top of page

Li Gor Daneyan Pençeşêr

Ji bo beriya xwendinê baştir bizanin da ku epîdemiyolojî çi ye û çi dinêre pêl bikin.



Pençeşêr ji ber ku di nav sedemên mirinê de ciyekî mezin digire û di nav gel de bûye sedema tirseke mezin nexweşiyeke girîng e. Di nav gel de pençeşêr dihê wateya mirinê û ji pençeşêrê filitîn tiştek gelek dijwar dihê xuyan.


Ji xeynî vê bi taybetî jî bo kesên hatine qonaxa dawî ya pençeşêrê ji gencineyê pereyekî mezin dihê veqetandin. Ev yek jî dike ku dewletên dixwazin vê pereye biçiktir bikin hin gavan bavêjin û ji xwe re polîkayeke rêvebirina pençeşêrê çêbikin. Ji ber vê hewcehiya tovkirin û şîrovekirina daneyên pençeşêrê girîngtir bûye.

Ne tene polîtîkayên kêmkirina lêçûnên di warê tenduristiyê de herwiha bo nexweşî baştîr bê fêhm kirin jî hewcehî heye ku daneyên derbarê pençeşêrê bên tovkirin û şîrove kirin. Wek mînak li gor zayend û temenan belavbûyina pençeşêrê çawa ye, herî zêde kîjan cûreyên pençeşêrê derdikeve; têkiliya xurekan û pençeşêrê çawa ye ji pirsen ku epîdemiyolojiya pençeşêrê bersiva wan digere ne.



Bi saya şîrovekirina daneyên pençeşêrê îro tê zanin ku:


  • Pençeşêr di dinyayê de duyemîn sedema mirinê ye. Ev jî tê wê wateyê ku mirin duyemîn herî zêde ji ber pençeşêrê diqewime. Di seranserê dinyayê de ji her 6 mirinê 1 ji ber pençeşêrê diqewime.

  • Ji %60î zêdetir bûyerên pençeşêrê Afrîka, Asya û Başûrê Emerîkayê derdikeve û %70yî mirinan van deran diqewime.

  • Xebitandina hêmanên titûnê di nav faktorên rîskî de yê herî girîng e. Titûn di nav mirinên pençeşêrê de ji %22yê berpirsiyar e.

  • HPV û Hepatît B/C ekfeksiyonên vîral ên dibin sedema pençeşêrê ne. Pençeşêrên ji ber van enfeksiyonan çêbûyî di welatên kêmdahatî û navdahatî de ji %25ê berpisiyar in.

  • Ji %30yê mirinên pençeşêrê ji ber bilindtirîn îndeksa giraniya laş, kêmtirîn xwerina fêkî û sewzeyan, nebûna aktîvîteyên fîzîkî û xebitandina hêmanên titûn û alkolê ve ango ji rîskên tevgerrî û parêzî ve tekildar in.

  • Di qonaxa dawî a pençeşêrê de serî lêdan, bê nasan û tedawî mayin berbelav e. Di sala 2017an de, di nav welatên kêmdahatî de tene ji %26an de hatiye zanîn ku xizmeta patolojiyê di nexweşxaneyên dewletê de tê dayîn.

  • Di welatên zêdedahatî de ji %90î zêdetir nexweş dikarin bigihijîn tedawiyên standart. Lê ligel vê di welatên kêmdahatî de ji %30yî kêmtir nexweş digihîjin tedawiyên standart.

  • Li gor daneyên 2010an hatiye hizrkirin ku maliyeta tevahiya cûreyên pençeşêrê dê wê salê nêzîkî 1.16 trîliyon dolarên DYA yê be.

  • Di nav welatên kêmdahatî û navdahatî de ji 5î tene 1 welat bo polîtîkaya rêvebirina nexweşiya pençeşêrê xwedî daneyên hewcehî ye.

Bi daneyan pençeşêr:

Li gor daneyên Rêkxistina Tenduristiyê A Dinyayê (WHO) ên 2020an di herdu zayend û hemu temenan de herî zêde pençeşêra memika derdikeve. Pişt re jî ji ber titûn kişandinê pençeşêra pişikê berbelav e.

Li gor daneyên Rêkxistina Tenduristiyê A Dinyayê (WHO) ên 2020an di herdu zayend û hemu temenan de herî zêde ji ber pençeşêra pişika mirin diqewime.

Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav hemû temenan de, mêran de sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.

Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav hemû temenan de, jinan de sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.

Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav mêrên temenê wan navbera 15-24an de, sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.

Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav jinên temenê wan navbera 15-24an de, sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.

Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav zarokên kur ên temenê wan navbera 0-14an de, sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.


Li gor daneyên wezareta tendirustiyê a Tirkiyê, li Bakûr û Tirkiyê di nav zarokên qîz ên temenê wan navbera 0-14an de, sala 2017an de cûreyên pençeşêrê ên herî zêde hatine dîtin grafîka jorê de nin.


Lêkolînên li ser pençeşêrê ji hela Saziya Lêkolînên Pençeşêrê A Navneteweyî ve dihê kirin. Li gor daneyên vê saziyê sala 2018an de seranserê dinyayê de 18.1 mîliyon bûyerên pençeşêrê dê çêbe û 9.6 mîliyon kesên jî ji ber pençeşêrê bimire.

Comments


bottom of page