Mirovê çima tiştekî wiha bike?

Fîlozof: Ez jî nizanim lê belê ez dibînim gelek mirov waha dikin.

Şakir: Kanê kî wiha dike, tenê yekî nîşanê min bide.

Fîlozof: Wa ez dibînim tu hingî hatî vir li ser derzikî rûniştî.

Şakir: Ez, li ser derzikî? (destê xwe dixe bin qûna xwe lê dinêre tiştek tinne) kanê tiştek tinne bin min de.

Fîlozof: Heye heye. Wekî tinne bûya te wiha ne dixiste qîrîn.

Şakir: Ha tu ewê dibêjî. Yaw qet nebêje ez li ber jina xwe bêzar bûme. Erê welle.

Fîlozof: Hîngê diçe derzî bêtir li qûna te re diçe.

Şakir: Welle ez zaten jarim. Wiha biçe ewê li aliyê din re derkeve. Yaw ez çi bikim? Kanê bêje tu bûya te çi bikira?

Fîlozof: Li ser derzî rabe bavê min, ez bûma qet ne di sekinîm.

Şakir: Na yaw?

Fîlozof: Belê, ez bawerim anha qûna te hemû qul qulî bûye.

Şakir: Ê? Ca bêje, kanê ez çi bikim?

Fîlozof: Ê bide min.

Şakir: Bidim te?

Fîlozof: Ango berde bila here (li ber xwe de dibêje “tu berde jixwe ez dikarîm bigirim”)

 





0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page