Li Benda Min Bimîne
Li benda min bimîne
Heta ku ciyawazî hilweşe
Heta ku ew hesret xelas bibe
Heta ku bihar were welatê me
Çavên xwe yên reş li rê nekêşîne...
Li benda min bimîne
Bi awayekî hêvî û şahî...
Dema ez hatim;
Destê min bigire
Ber bi minareye çar ling
Bimeşin bircên herî xweş re
Paşî biqîrin,
Biqîrin sitrana xwe,
Biqîrin azadîya xwe,
Biqîrin hêvîyên xwe,
Biqîrin evînê.
Comments