top of page

Jin û Jîyan


 

Şili dibarî. Kesekî nizanibû wê heya çi wextê bibare. Xanimê di nav vê baranê de li xênî tenûr vêxistîbû nan çêdikir. Malê dengê zarokê piçûk dihat, digirîya. Qîza Xanimê a mezîn, navê wê Herdem bû, li dibistanê bû ji ber vê kesekî li cem zarok bisekine tinnebû. Xanimê hevîrê nan duh êvarê çêkiribû, sibehê piştî çûyîna Herdem dibistanê pêşî zarok mêjandibû piştre teşta nan a yek bi tenê nikare bilind bike dabû ser milê xwe anîbû xênî. Heya vê saetê nan dipêjî.

Xênî kevn bû. Şilî hingê diçû zexm dibû. Di ser serê wê de dilopên şilîyê dihatin. Pişta wê hemû bibû av. Derdê wê tim parastina teşta hevîr, agirê tenûrê û nanê wê yê nû çêkirî bû. Ji bo vana ji dilopên şilîyê biparêze ber destê wê çiqas tişt hebe dabû li dora wan anjî avîtibû li ser wan. Di nav vê teqe reqê de ne dihate hişê wê anjî jixwe tiştek tinne bû biavêje li ser pişta xwe.

Mêrê Xanimê di sibehê zû, ji ber ku mînîbûsa bajarok nerevîne, berîya banga dîka çûbû li nav gund da ku biçe bajarok. Bona vê yekê barê heywana ketibû ser milê Xanimê heya ji mêrê wê anjî keça wê yek were malê. Heywan jî em dibêjin çend pezên pîyê wan keştîye, dereke wan birîndar anjî nexweş bûn. Sewa çolê tiştek neyê li serê wan ev pezan li malê dihîştin û malê her car rojê sê caran ji hinek gîhayê ber malê çinîne piçik piçik dianîn didane pêşîya van heywana. Îro jî mîna her roj Xanimê sibehê hinek gîha dabû heywana, piştre hevîrê xwe kişandibû xênî û destpê nan çikêrinê kiribû.

Xanimê heya piştî nîvro serê wê berda hevîr avîte tenûrê, nan li tenûrê derxist. Şilîyê têra dilê xwe erd xistibû herî tarçiq û pişta xwe dabûyê çibû. Xanimê piştî navbereke dirêj serê xwe bilind kir bala xwe da di teşta hevîrê wê de hinek hevîr maye. Kir ku ewê hevîrê jî carekî de amade bike biavêje tenûrê lê nêzîkê nîv saetê bû li gomê kale kala pêz dihat. Hewce bû hinek gîha bida heywana. Di dilê xwe re derbas kir “saet derenge hindik maye mêrik li bajerok were ger ku bibîne heywan waha birçîne wê min bikuje” got.

Lê jixwe hevîrê wê jî hindik mabû “ger ku hinekî destê xwe zû bigrim wê zûtirkê xelas bibe” got. Lê îcar jî dengê zarokê wê li ber guhên wê ket, digirîya. Agirê tenûrê binîve sor dikir. Xênî tijî dûman bibû. Xanimê çend nan dîsa avîte tenûrê derxist, destê xwe bi binkirasê xwe ve paqij kir rabû. Fikirî da ku zarok sibehê zûda tiştek nexwariye, birçîye anha. Hinek kinc avîte li ser derê teşta hevîrê xwe derbasê malê bû. Zarok, ji xewê hişyar bibû ji ber ku kesek li der û dor nedîtibû tirsîya bû. Nav nivînê xwe derketibû, çalepîya heya li ber derî hatibû.

Xanimê kir ku derî veke lê tiştek ketibû li pişt derî nedihîşt derî vebe. Xanimê di baceya li aliyekî derî de lê nihêrî zarok hatiye ketîye li pişt derî. Îcar destê xwe li bacê xist, rîyê xwe li bacê de nîşan xist. Dawîyê de van dengan bala zarok kişand. Zarok li pişt derî derket çalepîya ber bi hêza bacê ve hat. Xanimê derî vekir xwe avîte li ser zarokê xwe. Zarok hingê girîya bû hêsir û gilêza wê tev li hev bibû. Xanimê pê kirasê xwe ser û çavên wê paqij kir, singê xwe vekir zarok danî li ser çongê xwe mêjand. Wê zarok bimêjanda bixista nav nivînan razanda û piştre biçîya gîha bida heywana. Ê Paşê vegerîya ew hevîrê xwe yê maye bixista nan, hinek av li tenûrê de germ bikira serê xwe bişûşta û karê wê biqedîya.

Xanimê zarok mejand, dîsa xiste li nav nivîna. Demeke dirêj jê re lorî got û ji bo gêj bibe zûtirkê bikeve xewê bi destekî zarok nav nivîna da dihejand. Lê Xanimê dikir nedikir xew nediket çavên zarok, bawerîya mirov nedihat ku mirov bêje wê zû an jî dereng rakeve. Xênî tijî dûman bibû û dûman li derzên bacê re dikete malê jî. Dengên heywanên birçî li derve berdewam dikir ku birçîbûna xwe li hemû cîhanê eşkere bikin. Hîngê diçû wextê Xanimê hindik dibû û dest û lingên wê tev li hev dibû. Di wê navberê de mînîbûsek hate taxa wan. Xanim gelek tirsîya ku mêrê wê li hindirê mînîbûsê derkeve. Zarok di nav nivîna da mabû û ew jî li ber pencerê ew kesên li mînîbûsê peya dibin dinêrî. Piştî çend kesê nas peya bûn mînîbûs mîna ku çawa hatibe wisa vegerîya di nav gund de winda bû.

Xanimê bala xwe da wiha nabe zarok da li ser pişta xwe û bi kirasekî li pişta xwe ve girêda, xwe avêt derve. Pêşî kete xênî. Xênî li ber dilopên baranê tev li hev bibû. Dîsa dengên heywan û mînîbusan li ber guhên wê zêde bûn. Carekî de kir ku bilez biçe hinek gîha bîne bide ber heywana. Di xênî derket bilez heya cîyê gîha lêye çû. Çawa destê xwe avêt gîha mîna ku tiştek bibe destê wê li gîha negirt. Piştre vegerîya û ber bi xênî ve çû. Di rê çend gavê bi lez mîna ku mirov bawer bike bigihîje tiştekî diavît û piştre mîna ku yek î carekî de bawerîya xwe winda bike li cîhê xwe de req dibû disekinî. Dawîyê de xwe da li ber derê xênî. Kete hundir. Revî çû li ber tenûrê li ser çonga ket û herdu destên xwe xiste di nav agirê tenûrê.

 

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page