Mehmed Ûzûn û Kurdên Asîmîlebûyî
Ji bo wek podcast guhdar bikin:
Ji kurdan beşek zêde bi zimanê serwer wêje dike. Ev yek ji bere ve tê rexnekirin. Beşek ji kurdan li hember van gelek bibertek e. Di nav tevgereke darizîner û bi zexm vederkirina wan de nin. Beşek ji wan zêdetirîn nerm in. Ez nermbûnê hildijbêrim. Rewşa kurdan naşibe rewşa gelên din. Pêkan nebû ku bi zimanê xwe perwerde bibin, hînê xwendin û nivîsandinê bibin, bi zimanê xwe wêjeyî bixwînin; bi çanda xwe bi awayê normên war û kevneşopî û çanda xwe jiyaneke rewşenbîrî bijîn. Lewma ji kurdan beşeke girîng jixweber derbasî zimanên din dibin. Jixwe kesên vê beşê nikarin bi kurdî binivîsin. Nivîsandinê berdin di axaftinê de jî dijwariyê dikişinin.
Li gor min ji wan xwestina nivîsandina kurdî ne rast e. Ji ber ku wêje bûyereke zimanî ye.Hûn nikarin bêyî xebitandina zimanekî wêjeyî wêje bikin. Hûn dê siyaset bikin. Berî her tiştî zimanekî wêjeyî hewce ye. Jimara kesên ku vî zimanî bi kurdî ava bikin ne zêde ye. Lewma beşeke girîng ji hevalên me yên bi zimanên cuda dinivîsin ji vê siûdê bi temamî bêpar in.
Nivîsên Balkêş:
Zimanê min di serî de baş nîn bû. Ez di girtîgehê de hînî kurdî bûm. Di 18 saliyê de hînê xwendin û nivîsandinê bûm. Ji bo bikaribim binivîsim bi roj û şev xebitîm. Anha wexta ku nivîsên xwe yên ewil dinêrim dibînim ku çiqas pêkenî ne. Ji aliyê ziman, pileya rewşenbîrî û derbirinê ve pêkenî ne. Û ez xebitîm, min jimanê xwe pêşvebir. Ango pêşvebirina vê, avakirina zimanekî wêjeyî pêkan e.
Kategoriyeke din heye. Ewna xwedî ew xala destpêkê ya min got in lê evê nakin. Bi sedemên cuda nivîsandina tirkî, erebî anjî farisî hildijbêrin. Ango nenivîsandina kurdî tiştek cuda ye lê bele bi sedemeke din erebî anjî farisî nivîsîn, gotina zimanê kurdî jar e cuda ye. Ev gelek şerm e. Divê vê nekin. Ji ber ku hêza kurdî têra zimanê wêjeyî heye. Kurdî dîrokê bi paş ve temaşe dike. Hê jargonên li gor dema niha ava nekiriye. Sed hezar kêmasî, kulekiyên wê hene. Li gel vê dînamîzmayek, dewlemendiyek kurdî heye. Mîrateyeke çandî, bingeh û dîrokeke wê heye. Ku wisa nebûya jixwe ne pêkan bû kurdî heya vê deme bikaribe bijî. Ger îro romanên min bo zimanên din tê wergerandin ev yek nîşana herî baş ya têrêkirina zimanê kurdî ye.
Anha em ê van kesên ku bi zimanên cuda dinivîsin bixin kuderê? Mixabin beşek ji van him di nivisandinê de him jî di jiyana xwe ya taybet de dikin ku xwe ji dinya kurd dûr bigirin. Mesela Cemal Sureya ji vana yek bû. Sureya zarokekî mişextîbûnê bû. Lawê nirxekî karesateke mezin a mirovahî jiya ye bû. Lê bele vana şewqa xwe ne da helbesta wî û ne jî wêjeya wî. Pêbawerim ku gelekî êş kişandiye.Anha pêkan nîn e ku em kesên vê kategoriyê di nav wêjeya kurdî de bibinin.
Kategoriyeke din heye. Taybetî jî di nav kesên erebî û farisî dinivîsin de belavbuyî ye. Di nirxa dawî ya hevalên me yên nivîskar ên tirkiyê de jî tê dîtin. Herçiqas bi zimanekî biyanî binivîse jî rihê kurdayetiyê, bûyerên kurda, mîrateya kurdî dibe nivîskariya xwe û zimanê xwe wisa ava dike. Ango hilm û rihê kurdî derbasî wêjeyê dike. Ez gelekî germ vana dinêrim. Bixwe kurdî nenivîsin jî hizra min ew e ku ewna li kurdî bên wergerandin. Ev jî karê hevalên werger e. Anha daraziyek di dinya akademik de pejirandî heye. Wêje biz iman dibe. Hûn bi kêjan zimanî dinivîsin di nav wêjeya têkildarê wê zimanî de ne. Tê gotin ku di nav nivîskarên kurd û tirk de têkilî tinne. Ev rast e. Lê bele ji bo ev têkilî ava bibe dîyaloga berheman hewceye bi rastî. Di vê mijarê de gelek kêmasiyên me jî hene. Ger em bikaribin dinyayeke wêjeya kurdî ya kurda ava bikin ew çax em dê him ji wêjeya tirkî, him erebî û him jî farisî re têkiliyên zêdetirîn zindî peyda bikin.
Çavkanî: Uzun, Küllerinden Doğan Dil ve Roman, İthaki Yayınları, 7. Basım Mart 2016
Werger: Umît Tûnç
Comments