top of page

Hermafrodîtî


Di dîrokê de hinek ji wan hinek jî hatina wan tirsiyane; qralan, serweran ew ji bo serweriya xwe wek nîşaneyek nebaş şîrove kirine. Çi wextê jî dergûşek ji wan bibe nûçegihanan lez peyama bûyina wan ji serweran re şandine ji ber ku beriya hatina wan di fel û xewn û zanyariya wê dewrê de hatiye dîtin ku dê tiştek nebaş biqewime. Anjî gel bi xeletî wisa hizirîne.


Ew jin nîn bûn, mêr jî nîn bûn. Ew mirov nîn bûn. Hebe hebe şeytanek anjî cezayek ji aliye Xweda bûn bo xeletî û rê derketina qewman.

Hermafrodîtî
Hermafrodîtê Razayî, Gîan Lorenzo Bernînî 1620

Mirovan di dîrokê de duzayendî wiha şîrove dikirin. Ji ber ku heya zanist pêş de çû, em bûn xwediyê zanîna raza bingehên bûyina tiştan hemû tiştên derasayî mirov gelek tirsandine. Mirovan duzayendî bo xwe telûke dîtine û gelek kesên duzayendî bi awayekî hovane kuştine.


Îcar Ev Duzayendî Çiye?


Di dîrok û mîtolojiyê de wek Hermafrodîtîzm hatiye binavkirin jî îro ev nav nayê pejirandin. Hermafrodîtîzm bi kurtasî kesên di hemdemê de, laşekî de du heb zayenda dihewînin pênase dike. Peyva hermafrodît ji mîtolojiya Yewnanê tê. Li gor şîroveya mîtekê peyva hermafrodît ji hevvekirina navên Xwedayê Bedewiyê Afrodît û Xwedayê Têkiliyê Hermes pêk tê.


Afrodît di mîtolojiya Yewnanê de Xwedayê evîn û bedewiyê ye û di mîtolojiya Romayê de Venûs, ya Etrûsk de jî bi navê Tûran tê zanîn. Hermes jî li gor mîtolojiyê têkildariya Zeûs dike.


Nivîsên Balkêş:


Kurekî Afrodît û Hermes dibe. Navê wî Hermafrodît lêdikin. Hermafrodît hewqas bedewe ku bala Selmakîsa Periya Avê dikişîne. Selmakîs hertim dixwaze nêzikê Hermafrodît bibe lê Hermafrodît naz dike û rû nade wê. Rojekî ku Selmakîs dibîne Hermafrodît di golê de sopekarî dike, carekî de derdikeve pêşiya wî û wî zexm hembêz dike, bernade. Selmakîs ji xwedayan daxwaz dike ku wan ji hev neqetînin. Ev bûyer dibe çavkaniya navê duzayendîbûnê.


Hermafrodîtî xênî mirovan di şênkatî û ajalan de jî heye û wek xirabiyeke genetîk derdikeve holê.


Hermafrodîta Vir (Pseudohermaphrodîte)?


“Pseudo” tê wateya “virek, qelp”. Pseudohermafrodîtbûn ji bo ew kesên ku wexta dibin zayenda wan baş nayê nasîn tê gotin. Ev kesan an mêr anjî jin in lê ji ber ku zayendê wan baş nayê fêm kirin bi zayendekî xelet tên mezin kirin.


Hin kes wexta dibin lebatên wanên zêdebûnê ên derve dişibin jina lê yên di hindir laş de yên mêra ne. Ev kes derve ve xwediyê vajîna ne lê hindirê wan de perêçeyên wek prostat, testis ên mêra tên xuyan hene. Hinekan de jî li dij vê rewşê lebatên derveyî laş mîna yên mera, yên hindir laş jî mîna jina digihijîn. Evana herçiqas derve ve xwediyê penîs û testis bin jî di hindirê wan re malzarok û hêkdank heye. Ev herdu rewş wiha ne:


Jinemêr: Ev kesan derve ve jin tên xuyan, ji ber vê wek jinan tên mezin kirin. Lê rastî mêr in. Dibe ku lebatên wan ên mêrtiyê li gor mêrekî baş negihîştibin lê di laşê wan de mîna ya mêran testesteron çêdibe. Ev kes bi gelemperî wexta dibin xama mîna mêra pirça wan derdikeve û nakevin kinca. Piştî serî li bijîşkan didin tê dîtin ku genetîka wan XY (mêr) ye. Bo vê êdî xwe wek mêra hîn digiherînin.


Mêrejin: Ev kesan derve ve mîna mêra tên xuyan. Ji ber vê jî mîna mêran tên mezin kirin. Lê bi rastî jin in. Di laşê xwe de lebatên jinane dihewînin. Ev kesan wexta di zikê diya xwe de ne toşbiya wan e bergurçik nikare baştirîn kortizon çêbike. Laşê wan bo kêmasiya kortîzonê ji holê rake zêdetir testesteron çêdike. Bo vê yekê testesteron lebatên wanên zêdebûnê ên derve wek yê mêran diguherîne. Lê kromozomê van mîna jinan XX in.


Di vir de du tişt girîng in. Yek bo empatîkirinê di dîrokê de çi dihat serê van kesan, ya din jî di nav kurdan de hermafrodîtî çi astê de derdikeve hember me. Ji ber ku di nav kurdan de zewacên malbatî zêde ne rîska derketina hermafrodîtîzmê zêde ye.


Em bi rêya çend heb pirtûka derheqê çend serpêhatiyên hermafrodîtî ên dewra Romayê agahî werdigirin.


Cara ewil Bz. 314/313 an de di erdnigariya Romayê de bûyerek duzayendîbûnê hatiye nivîsandin. Phlegonê Trallesî vê bûyerê di pirtûka xwe ya bi navê Tiştên Derasayî de dûr û dirêj dinivîse.


“Di Aetolîayê kesekî bi navê Polykrîtas jineke Lokrîsî re dizewice. Mêrik piştî sê şevên bi jina xwe re derbaskirî roja çaremin carekî de dimire. Jinika ji vê yekbûyinê ducanî dimîne wexta radizê dergûşek beşa wê ya jorê nêr û hişk, beşa wê ya jêrê mê û nerm; ango duzayendî tîne. Hogirên ji vê rewşê mat dimînin dergûşê dibin Agorayê û cimaetê kom dikin. Gazî berpirsiyarên olê û remilvanda dikin, derheqê dergûşê ji wan dişêwirin. Ji wan hin kes dibêjin dê dergûşek ji dayikek Lakrîsî û bavek Aetolîayî bûye bibe sedema şerekê di nav Lakrîs û Aetolîayê, ji ber vê hewceye ew ji dê û bavê xwe bê qetandin. Hin kes jî dibêjin bo vê nîşana sawdar ji holê rakin hewceye him dergûşê him jî diya wê bê derxistina derveyî sînor û bên şewitandin. Carekî de xeyaletê Polykrîtos li civangehê tê xuyan. Xeyalet gelê ku ji tirsê direve derûdor bo bisekinin û ji wî netirsin qayil dike. Piştî ku mirov aram dibin Polykrîtos bo dergûşê bidin wî û tiştek tundî dihewîne nekin qayil bûna wan re mijûl dibe. Piçek şûnde dibîne ku li hember daxwazên wî bê dil in û dudîlî dikin dergûşê werdigire, dest bi perçe perçe kirin û xwerina dergûşê dike. Mirovên ku ji tirsa pişika wan diqete diqîrin û bo xeyalet biçe keviran davêjin wî. Lê xeyalet ji keviran zirar nabîne û li wir dimîne. Xeyalet piştî ku ji bilî serê wê her derên dergûşê dixwe li ber çavan winda dibe. Serê mayî dest bi axaftinê dike û tiştên dê pêşerojê de bibin dibêje.


Xênî vê mînakê Bz. 209 an de li Sînûessayê dergûşeke kure an qîze nayê fêm kirin dibe. Lê gel zirar nadin dergûşê, tenê qurbanan jê dikin û dua dikin.


Bz. 207 an de îcar li Frûsîno dergûşek kure an qîze nayê fêm kirin dibe. Ji xênî duzayendî bûnê ev dergûş wek zarokekê çar salî mezin bûye. Rêveberên matmayî gazî remilvandên Etrûrîayê dikin û ji wan dişêwirin. Remilvand dibêjin ev dergûş nîşana tiştên sawdare û divê “ew tişt” ji axa Romayê bê derxistin, bêyî ji axê ve bimizişe di behre de bê xeniqandin. Herwiha dergûşê dixin sindoqekî û davêjin behre.


Bz. 119/118 an de di axa Romayê de zarokek mêrejin ku heşt salî bûye hatiye dîtin. Gel ew saxesax avîtine behrê.


Mîna van bûyeran Romayê de gelek mînakên xeniqandina dergûş û zarokên duzayendî hene. Ji wan hinek jî hatine şewitandin. Lê ji wan hinek kesên pseudohermaphrodît ango jinemêr anjî mêrejin bi zayendê xelet hatine mezin kirin û bi giştî piştî zewacê ji ber ku lebatên wan ên rast derketine holê zayendê xwe guherandine. Lê piştî zayend guherandinê kesên oldar ji bo wan bûne telûke.


Mînakekê de Bz 171î de li Casînûmê keseke (duzayendî) qîz piştî ku zayendê wî yên rast derdikeve hole dibe mêr. Piştî vê remilvand wî dibin û bo bimire dişînin ciyekî xalî û dûr. Dîsa Plînîûs di pirtûka xwe ya Hîstorîa Natûralîs de nivîsiye ku kesekî bi navê Lûcîûs Consîtîûsê Thysdrûsî roja daweta xwe de bûye mêr.


Dîodorosê Sicîlî jî Bz sedsala yekemîn de jiyaye û bûyerên zayend guherandinê pirtûka xwe ya bi navê Pirtûkxana Dîrokî de nivîsîye. Çend mînakên Dîodoros daye hinan de piştî zewacê carekî de êşek peyda dibe û zîkê wan mezin dibe anjî bin zikê wan de kîtleyek derdikeve. Pişt re ev kîtle dîteqe û tê de lebatên wek penîs û testis derdikevin. Herwiha ew kesên ku heya wê demê wek jinan hatine mezin kirin carekî de dibin mêr. Bûyerek wiha de piştî zewacê lebatên jinikê ên mêrane derdikevin û ew kes dibe mêr lê mêrê wê ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn dibe. Mêrê wî ji ber hîsên xwe ên evîndarî di wesyeta xwe de hemû milkên xwe li wî re dihêle.



Recent Posts

See All

Comments


bottom of page