top of page

?Pençeşêr Çi ye


Pençeşêr bi guhertinên di şanika de dike tê pênase kirin. Wexta ciyekî laş de şanik di demeke dirêj bin bandora tiştekî kanserojen (dibe sedema pençeşêrê) de dimînin rastî hin guhertinan tên û ji berê zêdetir û leztir dizên.


Ev şanikên bin bandora tiştên kanserojen de diguherin û xisletên wek bêhtir û leztir çêbûnê werdigirin piştî demekê li ciyê xwe de nasekinin û bi rêya xwîn anjî lenfê derbasî ciyên din ên laş dibin.


Pençeşêr Çiye

Belê me got şanikên rastî tiştên kanserojen tên pêşî diguherin û paşê jî dibin sedema kanserê. Lê hin guhertinên di şanika de dibin nebaş nîn in. Ango mirov nikarê bêje hemû şanikên diguherin dest bi bêhtir û leztir zayinê dikin û dibin sedema pençeşêrê. Di vir de em şanikên diguherin li gor bûyîna sedema pençeşêrê wek Şênikên Xûybaş û Şanikên Xûyxerab vediqetînin du beşa.


Gelek cûreyên pençeşêrê hene û wexta em behsa pençeşêrê dikin ev nayê wê wateyê ku em behsa nexweşiyekî tenê dikin. Hemû cûreyên pençeşêrê li gor jêhatîbûna metastaz kirin, leza zayînê û bersiv dayina tedawiyê ji hev diqetin.


Gelo çawa dibe şanik dest bi mezinbûna anormal dike?


Di hindurê DNA ya mirovan de hin gen hene ku ew şanikên mûstayon derbas dikin û ji ber vê jî ji şanikên asayî leztir û bêhtir dizênê anjî nikarin wek şanikek asayî rola xwe pêk bînin qontrol dikin. Ji van genan hinek ji bo şanik bi awayekî asayî bizên biryar û fermana zayînê didin hinek jî pirsgirêkên di zincîra zayînê de dibin rast dikin. Ji van genan re antî-onkogen tê gotin. Lê ji ber ku gelemperî mûtasyon di van genan de dibe ev gen diguherin û li ser hev fermana zayinê didine şanikê.


Xênî vê jî; ev genên ku serî de biryar û fermana zêdebûna şanika didan piştî mûtasyon derbas dikin edî zêdetir ferman didin ku şanik çêbin. Ji ber ku pençeşêr ji şanikên bêhtir û leztir dizên pêk tê ev genan wek genên dibin sedema pençeşêrê ango protoonkogen tên binav kirin.

Hûn dikarin bêjin çima antî-onkogen rê li ber çêbûna tumora nagirin. Wek ku me jorê jî qala wê kir gelemperî ev mûtasyon di antî-onkogenan de çêdibin. Ev ji dibin sedem ku ev genan nikaribin rê li ber zayina anormal a şanika bigirin. Wek mînak gena P53 geneke antî-onkogen e û rê li ber çêbûna tumor digire. Lê wexta mûtasyon vê genê de derdikeve ev gen diguhere û edî rola xwe nake.


Şênikên Xûybaş û Şênikên Xûyxerab

Guhertinên di şanikan de pêk tên hinek fizyolojik hinek jî patolojik in. Ên fizyolojik bi pergala laş û bi awayê asayî pêk tên. Zirara wan ji laş re tinne. Lê yên patolojîk bi bandora mûtasyonan derdikevin.


Hemû guhertinên şanika baş anjî nebaş nîn in. Xûyê hineka baş (benîng) yên hinekan jî ne baş (malîgn) in.

Guhertinên Nekanseroz:


· Hîperplazî


Hîperplaziyê de dibe ku hîn derên laş de jimara şanika zêde bibe. Ev guhertin di laş de him ji aliyê laş ve bi awayekî fîyolojîk him jî bi rêya mûtasyonan ve pêk tê. Hîperplaziyên fizyolojîk mîna piştî zîgotê mezinbûna malzarokê ne xirabin. Lê yên bi sedema mûtasyonan pêk tên dibin sedema pençeşêrê.


· Metaplazî


Ku şanikeke taybetiya ciyekî laş di hin derên laş ên din de werin dîtin jê re metaplazî tê gotin.


· Dîsplazî


Ji bo guhertinên di awayê şanikê de derdikeve tê gotin.


Guhertinên Kanseroz:


· Anaplazî


Ji bo guhertinên şanika ên bîyolojîk û fîzyolojîk ango sîtolojîk tê gotin.


Peyva neoplazî ji bo tumora tê gotin. Wek ku me jorê de qala wê kir şanikên xûybaş û xûyxerab hene. Şanikên xûybaş (benîng neoplazî) ji ber van sedemên han ên jêrê ji şanikên kanserê diqetin:

  • Şanikên xûybaş hêdî hêdî mezin dibin.

  • Dora şanikên xûybaş bi kapsûlê dorpêç kirîye. Ji ber vê nikarin metastaz bikin.

  • Ku ciyê şanikên xûybaş di laş de digirin ciyekî jîndarî nebe tu car nabin kujane.

  • Ku ciyê tê de rudinên de demar û betana zext nekin gelemperî zirara wan tinne.


Şanikên xûyxerab jî ji bo van taybetiyên han dibin sedema kanserê û xerab (malîng) tên bilêvkirin:

  • Derûdora wê de kapsul tinne. Ji ber vê jî metastaz dike.

  • Berbi bilez gihîştin û zayinê ye.

  • Ku tedawî nebe encama wê mirine.

  • Şanika malign neoplastîk ji şanika koka xwe ji digire cûda bûye.

  • Hingî tumor mezin dibe zirar zêde dibe.

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page