top of page

Pirtûka Ji Çîrok û Çîrvanokên Kurdan



Pirtûka bi nasnavê "Ji Çîrok û Çîvanokên Kurdan" bi aliyê nivîskar û rojnameger Huseyin Denîz tê nivîsar. Huseyin Denîz jî wek hogirê xwe Apê Mûsa di rojnameya Özgür Gündemê nivîskarî kiriye. Huseyin Denîz jiyana xwe de li ser wêjeya Kurdî sekinîye û ji bo çîrok û çivanokên nav Kurdan de tê gotin tov bike derî derî geriya ye. Di van geran de çiqas gotin tov kiribe hemû hildaye qeydê Denîz. Lê belê wexta ku Hüseyin Denîz hê van xebatên xwe naxe pirtûk, li aliyê hin destên tarî ve tê kuştin. Ev xabetên wê jî wiha di bin qeydê de dimînin.


Weşana Aram dest diavêje van xebata û di nav de gelek çîrokên dapîr û bapîrên Kurdan ji wan re gotine, bûne gelêrî dijbêre û bi navê Ji Çîrok û Çîvanokên Kurdan diweşîne.


Ev pirtûk çîrokên wek Zebeşo, Elîyê Newêrek di nav gel de bi gelek varyantan hatine gotin pêşkêşê xwandevanan dike. Xwandevan dikarin bi vê pirtûkê nav tiştên fantastîk bigerin lê ev tişt nayê wê wateyê ku pirtûk ji bo zarokan hatiye weşandin. Mezin jî dikarin van çîrokan bixwînin ûherwiha nav mêjîyê dapîr û bapîrên Kurdan de bigerin. Dawîyê de ez dikarim vê tiştê bi dilekî rehet bêjim ku Kurdên dixwazin bi zimanê xwe bixwînin dikarin bi vê pirtûkê destpê bikin. Ji ber ku him zimanê pirtûkê sivik e, him jî çîrokê wê nas û balkêşin. Ji bo ên Serhedî hin peyvikên pirtûkê cuda ne ji ber ku pirtûk bi zimanê Kurdên aliyê Mêrdînê hatiye nivîsandin. Lê ev cudahî ne tiştekî wek ku mirov bibêje bandorê li ser fehmkirinê bike girîng e.

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page