top of page

Nexweşiya Alzheimerê

Bi kurt û kurmancî dema ku şanikên mêjî dimirin û di mêjî de plakên ji proteîna beta amîploîd pêk tên çê dibin bi van re têkildar nexweşiya alzheimerê derdikeve. Alzheimerê de bîr hingî diçe jar dibe û nexweş gav bi gav nêzîkî demansê dibin. Jixwe Alzheimer nexweşiyeke norolojik e û cûreyê herî zêde dihê dîtin ê demansê ye.


Xala herî girîng ew e ku di mêjiyê kesên nexweş de plakên ji proteîna beta amîloîd pêk tên çê dibin. Nexweşî di serî de xwe bi ji bîr kirinên biçûk dide xuyan. Hingî diçe êdî nexweş serpêhatiyên xwe yên dema nêzîk jî ji bîr dikin û êdî tên wê astê ku nikarin heval û hogirên xwe jî nas bikin. Bi pêş ve çûna alzheimerê nexweş nikarin xwe bi xwe hewcehiyên xwe yên bingehîn pêk binîn û hewcedarên lêniherînê dibin.


Alzheimer nexweşiyeke pêşveçûyî ye û hingî temen zêde dibe vexuyanên wê, herwiha barê wê yê li ser nexweş û malbatê jî zêde dibe. Lê nexweşî di demeke kurt de nagihîje qonaxa dawî, ev pêvajo vedêkşe salan.


Di alzheimerê de kanînên civakî, tevger û kanîna bi mantiq hizirînê jî ziyan dibîne. Heta ku di qonaxa dawî de nexweş bi giştî nikarên bi kesekî re qise bikin, bersiv bidin pirsên ji wan hatine kirin.


Herçiqas Alzheimer bi giştî di kesên temenê wan 65 û li ser de bê dîtin jî hin bûyerên alzheimerê ên di temenê ciwaniyê de destpêkirine jî hene. Ji ber vê wek nexweşiyeke serdema kalbûn û pîrbûnê nayê pênase kirin.


10 Vexuyanên Alzheimerê Ên Herî Zû Derdikevin


1) Jarbûna bîrê a li ser jiyana rojane ziyandar


Di nav vexuyanên alzheimerê de yê herî girîng jarbûna bîrê ye. Di qonaxên destpêkê de nexweş zanînên berê hînbûne, dîrok û bûyerên ji bo jiyana wan girîng ji bîr dikin û vana dubare ji mirovan dipirsin. Di vê pêvajoyê de hûn dikarin bi amûrên elektronîk û notên bibîrxistî qet nebe hinekî vê mijarê çareser bikin.


2) Di warê plansazî û çareserkirina pirsgirêkan de dijwarî


Ji ber ku Alzheimer nexweşiyeke mêjiyî ye pêvajoyê de hin fonksiyonên din ên mêjî jî ziyan dibînin. Hin nexweş çêkirin û tatbîqkirina planan û kanîna xebatên bi jimaran de qels dibin. Nexweş di baldayina tiştan de dijwarî dikişînin û ji berê zêdetir ji bo bala xwe bidin tiştekî dem derbas dikin.


3) Di kutakirina berpirsiyên tên zanîn de dijwarî


Nexweşên alzheimerê bi giştî di kare xwe yên rojane de dijwarî dikişinin. Hin nexweşan re çûyina cihekî nas bibîranîna distûrên lîstikeke favorî anjî birêvebirina perekî dijwar e.


4) Di dem û cih de tevlihevî


Ji ber jarbûna bîrê nexweşên alzheimerê dîrokan, demsalan û derbasbûyina demê nikarin bizanin anjî şîrove bikin. Ger tiştek zûkave neqewime dibe ku wê fêhm nekin. Carna nexweş nizanin li ku ne û çaw hatine wir.


5) Di fêhmkirina nîgaşên wêneyî û têkiliyên cih de dijwarî


Ji bo hin mirovan pirsgirêkên di warê dîtinê de derdikevin vexuyanên alzheimerê ne. Ev pirsgirêk ji bo ajokariyê pirsgirêkên din derdixin. Ji bo kesên pirsgirêkên dîtinê dikişinin xwendin, kifşkirina reng û konstrata renga û dûrahî dijwartir dibe.


6) Di xeberdan û nivîsandinê de pirsgirêkên peyva


Kesên alzheimer şopandina qisekirinê anjî beşdarbûna axaftinê de dijwarî dikişinin. Dema qise dikin carna di navbera axaftinê de disekinin û nizanin dê çawa berdewam bikin. Carna di xaftinê de xwe dubare dikin. Carna jî zanîna xwe ya peyvan re dikevin rikeberiyê, nikarin peyveke dixwazin bixebitînin bibînin anjî bi peyveke xelet tiştekî dixwazin.


7) Di cihê xelet de bi cih kirina tiştan û winda kirina kanîna gav bi gav şopandina pêvajoyekî


Nexweşên alzheimerê tiştan datînin cihên nehînbûyîtî. Carna hin tiştan winda dikin û nikarin bibînin. Dema tiştek winda kirin nikarin gav bi gav pêvajoya windakirinê bişopînin da ku çawa ew tişt winda kirine. Ji ber vê gelek caran mirovên hawirdora xwe bi dizîna tiştên xwe sûçdar dikin. Dibe ku ev tişt bi demê re zêde dibe.


8) Biryarên Nebaş Dayîn


Kesên alzheimer ji ber bandora nexweşiyê nikarin biryarên baş bidin. Ev tişt gelekî girîng e ji ber dibe ku kesên din dema danûstandina de ji wan havîldar bin.


9) Ji kar û aktîvîteyên civakî vekêşîn


Nexweşên alzheimerê dibe ku ji hobiyan, aktîvîteyên civakî, kar û projeyan vekêşînin. Aliyekî ve ji ber jarbûna bîrê dibe ku di bibîranîna hobiyên xwe, tiştên ji wana pir kêf hildidin de dijwarî bikişînin û ji ber vê paş de vekêşin. Aliyê din jî dibe ku bi bandora nexweşî û barê nexweşiyê ê li ser rewşa wan e derûnî ji van aktîvîteyan vekêşin.


10)Di rewşa derûnî û kesayetî de guherîn


Di nexweşên alzheimerê de rewşa derûnî û kesayetî de guherîn çê dibe. Nexweş depresîf, matmayî, bisayîş, gumandar û bitirs dihên xuyan. Di derveyê cihê xwe yê konforê de bi hêsanî xemgîn dibin.


Hin Pêşniyar Ji Bo Nexweş û Nihêrvana


  • Jiyana civakî ji bo nexweşê/nexweşa we motîvasyoneke girîng e. Heta ji we tê nekin ku nexweşê/nexweşa we ji civakê biqete.

  • Girîngî bidin xewa xwe û nexweşê/nexweşa xwe

  • Ji ber berpirsiyên mezin nihêrvanên nexweşa sendroma jipertavketîbûnê dijîn. Sendroma jipertavketîbûn ji bo nexweşê/nexweşa we jî nebaş dibe.

  • Jo bo ji deprsyonê dûr bikevin werzîş bikin.

  • Ji xwe re jî wext veqetînin. Tenduristiya we baş be, barê we yê derûnî kêm be dê ji bo nexweşê be baştir be.

  • Hûn dikarin bi sepanên li ser întenetê ên wek BEYNEX fonksiyonên nexweşên xwe baştir bikin û rîska xwe ya alzheimerê bişopînin.


Werger: Umît Tûnç


0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page