top of page

Mîrê Dengbêjan Resoyê Gopala


Malbata Reso hê wexta Reso nebe li Ermenîstanê bajarê Yêrîvanê, li ser û dorên Çîyayê Elegezê nav xwezaya şîn û paqij de dijî. Lê bavê Reso, Welo di şerê Rûs û Osmanîyan de (piştî sala 1978an) mala xwe li Yêrîvanê gundê Varansofkê bar dike, koçî bajarê İxdirê dike.


Li wan deman, beriya Şerê Dinyayê Yekemîn, mirovên wek malbata Reso, yên ji çîyên navborî derbasî aliyê din dibûn re Mihacirên Çemê Reş dihat gotin. Ev gotin yên ku wexta koç dikirin li ber Çemê Erasê re (ji ber ku Çemê Erasê cîyekî navborî de bû) derbas dibûn dida nasandin. Herwiha malbata Reso wek Mihacirên Çemê Reş koçî bajarê İxdirê dikin û tên gundê Kerîmbelliyê bicîh dibin. Reso li wir, ango gundê Kerîmbelliyê li gor hinek dîroknasan sala 1906an çavên xwe li dinyayê vedike.


Ji ber ku malbata Reso jî wek gelek malbatên kurda ji heywan xwedîkirinê hez dike jîyana Reso di nav pez û berxa de destpê dike û zaroktiya wî di nav heywanan de derbas dibe. Wexta temenê Reso digîhe navbereke ku îdî bikaribe şivantî, berxvantî bike jî em dibînin ku Reso ji malbata xwe re şivantîyê dike.


Anha gelek kurd dizanin ku nava dengbêjî û şivantîyê de têkiliyek xurt heye. Wexta mirov bi pêz derdikeve çolê; di wan rê, gelî û çîyayan de tenê bi sitranbêjîyê bêhna mirov derdikeve. Reso çaxê şivantîyê dike rojêkî ew û bavê xwe tevahî li ber pêzin, Reso ji berxwe de bi dengekî nizm kilaman dibêje û dengê wî diçe bavê wî. Bavê Welo kilaman ji wî dide gotin û bala xwe didê ku dengê xweşe piştre jî Dengbêj Evdo re qala wî dike.


Dengbêj Evdo jî apê Reso ye. Evdo gihîştiye dema dengbêjên mezin Evdalê Zeynikê û Gula Fille û bûye şagirtê Evdalê Zeynikê, bi wan re tevahî di dîwana de sitran gotîye. Wek ku em dizanin bavê Reso, Welo û birayê Reso Ahmed jî dengbêj bûne lê piştî ku bavê Reso bala xwe didê ku dengê wî balkêşe ji Evdo dixwaze ku ji bo dengbêjiyê alîkarîyê bide Reso.


Bûyereke girîng ku di piçûktîya Reso de bûye jî rasthatina Reso û Dengbêj Gula Fille ye. Rojêkî li bajarê İxdirê Gulê di dîwanê de kilam gotîye, ku ew çax Gulê îdî pîrejinek e û temenê wê nêzîkê 80ê ye, di nav gelê dîwanê de Resoyê 9-10 salî jî hebûye. Di navbera sitranan de gelê cimaetê ji Gula Fille re “Ev kurik jî kilama dibêje.” Gotine û Reso nîşanê Gulê dane. Gulê gazî Reso dike, tîne li ber xwe dide rûniştandin, dibêje “Hela bisitrê, çika tu çawa dibêjî”. Pişt ra Reso destê xwe diavêje guhê xwe û çend sitrana dibêje. Gulê Reso dide sekinandin û dibêje “Bes e, bes e. Te perda guhên min qetand lawo...! Eferim ji te ra, welle tu xweş dibêjî. Di pêşerojê de tu yê bibî dengbêjekî yekta.” *


Malbata Reso dest ji koçberîyê bernade û wexta Reso xortanîya xwe de ye koçî Xinisê, gundê Mele Dawûda dikin. Gundê Mele Dawûda di jîyana Reso de aliyê hunera wî ya dengbêjîyê da cîyek gelek girîng digire ji ber ku Reso li wir rastî Dengbêj Hecî Sîno dibe. Hecî Sîno temenê xwe ji Reso mezintir bûye û mirovek zana, navdar û bi rûmet bûye. Ger ku em nikaribin bêjin Reso li cem Hecî Sîno perwerdehîya dengbêjîyê nedîtiye û Hecî Sîno hostayê Resoye jî em dikarin bêjin ku Reso ji Hecî Sîno jî tişt wergirtîye.


Her çiqas Ahmet Aras Hecî Sîno wek hostayê Reso nîşan bide jî kurê Reso Ebdulkerîm mamê Reso Evdo, Ahmed û kalkê xwe Welo nîşan dide. Evdilkerîm ji devê bavê xwe Reso derbarê Dengbêj Hecî Sîno de wiha neqil dike:


“Ne ku dengbêjîya Hecî Sîno kêm e. Lê Hecî Sîno li ber Ferzê kêm bû. Dema Ferzê kilam digot ez li ber wî mîna mar zirav dibûm. Bandora meqamên wî li ser min çêdibû.”


Li vir mijara me tê li ser Dengbêj Ferzê. Wek ku Reso jî wan peyvên li jorê de dibêje Ferzê dengbêjekî gelekî xurt e. Lê bi van gotinan nayê hesab ku Ferzê hostayê Reso ye. Navbera Reso û Ferzê de heya sala 1951an hevaltiyeke baş destpê dike û didome. Sala 1951an Ferzê di dawetekî de bi xeletî tê kuştin. Reso bi vê bûyerê gelekî xemgîn dibe û kilamekî li ser Ferzê derdixe.


Piştî demekî Reso li gundê Mele Dawûda mala xwe bar dike, koçî gundê Gopala yê girêdayî Qereyaziya bajarê Erzeromê dike. Di gundê Gopala Reso bi dengbêjîya xwe hêdî hêdî navdar dibe û ev tişt jî dibe sedem ku heya îro jî wek Resoyê Gopala tê zanîn.


Lê Reso li gundê Gopala bicîh nabe û mala xwe dibe Kopê (Bulanix) gundê Xirgizê. Li vir dikeve nav şêxan da Reso û şêx ji wî gelek hez dikin. Reso van deman him ji bo debara mala xwe rênçberî dike û him jî şêxan ra dengbêjî dike. Paşê li wî gundê jî nasekine û koçî gundekî Kopê din, Arincikê dike.


Reso li gundê Arincikê jî nasekine û dîsa koçê gundê Gopala dike. Lê wek ku me gotibû şêxên Kopê li Reso hez dikirin dixwazin ku Reso dîsa were li cem wan bimîne. Reso jî guh dide wan û dîsa mala xwe dibe Mûşê, gundê Xoşgeldî yê.


Reso gundê Xoşgeldîyê 9 salan dimîne. Paşê sala 1958an de Şêx Xiyasedîn (Giyaseddin Emrê), ku wan deman mebûsê Mûşê bû, ji Reso dixwaze ku bibe dengbêjê mala wan. Reso jî vê pêşnîyazê qebûl dike û ji sedema vê yekê mala xwe dibe gundê Koxakê. Girîngiya Şêx Xiyaseddîn ji bo Reso ew e ku di wan salan de teyba wî hebûye. Şêx Xiyaseddîn bi teybê gelek kilamên Reso qeyd dike û dike arşîv. Gelek kilamên Reso arşîva şêx de hene. Piştî mirin şêx kurê wî li vê arşîvê xwedî derketiye.


Di rêzê de sala 1967an de mala xwe dibe gundê Piyongê û çendekî li cem pismamên xwe dimîne Reso. 1973an derbasî gundê Gebola dibe, 1974an jî diçe 1976an li gundê Qaraxliyê dimîne.


Di navbera salên 1968-69an de Reso diçe daweteke Sûrîyeyan. Li wir dawetê de hinek dengbêjên ra wek ku em bêjin pêşbazîyeke eşkere anjî ne eşkere de sitrana dibêje û di stranbêjîyê de hinek dengbêja dû xwe dihêle. Lê wexta ku stranbêjî û dawet hê naqede qewhe ji Reso ra tînin. Piştî Reso qewhe vedixwe dengê wî dikeve, nikare wek berê sitrana bêje. Kurên Reso derbarê vê bûyerên de neqil dikin ku Reso gotîye wana hine anjî jehr xistiye di nav qewha wî û piştî wî qewhe vexwarîye dengê wî jî pê re çûye. Wexta Reso vegeriya ye mala xwe ketiye rewşeke wisa ku deng ji derneketiye. Dîsa kurê Reso di belgefîlma li ser Reso hatiye çêkirin de dibêjin piştî vê bûyerê Reso û birine li ser bijîşk û bijîşk gotîye mixabin têleke dengê wî zirar dîtîye û dengê wî îdî nikare wek berê bibe.


Sala 1976an de Reso mala xwe dibe Manîsayê. Di Manîsayê rojêkî destê xwe diavêje guhê xwe û distrê. Pişt re tirk li dora wî tov dibin dibêjin apo, xêre? Gelo yek miriye ku tu hewqas hawar dikî? Reso ji ber van gotinan gelek dişikê, ji ber ku mirovên wir ne rewşa wî, ne zimanê wî û ne jî hunera wî fêm nakin. Bi ser vê bûyerê Reso mala xwe dîsa tîne Kurdistanê, gundê Pagê ku girêdayî Mûşê ye.


Mîrê Dengbêjan Reso, di sala 1988an de nexweş dikeve. Bi alîkariya Şêx Xiyaseddîn li nexweşxaneya Enqerê tê razandin lê 24ê Çileya Pêşîn li wir jiyana xwe ji dest dide. Mirov tînên Reso li Mûşê gundê Pagê vedişêrin. Anha jî gora wî li Pagê ye.


Hin Agahiyên Derbarê Reso De


  • Reso ji eşîra Bekira bû.

  • Reso jîyana xwe de sê jinan re zewicî ye.

  • Xênî Reso zarokên Welo Ahmet, Hemîd, Mihemed, Ûsiv, Hezê û Cewahir bûn.

 

Çavkanî:

  • Beğik, Dengbêj Resoyê Gopala (Jîyan û Berhem), Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstituya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn 2013

  • *Ev gotin ji devê kurê Reso Sadiq, ji devê Reso hatiye gotin.




0 comments

Comments


bottom of page