top of page

Ji Sala 2184an Nameyek


Ji Sala 2184an Nameyek

Ev çendeke min ji bo nameyeke wiha xwe amade dikir. Di vê dema ez tê de me de, di rojên taybet de hin kes wek diyarî ji hev re Skymail ango nameyên fezayî distînin. Mirov van nameyan de tiştên dilê xwe, xwestekên xwe dinivîsin û wê dişînin WishLand ê. WishLand gerstêrkeke nêzîkî me ye. Tê de jiyan tinne. Çendeke hemû mirov xwestekên xwe, tiştên dilê xwe bi rêya firokeyeke Skymailê dişîne wir û êdî ev tişt bûye rîtûelek. Di dawiyê de hevalên min jî ji bo 34êmîn temenê min ji min re skymailek diyarî kirin. Ez ê jî çend gotinên dilê xwe bi kurmancî binivîsim û wan wergerînim kurdiya zazakî, soranî û hewramî û herwiha bi çar zaravayê kurdî bişînim WishLand ê.

Dibe Ev Jî Bala Te Bikişîn in;


Di pêvajoyê de, salên 2000an de dewletan ji bo tora civakî kanûnên zexm avakirin. Ev yek bû sedem gel êdî li ser tora civakî nikaribe xwe vebêje û pêdiviya ciyekî nû çêbû. Lê ji xeynî gerdûna metaversê cî nemabû. Dewletan hê dest neavîtibûn wir. Gel li wir bi awayekî be jî serbest bû. Me li wir dikaribû bi dilê xwe nav li axa xwe ya kirî bikira û zimanê kurdî li ser wê axê bikira zimanê fermî. Avatarên axa me de hemû karê xwe bi kurdî dikirin. Me wêneyên mezinên kurda li kolanên bajarên xwe ve kiribû. Lê çend roj berê dewletê dest avît metaversê jî. Bi heman sedemê, çawa wextekî tora civakî xistibe bin kontrola xwe metavers jî xiste bin kontrola xwe. Dewletê got axa welatiyên min ên di metaversê de bi awayê fermî ya min e. Wek jiyana rastî de çawa be wisa ew dikarin wê bişixulinîn lê divê li gor kanûnên min be. Ji ber vê jî zimanê axa welatiyên xwe di metaversê de kir tirkî. Êdî em li wir jî nikarin kurdî bikin zimanê serwer.

Dema projeya Marsê pêkhat ji bo me girîngiya vê biryara dewletê a metaversê nema. Bi rastî em dihizirîn ku bi çûyina Marsê dê girîngiya sînoran nemîne û em ê jî ziman û çanda xwe wek dewlemendiyeke dinyayê bikaribin di jiyana xwe de nîşan bidin. Lê mixabin kesên ji bo saziya rêveberiya Marsê hatin hilbijartin kurd nebûn û tenê zimanên fermî ên dewleta li Marsê wek zimanên fermî hatin qebûlkirin û kurdî di nav wan de nîn bû. Em, kesên kurdî diaxivin ji bo vê her roj nameyan ji serokê projeyê re dişînin. Lê çênabe. Anha hejmara kesên kurdîzan gelek kêm bûye. Ên dizanin jî ji ber ku ji gelên dîasporayê û tirk, ereb, eceman re zewicîne di nav malê de û jiyana rojane de nikarin kurdî biaxivin. Ev çendeke herçiqas êdî dema wê derbas bibe jî û jiyana takekesî serdest be jî min biryar daye ku ez bizewicim. Divê kesên kurdî dizanin û dikarin alîkarî bidin ku nifşeke ji kurdbûnê xwedî derkeve biafire bizewicin. Lê mixabin ez nikarim jineke kurd e kurdî dizane, ya herî girîng, di jiyana xwe de kurdî hildibijêre bibînim. Bibînim jî zewacê pê bidim qebûlkirin. Zewacê bidim qebûlkirin jî zarok çêkirinê pê bidim qebûlkirin. Êdî bi hev re şabûn û ducanîmayin jî ji hev qetiya ne. Mîna berê nîne ku kes ji bo seksê bê dil be jî xwe bixe bin barê zarok çêkirinê. Ez ji nasên xwe re dibêjim keseke wiha ez pê re bizewicim heye an na hemû bi min dikenin. Min nezan dibînin. Vê demê ya herkesî robotekî/roboteke wê heye. Ji robotan civateke nû ava bûye. Robot jî wek me rûniştanvanên dewletê ne û mirov dikare bi robotan re bizewice. Ji ber vê gelek hevalên min anha bi robotan re zewicîne. Di serî de min ev yek ji bo kurdî wek tiştek baş didît. Min digot ez ê robotekê re bizewicim û zimanê kurdî hînî wê bikim. Lê paşê ji ber ku robot jî wek rûniştvan hatin qebûlkirin dewletê zimanê fermî ji bo wan jî guherand xêra vê jî nema. Dema mirovên me zêde bûn, bi milyona kurd hebûn me bi jimara xwe pesnên xwe dida û te digot qey nifûsa me yê hertim wisa zêde be. Bi rastî heta demeki zêde jî bû lê ew nifûs ne li gor çanda me, li gor çanda serwerê me mezin bû. Ev yek tiştekî çawa ye dizanî; belê hewş ya te ye lê tê de pîvazên xelkê hêşîn dibin û dema tu wan pîvaza hûr dikî hertim hêsir ji çavên te dikişin.


Divê em ji bo hêşînbûna çanda xerîban nebûna zevî. Mixabin.

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page