top of page

Li Ser Rûniştin


Çanda kurda li gor herêma, heta bêje li gor gunda cudahiyên taybet werdigire. Ji ber ku erdnîgariya me ciyayî ye gelê me ji hev îzole maye û bi vê yekê em bûne xwedî çand û folkloreke dewlemend. Bi kurtasî em dixwazin bêjin ku ew tiştê dê bê nivîsandin dibe ku wek herêmî mabe û di nav kurdên din de nehatibe dîtin. Lê seranserê gundekî mijareke waha heye. Ev yek jî vê tevgerê dixe mijara nivîsa me.


Destpêk:


Li Gihadina Agiriyê, gundê Bozo ku piştî sala 1930an navê wê wek "Yeniçadır" hat tirkîkirin bi giştî qîzên xama heta dibin 20 salî gelemperê bi qelend tên zewicandin. Ji mêran temenê zewacê bilind, ji jina temenê zewacê biçûk dimîne gelemperî.


Di civata vî gundê kurda de gelemperî mêr heta salên xwe yên siyî kar û barê mala bavê xwe re dikevin, diçin askeriya xwe dikin. Piştî vê temenê vedigerin bajarê xwe, bi keça dê û bavê wî dîtiye re dizewicin. Ji bilî kesên tenduristiya wan a laş anjî hişî nebaş e hema bêje her mêr tê zewicandin.


Ev mijar di qîzan de jî wiha dibe: qîzên ku naçin dibistanê ji biçuktiyê ve hînê rêveberîya kar û barê malê dibin û dema dibin 17-18 salî tên zewicandin. Yên ku diçin dibistanê jî heya vî temenê dixwînin. Ji wan gelek, dema zewacê de ji dibistanê diqetin û tên zewicandin.


Lê her dem ev tişt waha naçe û carna hin keç heya temenekî dereng (li gor temenê zewacê yê keçên wir) nikarin bizewicin. An ji wan re kêm xwazgînî tê, anjî ew nikarin xwazgîniyekî biecibînin. Di vê demê de ev keç ji bo bikaribin yekî re bizewicin mecbûr dimînin lîstikekî bikin. Ji vê lîstikê re "li ser rûniştin" tê gotin.


Lîstikê de, keçik li hawirdora xwe xortekî hildijbêre û ji wî re têkiliyekî peyda dike. Dêya keçikê jî bi giştî ji vê rewşê hayidar e û demeke keçik diçe ba xort dêya wê bi ser wan de digire. Hûnê bêjin belê lîstik di ku dera vê de ye, tiştekî gelekî asayî ye ku keç û xortên gihîştî bi hev re têkilî dayînin. Belê ev tevger bi giştî tiştek asayî ye lê di çanda van mirova de ev tevger tiştek nebaş û xirab e. Ji ber vê ye ku ji bo navê keçekê xirab dernekeve, di nav malbatan de şer û pevçûn çênebin ew xortê têkiliya wî bi keçikê re tê dîtin mecbûr dimîne ku bi wê re bizewice. Herwiha ew keçik ji malê de mayînê xilas dibe û tê zewicandin.


Encam


Di vê lîstikê de keçik ji bo malê de nemîne ji dustûrên çivakê derdikeve û bixwe xortekî hildijbêre û bi wî re dikeve têkiliyên evîniyê. Û dêya keçikê, hevalên keçikê anjî kesên ku haya wan vê rewşê çêdibe yên li hawirdora keçikê vê meseleyê re dengê xwe dernaxin, heta hîn caran alîkarî didin.


Min bixwe mînakeke vê bûyerê li gund bihîst. Heta dema ku hêrsa mirovan ji wê keçikê re dihat digotin "çawa çû li ser xortê baş de rûnişt, bi zorê pê re zewicî".


Ev bûyer dike ku mirov bêje herçiqas di civata me de dustûrên olî û çandî têkiliyên di nav jin û mêran de qut kiribin jî hîn ciyan de gel dikare xwe ji bandora van dustûrên olî û çandî xilas bike. Belê baweriya wan bi dustûran heye lê dema rastiyên jiyanê dibînin dikarin ji xwe re rêyeke din bibînin.

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page