top of page

Kurd; Pirtûkeke Destan


Kürtler Bir El Kitabı Mehrdad R. İzady

Dîroka Kurdan heya demek nêzîk, ji ber ku dewletên Kurd tê de dijîn ên Rojhilata Navîn li ser Kurda gelek teorîyên beredayî çêkirine ne grîng dihate xuyandin. Lê wexta mirov vê pirtûkê dixwîne fêr dibe da ku ji ber çi îro Kurd ketine vê halê û Kurd xweyî dîrokek çawa kevnar in. Nivîskarê pirtûkê Mehrdad R. Izady destpêka pirtûkê de dibêje wexta Saddam Iraqê gaza kîmyevî avêt nav Kurda, bû sedem ku Kurd carekî de bikevin rojeva dinyayê. Lê wê demê bala xwe dinê ku kes derheqê Kurdan de tiştek nizane.


Mehrdad R. Izady ji aliyê zanista sîyasetê, dîrokê, têkiliyên navneteweyî de perwerde bûye û vê rewşê de vê pirtûka bi nasnavê Kurd: Pirtûkek Destan dinivîse da ku dinya Kurdan hinekî nas bike. Pirtûk zimanê Kurdan, warên kurd di dîrokê de lê jiyane û wateya "Kurdistan"ê, erdnîgarî û şirişta Kurdistanê eşkere dike. Hûn dikarên dîroka Kurdan a antîk, klasîk û modern pirtûkê de bibînin û ji Medan heya dewleta Kurda li Mahabad'ê ava kir derheqê Kurdan hîn bibin.


Pirtûkê de beşeke girîng jî ji bo olên Kurdan hatiye veqetandin. Di dîrokê de Kurdan kîjan ol afirandine û bawerî ji kîjan olan anîne pirtûkê de dinivîsîne. Yezdanî, Yaresanî (anjî Kakaî), Mazdeîzm, Îslamîyet, Xrîstiyanî ji van olan hinekin. Dawiyê de, ên vê pirtûkê bixwînin hewceye pêşbiryarî nekin. Ji ber ku derbarê dîroka Kurdan de gelek teorîyên siyasî hene û ji ber ku Kurd jî Îranî tên hesap gelek tiştên di dîrokê de Kurdan kirine li ser navê Persan hatine nivîsar.

0 comments

Comments


bottom of page