top of page

Kovara Pîr Hevok Hejmara 3 Hat Weşandin


Kovara Pîr Hevok Hejmara 3


Sêyemîn hejmara kovara Pîr Hevok hat weşandin. Ev hejmar ji ber çênebûna derfetan hinek paş ve ket û çendek dereng hat weşandin. Lê em bawerin ku bi rengê xwe, mijar û nivîsên xwe ve hejmareke baş derket holê.


Di vê beşê de ji Netflixê sê heb rêzefîlm hene ku ji wan yek di beşa tirkî de wek pêşniyar cih girtiye. Du heb jî beşa kurdî de hatine berawirdkirin.



Naveroka Hejmara Sêyemîn:


1- Wednesdey Addams û Jeffrey Lionel Dahmer: Umît Tûnç


"Rêzefîlma Wednesday ji hin aliya ve dişibe ya Dahmer ku ew jî çendek berê ji hêla Netflîxê ve hatibû çêkirin. Ka werin em binêrin da ku ev herdu ji kîjan aliya ve dişibin hev.

Çend roj berê Netflixê rêzefilma xwe ya nû a bi navê Wednesday weşand ku rêzefîlm gelek hat temaşekirin û rekora Netflixê şikand.


Li gor min ev rêzefilma ji aliyê kategoriya xwe ve gelek dişibe fîlma Harry Potter. Ji ber ku herduyan de jî bûyerên fantastîk diqewimin û serlehengê wan zarok-xama nin. Lê cudahiya Wednesday ew e ku serleheng bixwe xwedî xuyên baş nîn e û di axaftinên xwe de jî vê yekê vedibêje.

..."


2- Çîroka Destpêka Mirinê: Mûstafa Irgat


"hê aqubeta stranên

ku li bayê hatibûn dizîn

xeyalên ku bi axê hatibûn şûştin

û aqubeta şevên qefeskirî

li çipikên xîzan nehatibûn pirsîn

dema ku strana

ku li xeyalên keçên ciwan hatine dizîn

bilind dibû di radyoya neqş tarî de

erd û esman secde digirtin

li ber awaza letîf û şirîn

..."


3- Alan Ciwan-Ez Balîndeyekî Çawa Me: Tamer Şahîn


"“Ez şanoya kurdî dikim, lewra şanoya kurdî tiştekê li min zêde dike. Ji ber ku ew deng, ew reng, ew ziman tiştekê li min zêde dike, tiştekê dide min.”


Alan Ciwan di sala 1990an de li gundê Hesarê girêdayî Kercosê ya Elihê ji dayik bû. Perwerde-hiya xwe ya dibistana seretayî heta lîseyê li wir wergirt. 15 salî li rastî şanoyê hat. Di lîseyê de bi awayekî çalak dest bi şanoyê kir.

..."


4- Mêvana Biçûk: Îhsan Bîrgul


"Rojên dawî yên Sermawez

Şeveke bi dengê qeşayê rapêçayî

Banên bi cemedan dagirtî

Hevalbendiya şevê dikirin

Şev ber bi kurahiya xwe diçû

Sar, tarî û ewqas jî dengbirî

..."



5- Nêr û Mê Şov-Ji Zaroktiyê Derketin:


"Jin: Te cara yekem çawa ferq kir ku tu êdî ne zarokî?

Mêr: Dema pêşbazê din hat.

Jin: Pêşbazê din? Ew çi ye lo?

Mêr: Piştî du sal li ser bûyina min re derbas bû xwişkeke min çêbû. Ji xwe min hêdî hêdî ferq dikir ez êdî kal bûme. Wek Vîseriysê reben ku ji ber nexweşiyê edî nikaribû xwe li ser textê House of Dragon bigire ez êdî nikaribûm bikevim hembêza dêya xwe.

..."


6- Hêviyeke Nediyar: Çîrok


"Germê êdî ew hemû kesên di hindirê otobêsê de aciz kiribû, bêhna gora tevli bêhna xwarinê bibû. Herkes cehişîbû. Hê teze an 2 an jî 3 saet derbas bibû lê xûya dikir ku ev rêwîtiyê dijwar be. Apê Salih ji panosê diçû Îzmîrê. Yê serî bida xwişka xwe, xwişka wî ketibû û çoka xwe keştandibû. Diçû bibîne. Hingî derketibûn rê îskeîskeke bijan dibîhîst. Ev îskeîska qet nesekinîbû, xûyabû ku ev îskeîska keçekî ye. Apê Salih serê xwe vegerand û pişt xwe nihêrî. Ev dengê bijar wek gotina wî ji keçikekê dihat, keçikê serê xwe xar dilê xwe ar kiribû digiriya.

..."


7- Sevdan Gözlerimde Asılı İntihar: Heybet Akdoğan


"

...

susmadı acıları sır eyleyen yankılar

gözlerine değince umudum

bin yıl geçti diyordu ulaklar

yaşanılan

ömür törpüsü değildi

çehremdeki kıvrımlar

canhıraş hâlime tercümandı


..."


8- Uyku: Berşan Koca


"Suyumuz bitmişti. Torpido gözünde duran üç gofret ve bir kremalı bisküvi ile sırnaştıktan sonra hava almak için arabadan çıktım. Bozkırın kenarında bir başımıza kalmış olmaktan tarifsiz bir gurur duyuyordum. Hava kararmak üzereydi. Terli sırtıma yapışınca titreyen vücudumu ekşiten gömleğimi düzeltmeye koyuldum. Sigara almak için arabanın camından içeri sarkıp iki koltuğun arasına uzandım. Selin bana bakıyordu. Onu önemsemediğimi hissetsin diye gözlerimi ona doğru çevirmeden sigaramı almayı başarmış olmanın sevincini tarifsiz gururumun üzerine katıp, parçalanmış dudağımla sigaramı içmeye başladım. Parmaklarım sızlıyordu ama aldırmadım. Üç nefeste yarıladığım sigaramla pek yerli bir şaire selam yollayıp esnedim.


..."


9- 1899 Dizisi: Berat Sevim


"1899, geçtiğimiz yılların en ilgi çekici ve gizemiyle izleyenleri büyüleyen bir yapım olan Dark’ın yaratıcılarının tekrar bir araya gelip 17 Kasım 2022 tarihinde Netflix üzerinden izleyiciyle buluşturduğu bir yapımdır. Dizinin yaratıcıları arasında Jantie Firese ve Baran bo Odar yer almaktadır. Dizinin başrollerinde Emily Beecham (Maura Franklin), Andreas Pietschmann (Eyk Larsen), José Pimentão (Ramiro) gibi isimler yer almaktadır.


..."


10- Saçların: Ferhid Mamoje


"Bana

Antipode adalarından bir bulutun yalnızlığı,

sarı ülkelerde;

akşamüstü ezanından kısa bir name,

Ganj'da sonsuz bir direnişin külleri,

Jina Emini'nin savrulan saçları gerek.


..."


11- Koynumdaki Yılan Sobe!: Karanfil Zehra Kaplan


"Musée du Louvre... Fransa'nın başkenti Paris’te bulunan dünyanın en büyük müzesi olma özelliği taşıyan görkemli yapı. İçinin insanlarla tıka basa dolu olduğu herhangi bir pazartesi gününde gözleri kendisine çevirmişti.


Küçük Hilde annesinin elinden tutmuş birbirinden farklı onlarca tablonun arasında ilerliyordu. Birkaç saniye sonra annesinin de direktifiyle birisinin önünde duraksadılar. Annesi tabloya kaşlarını çatmış ve başını hafifçe sola çevirip onda bir şeyler bulmaya çalışıyordu.


..."


Comments


bottom of page