Nexweşiya Parkînsonê
Di hin beşên mêjiyê mirovan de ciyên dopamîn çêdikin hene. Dema di van ciyan de ziyanek pêk tê û şanikên vir wek berê nikarin dopamîn çêbikin encamê de ji ber kêmasiya dopamînê nexweşiya parkînsonê derdikeve.
Dema qala parkînsonê dihê kirin kesekî/keseke bi awayekî asayî nikare xwe bilibitîne tê li ber çavan. Di mêjiyê mirovan de ew şanikên dopamîn çêdikin ji xeynî vî kare kontrol kirin, aheng û herikbariya lebitandinan jî berpirsiyar in. Ji ber vê yekê semptoma herî girîng ya parkînsonê tengkerîbûna lebitandinê ye.
Di nexweşên parkînsonê de ji bilî tengkerîbûnê lebitandinê hin gazinên din jî dihên dîtin. Westabûn, kêmbûna fonksiyonên têgihiştî, xirabûyinên lebitandinê, xirabûyinên têkildarî dîtinê, kîlo dayîn, êş û xirabûyina xewê ji van gazinan in.
Vexuyanên Parkînsonê Çi Ne?
Nexweşiya parkînsonê bi giştî hêdî hêdî derdikeve holê û vexuyanên wê yên li ser laş gelemperî asîmetrîk in. Gev bi gav nexweşî pêş ve diçe û ev vexuyanên han ên parkînsonê derdikevin:
Lerizîn (Tremor)
Hişkbûn (Rîjîdîte)
Hêdîbûna Tevgera (Bradîkînezî)
Xirabebûna Sekinandina Şipya (Postûral Înstabîlîte)
Nexweşiya parkînsonê bersiv dide dermanên dopamînerjîk. Ji ber vê di başkirina parkînsonê de dermanên ji dopamînê pêk tên dihên xebitandin. Lê ji ber ku dopamîn nikare derbasî mêjî bibe şûna wê Levadopa dihê xebitandin. Levadopa piştî derbasî mêjî dibe dizivire dopamînê û ciyê wê digire.
Ji Bo Parkînsonê Faktorên Rîskî Çi Ne?
Temenê pêş ve çûyî
Di malbatê de hebûna nexweşên parkînsonê
Jiyana çolwarî, xebitandina ava bîr û cotgeha
Dermanên cotkariyê
Zayendê mêr
Trawmayên Serî
Bi rêya parêzê zêde hesin û manganez hildan
Nîjada spî
Obezîte
Rûnên ajalî ên bi rêya xurekan dikevin laş
Stresa fîzîkî anjî hestî
Bandora Parkînsonê Li Ser Jiyana Rojane
Di nexweşên parkînsonê de lerizîn vexuyaneke tîpîk e. Dema rawestinê di destan de lerizîn (tremor) tê xuyan. Lê ev lerizîn dema lebitandinê de nayê xuyan.
Nexweşên parkînsonê di destpêkirin û birêvebirina tevgerê de astengî dikişinin.
Di nexweşên parkînsonê de hingî diçe tevger hêdî dibin. Ev vexuyan (biradîkînezî) gelek zêde dihê xuyan.
Nexweş gelemperî bi gavên biçûk dimeşin û dema meşê ji ber hişkbûna masûlkeya êş hîs dikin.
Nîşaneyek din jî xirabûyina axaftinê ye. Nexweşan de leza axaftinê zêde dibe, mîmîk kêm dibin û tona axaftinê jî berjêr dibe.
Posturê nexweşa xiradibe. Postur ango sekna wan ber bi piştqozîtiyê ve diçe, xwarbûna ber bi pêşiyê ve zêde dibe.
Mirov Çawa Dikare Jiyana Nexweşa Hêsantir Bike?
Ji bo nexweşên nikarin biaxivin hûn dikarin alfabe, peyv û wêneyan bikarbînin.
Ji bo ton û leza axaftinê baştir be pratîkên axaftinê û dûhatîkirina straneke vekirî bidin kirin.
Ji bo vexwarinan pîpet bikarbînin.
Şîmîkên deriyan rakin.
Xalîçe û tiştên din ên raxistî ji holê rakin da ku dema meşê nebin astengî.
Çetel, kêr û amûrên din ên dişixulînin bila ji keştê re zexm bin.
Hûn dikarin ji bo hewcehiyên wan kursiyan dayinên li ber serşok û tualetê.
Ji bo nekevin di serşok û tualetê ciyên xwe pê bigirin çê bikin.
Werger: Umît Tûnç
Comments