top of page

Krîstof Kolomb Dibêje; Hemû Rût û Tezî Ne


Krîstof kolomb

6 Cotmeh 1492:


Ji deve nivîskarê Krîstof Kolomb;


Amîral, ango Krîstof Kolomb dibêje ew du kesên ji bo hindirê welat lêkolîn bikin ku şandiye êvarê vegeryane benderê. Beriya ku bigihîjîn gundekî nêzîkî bi pêncî malan pêk tê du fersex rê çûne (meşiyane). Di gund de nêzîkî hezar rûnîştî hebûn e (ji ber xwehê wan ew e k udi malekî de ji yekî zêdetir kes dimînin). Ev malana mîna konên glover û zêde mezin bûn.


Li gor gotina wan xwecihiyan ewna bi temaşeyên gelekî mezin pêşwazî kirine, jin û mêr hemû kes hatine dîtina wan û di malên herî baş de vehewandin e. Destdane van der û wan derên wan, bi heyranî dest û piyên wan maç kiribûne, ji ber hizirîne qey ew ji esman hatine. Eva jî gotibûne. Tiştê ku dixwarin dabûne ên me jî.


Gotin ku wexta gihîştine wir mezinên gund ev ji milên wan de girtiye û biriye mala herî mezin. Ji bo rûniştinê hin tişt dane bine wan û ew bixwe jî li havîrdora wan li ser axê rûniştine. Hîndiyê ku bi xwe re biribûn jî kesên wir re qala başiya jiyana mesihiyan kiriye, gotine mirovên baş in. Pişt re mêr derketine, jin ketine hindir. Ew jî havîdor li ser axê rûniştine. Ji bo ku fêr bibin ew jî mîna wan bi hestî û goşt pêk tên an na destdane van der û wan derên wan, dest û piyên wan maç kirine.


Spanyolan darçîn û filfila û biharatên din ên Amîral wek spartek dabû li cem wan nîşanê wan dabûne. Bi nîşanên dest û milên xwe xwestine bêjin li hinek dûrê başûrê rojhilatê gelekî hene lê nizanibûne wê herêmê hene an na. Gundê wan ne rêzkarî hebûye ne rêxistîbûn, ên me jî biryar dane ku vegerin bendêrê.


Şandiyan gotin, ku ji kesên xwestine bi wan re bihatana re denge xwe nekirina dibe ku ji pêncsedî zêdetir kes tevli rewitiyê biba. Ji ber hizirîne ku ên me yê sedî sed vegerin esmana. Spanyolan dîsa jî pêşengekî gund, kurekî wî û kesekî pêve guman dibû hildane li cem xwe. Amîral ew vexwend hafa xwe, gelekî bikubarî ji wan re axaft. Kesê pêşeng zehfîna girav û axên li wê herêmê wek yê xwe terîf kir. Amîral dixwast ku wî bibe hafa gewre a kralên Katolîk lê belê , carekî de çi hatibe hişê wî, him jî nîvê şevê, ji ber tariyê an ji tiştek din tirsiya lewma xwest vegere gundê xwe. Amîral got naxwaze nelihevkirinê derxîne ji ber ku keştî kişandibû axa berava giravê; soz ji mêrikî stand ku piştî roj ava bû dîsa biçe lê ji ber çi mêrik careke din nehate dîtin.


Şandiya di rê de gelek jin û mêrên hindî ên ji gundekî derbasî gundêkî din dibûn dîtine, di destê hemûyan de darekî şewatê û gihayekî hişk hebûye. Ji bo pêxûr çêkirinê ji vana havildarbûn e, tiştekî hînbûyîtî bûye ev yek.1 Di seranserê hemû rê tenê gundekî ji pênc malî zêdetir pêk tê jî nedîtine. Hindiyan ew li her derî bi heman rêzê pêşwazî kirine. Gelek gelek dar, şênkatî, kulîlkên bibêhn ên cuda dîtine; wek wan jî cûk ku ji xeynî kew û bilbil hemû jî ji yên Spanyayê tên dîtin cudatirbûne, fîte fîte wan bûye. Ji bilî vê bêhejmar qaz hebûne. Ku em werin li ser çarpêyan ji xeynî kuçikan tiştek nedîtine.


Ax gelekî berhemdar e, gelekî baş hatiye çinîn. Me berê jî gotibû mame direşînin. Fasûlî û baqil direşînin, lê belê naşibin ên me. Dexil jî heye. Ji pembûyê jî bi awayê tewş, şixulandî û rêsandî gelek heye ji malên wan tene yekî de pêncsed arroba pembû dîtine. Herêm bi hêsanî dikare di salekî de çar hezar kental pembû çêbike. Amiral dibêje evê nareşînin, wek seranserê salê ji ber tê girtin dixuye. Pembûyeke gelek zirav e ev, bi taybetî jî gûzika wê gelekî mezin e. Xwecihiyan hemû tiştên xwe bi mirandîtî didabûne, dibêje, selikek mezin a pembûyê bi parçe şirît anjî tiştekî ketober guhartibûne.


“Evna mirovên ji nebaşiyê bêhay in” dibêje Amîral. “Him jî qet şer nekirine” hemû rût û tezi ne. Ne tene mêr, herwiha jinê wan jî, wek ku ji diya xwe bûyinê ne. Bi rastî jinên wan parêeyek pembûya biçûk li xwe dikin lê tene têra pêçandina êwkê wan dike, wekî din na. Bejn û bala wan zehf rind e. Zêde reş nîn in, devîdevî kesên girava Zerdelokê ne.

 

1 -Di berhema Las Casos a bi navê Dîroka Welatên Hindî de daxuyaniyekewiha heye: Hindî çêreyên hişk dixin di nava belgeke hişk, wê mîna kov dipêçin û devê wê yî fire ve vêdixin. Dûxana wê jî di devê wê yî teng re dikişînin hindirê xwe. Dûxan wan radizîne anjî serxweş dike. Ji çêrê re “tabaco” vedibêjin. Mi di girava Espanola de hin Spanyolên vê dikin dît, ez beziya me wan. Gotin “em çibikin”, em hînbûne, nikarin berdin”.


Çavkanî: Kolomb, Seyir Defteri, Îş Bankasi Yayinlari, Sf. 53-56



0 comments

Comments


bottom of page