top of page

Hejmara Yekem A Kovara Pîr Hevokê Hat Weşandin

Yekemin hejmara Kovara Pîr Hevok li ser malpera me hat weşandin.


Piştî weşana Kovara Karanfilköyü a bi 15 hejmarî pêk tê îcar me dest bi weşana Kovara Pîr Hevok kir. Bi vê gavê jî em dixwazin kovareke kurdî û tirkî bi navekî kurdî biweşînin. Destpêka Hejmara Yekem De Peyama Me Her ku diçe dinya diguhere û bi bandora vê guhertinê nivîskar jî diguhere. Lê di encamê de mirovahî dîsa bingeh dimîne. Di vê gotinê re hevwate ji bo me jî piştî du salan gelek tişt guherîn, me xwe aliye zimanê kurdî û weşangeriyê de pêş de bir. Piştî cerribandina Kovara Karanfilköyü îcar jî em hewl didin ku kovareke bi navê kurdî; lê wek Kovara Karanfilköyü kurdî, tirkî û îngîlîzî biweşînin. Armanca me ewe ku em bi du sê zimana di warê nivîskî de bigihijîn wateyên veşartî û wan bi şiklekî estetîk derxin pêşiya we. Kirinên me dê ji xebatên siyasî, olî û nijadperest dûr bin. Lê ev tiştê neke ku em ji pirsgirêkê mirovî dûr bikevin. Herwiha trajediya li hember aliyên erênî ên pêşketina teknolojiyê, talankirina xwezayê û xirabûna ekolojiyê, xilasbûna çavkaniyan û şerên avê, bêwate bûna peyvan a encama erozyona siyasetê li ser peyvan, pirsgirêkên etîk û tiştên mîna van dê bibin mijarê nivîsên me. Mîna xebatên me yên din Kovara Pîr Hevok jî dê bêyî sponsor û alikir dest bi xebatên xwe dike. Ji ber ku em her xwendevanê/î wek alikir dibînin dê motivasyona me tenê hûn bin. Her xweş bimînin. Naveroka Hejmara 1’î Di Çanda Kurda De Kuçik-Umît Tunç Li Xwe Miqate Be-Mûstafa Irgat Yavûz Akkûzû: Hewldaneke Ji Dil-Tamer Şahîn Pirtûkek Ji Bo Te: Xeleka Xeyalên Bê Ezman-Umît Tunç Zanistiya Evînê Royên-Hozano Borekvan-Îhsan Bîrgul Azad Tu Carî Nebû Azad-Çîrok Armin-Heybet Akdoğan Hocam-Berşan Koca Film Köşesi: Esaretin Bedeli-Berat Sevim Jübileye Doğru-Emrah Fırat İhanete ve Haksızlığa İçkin Sıradan Ya Da Sıradan Olmayan Bir Kafa Karışıklığı Üzerine- Elif Sütçü Kirli Çamaşırlar-Suat Gürbüz Bo Xwendinê Pêl Bikin: https://drive.google.com/file/d/1oNAOeJ_i8Gty1shwBG3rZpOIQKsNadW9/view?usp=sharing

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page