top of page

Pirtûka Dîroka Erdelanê

Erdelan mîrektîyeke kurdan e, emrê wê wek 698 salan dirêj e. Mîrektîya Erdelanê li bajarê Kurdistana Îran a niha Sînê ji xwe re navendî qebûl kiriye. Gelê wê kurdên Goranî bûn û ji alî olê ve jî Kakayî bûn. Wexta Mîrektîya Erdelanê, mîrektîyeke kurdan e din jî hebû ew jî Baban bû. Mîrektîya Babanê ji Erdelanê re cîran bû. Ji ber ku kurdên Mîrektîya Babanê ji alî baweriya xwe de sunnî bûn û yên Erdelanê ji Yarsanî (Kakayî) bûn ev herdu mîrektî nikarin bibin yek anjî bi hevre têkiliyên baş peyda bikin.


Pirtûka Dîroka Erdelanê de mirov dibîne ku heta dema Safevîyan Erdelan serbixwe ye,lê piştî wê demê sedemên nakokî yên navbera Îran û Osmanî, nav kurdên Baban û Erdelanê de jî nakokî çê dibin û Erdelan dibe navendîya şer. Li vê demê Erdelan alîyê olî, çandî û siyasî nêzîkê Îranê; Baban jî dîsa alîyê olî, çandî û siyasî nêzîkê Osmanî disekine.


Mîrektîya Erdelanê firsendê dide ziman, çand û huner pêş de biçe. Dema mîrektîyê de gelek zana derketine û ji wan yek jî helbestvan, nivîskar û dîroknas Mestûre Kurdistanî ye ku Kurdî, Farisî pirtûk nivîsandîye. Mestûre ji malbateke di Mîrektîya Erdelanê de roleke girîng leyîstîye tê. Nivîskar Mestûre bi pirtûka xwe ya Dîroka Erdelanê ji çêkirina mîrektîyê û yekem mîrê wê Babe Erdelanî heya dawiya emrê mîrektîyê û sedemên xirabûna mîrektîyê nivîsandiye.


Dawîya pirtûkê de Mestûre diçe ber dilovaniyê û hogirê wî Abdullahê kurê Muhamed Axayê Nazirê Kurdistanî dawîya pirtûkê tîne. Dawiya pirtûkê dibe ji ber ku alîkî va Mîrektîya Erdelanê hêdî hêdî jar dikeve û alîkî va jî nivîskarê me Mestûre nexweş dikeve û diçe ber dilovaniyê mirov pir xemgîn dibe.

0 comments

Comments


bottom of page