top of page

Hinek Pêşgotinên Kurdî


 

1-Qurtik bê bîr e.


Di nav me Kurdan de ev pêşgotin zêdeyî, ji dayikan zarokan re tê xebat. Lê ne tenê ev. Ger ku yek piştî nan xwar xwarina xwe înkar bike jî wan re dibêjin gelo qurtika te bê bîre ku¬, te xwarina xwe ji bîr kirîye. Bi vê wateyê wexta mirov şer dikin û ked, xwarin û xebatên li wan hatîye kirin înkar dikin û ji bîr nayînin li wan re tê xebat.

Xênî van ên zêde nan dixwin ji ber vê li ser hev¬, bê navber nan dixwazin re jî “qurtik bê bîr” tê gotin. Wek van minakan de me nîşanda qûrtik xwarinê temsîl dike.


2-Aqil tac a zêrîn e ser ê hemû kesî da nîne.


Ev pêşgotin wateya xwe raste rast nîşan dide. Aqil di nav gelên pêşdeçûyî de tiştê herî girîng tê hesibandin. Di nav Kûrdan de jî her demê mirovan ên zane, xwedî îlmê re hurmet nîşandane. Ji ber ku barê ne hişî yê giran e.


3- Malê gulleye derve fille ye.


Hin mirov hene di malên xwe de gelek jêhatî, xurt, jîr tên xuyan. Ji ber ku kengî malê xebera mêranî yê derbas dibe xwe diavêjin nav û destpê mêranî yên xwe dikin, pesnê xwe didin. Anjî hîn mêr hene di malên xwe de li ser zarên xwe û jina xwe zordarîyê dikin, li cem wana dibin gulle û li ser wan de dibarin. Lê ev kesan gelek caran li hemberê ên nenaskirî ango li derve nikarin dengên xwe bilind bikin. Mîna pisîka dibin ango dibin fille. Fille di Zimanê Kurdî de ên Misilman nînin re tê gotin. Li gor vê wateya ‘fille’ di vê pêşgotinê de ên ku di malên xwe de dibin gulle li ser mirovên xwe yên ji ber wan deng dernaxin, ên naskirî de dibarin wexta ku derdikevin derve ji hemberê mirovên nenaskirî wek ku mirov dînê xwe biguherîne anjî li dîn derkeve ditirsin.


Wexta me malê li cem mirovên xwe dengên xwe zêde bikira ji me re digotin malê li cem mirovên xwe hûn bibin şêr jî qedr û qîmeta we tinne ji ber ku mêranî ew e ku mirov li cem mirovên nenas, li derve dengê xwe bilind bike. Ya di vê pêşgotin de tê gotin mirov li ser malbata xwe zordarîyê bike ne mêranî ye. Her wiha malbatê di nav Kurda bilind dike û şertên mêranî yê nîşan dide.


4-Kitek helep yek celep.


Peyvên helep û celep di vê gotinê de wek du tiştên li dij hev tên xebat. Wek rast û cep. Lê belê dijberî ya navberan van herdu peyvan de piroleye, gelek zêdeye. Li gorî xebata vir wateya pêşgotinê dibêje du tiştên li cem hev wisa li hev qetîyan ku yek çû helep ya din çû celep.


Wexta em piçûk bûn me gorê xwe ji dîya xwe dixwaz ger ku dîya me bi hêrs bûya li me re digot “kanê te her goreyê avîtiye cîyekî yek çûye helep yek celep”. Ango wexta gorên yekî li hev negirta û her kiteke wî li rengekî din bûya me henekê xwe bi wî dikir digot “goreke wî helep yek celep e”.



5-Gotin pisîkê guyê te dermane çû rît veşart.


Dibe ku hûn jî rastî vê tiştê hatibin can he wexta mirov pesnê yekî dide ji wê re tiştên baş dibêje carekî de pişka wî mezin dibe û careke din rû nade mirov. Xwe ji çêtir dibînin û pozbilindî li wan digre. Ew çax ji wan re ev kevneşopiya tê gotin.


Mirovên dexes, çavtengî dikin û yên keysperez (xwediyê roja xwe) wexta tiştekî xwe de baş bibînin zûtirkê diçin xurt vedişêrin. Ev pêşgotin girîngahî ya parve kirin ê nîşan dide û bi wateya xwe ezîtî yê zem dike, reş nîşan dide.



6-Mal ji xuya neçe heram e.


Di dîrokê de Kurd zêdetir li cihên gundewarî jiyane. Ji bona vê di nav gotinên wan de derheqê xweza û heywanan de gelek tişt hene. Di vê pêşgotinê de jî ‘mal’ gelek caran ji bo heywanan tê xebat. Di nav Kûrdan de tê zanîn ku her tişt destên mirovan de ye. Ger ku mirov tiştên baş bike, zarokên mirovên jî mirov ji xwe bikin mînak û tiştên baş bikin. Ger ku mirov tiştên baş bike heywanên mirovên jî tiştên baş bikin anjî tercîhên mirovên baş bibin û ji vê sedemê tiştên mirov wê hemû li gorî mirov bibin. Lê mirov tiştên baş neke kûçikê mirov jî tiştê baş nake, pezên mirov jî û heta kera mirov jî wê ker derkeve.


Ev pêşgotin girîngahî ya tiştên baş nîşan dide û xisletên nebaş reş dike.

 

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page