top of page

Hevgirtiyên Bingehîn Ên Di Zindiyan De Tên Dîtin û Taybetmendiyên Avê

Ji yekşaneyan bigire heta pireşaneyan di her zindiyê de %98ê baristê ji karbon, hîdrojen, oksîjen, azot, fosfor û kukurt pêk tê.


Hevgirtiyên bingehîn ên laş de tên dîtin wek organîk û înorganîk du beş in.

Di zindiyan de hevgirtiyên bingehîn

a) Hevgirtiyên Înorganîk:


Taybetmendiya hevgirtiyên înorganîk ew e ku wek elemente bingehîn karbonê nahewînin. Ev hevgirtî ji hêla zindiyan ve ji xwezayê tên wergirtin. Ango zindî bixwe nikarin van hevgirtiyan sentez bikin.


Taybetmendiyeke hevgirtiyên înorganîk jî ew e ku dikarin bê hezmbûn ji parzûnê şanikê re derbas bibin.


  1. Ji bo Zindiyan Taybetmendiya Avê


Ji %70yî barista organîzmayê ji avê pêk tê. Bi alîkariya avê hêmanên pêdiviya şanika bi wan hene tên kişandin û avêtiyên (ango tiştên bêkêr, bên avêtin) metabolîk ên ji şanikan derdikevin tên dûrxistin.


Taybetmendiyeke avê jî bilindbûna tîna taybet a wê ye. Ji ber vê av dikare germê depo bike. Bi sedema vê yekê ava behr û okyanûsan hêdî hêdî sar û germ dibe, zindiyên di van deran de dijîn ziyan nabînin.


Bi bandora benden îyonîk ên molekulên avê biyek digire hêza kohezyonê çê dibe. Hêza kohezyonê nahêle ku molekulên avê pêk tînin ji hev veqetin.


Ji hêza dike ku av ji molekulên din ve bê girtin re jî hêza adhezyonê tê gotin. Bi saya hêza adhezyonê av dikare bi xwe tiştên din ve bigire ango wan şil bike.

hêzên adhezyon û kohezyonê

Di encama xwêdana palên şênkatiyan de hêza mijînê çê dibe. Bi alîkariya hêza mijînê û hêzên adhezyon-kohezyonê av dikare ji kokan heta pelan wek stûn, li dij erdkêşiyê bê kişandin.


Ji ber hêza avê a kohezyonê vekêşana rûbar çê dibe. Herwiha hin zindî bi saya vekêşana li ser rûbarê avê dikarin li ser avê bisekinin û bimeşîn.


Girîngiya avê ne hewqas e. Tiştekî din jî tîna dûkelîna avê bilind e û ji ber vê av dikare sar bike. Dema em xwê didin di laşe me re av derdikeve. Ev av dema li ser çermê me dikişe dûkele dibe û diçe. Ji berk u ev av dema dikele germahiya laşe me dixebitîne bi xwe re germê jî dibe û ciyê xwe sar dike.


Tê zanîn ku av tewinerekî baş e. Ji berk u reaksiyonên kîmyewî di cihê şilavî de diqewimin b ovan reaksiyonan hewcehiya avê heye. Av alîkarî dide ev reasiyonên kîmyewî biqewimin.


Ji bo pêkhatina reaksiyonên hezmê jî pêdiviya avê heye.

Recent Posts

See All

Comentários


bottom of page