top of page

Pêşengekî Rasyonalîzmê Baruch Spinoza


baruch spinoza

Nav:

Baruch Espinoza- Benedictus Spinoza

​Pîşe:

Panteîzm, Determînîzm, Laîkparêzî, Felsefeya Rojava

Rasyonalîzm

Jiyan:

24 Mijdar 1632- 21 Sibat 1677

Welat

Amsterdam/ Hollanda

Benedîctus Spînoza bi îbranî Baruch Spînoza yek ji pêşengên sereke yên rasyonalîzmê ye. Benedîctus de spinoza di 24’ ê sermawez 1632 de di Amsterdamê de ji dayik bûye. Malbata wî ji eslê xwe de cihû yê spanî ne, malbata spînoza ber engîzîsyon (dadgehên katolîk) direvin û li wir distrin. Bavê spînoza bazirganekî girînge lê dema ku derbasê amsterdamê dibe rêveberîya sînagog a bajarê xwe dike.


Spînoza amsterdamê de cemaeta bi navê sefaedîm (Navê komeleya di 1492 de bi biryarname ya Elhamra ji îspanyayê hatine mişextî kirinê.) heya ciwantîya xwe perverdehî dît Ji ber vê yekê skolastîk felsefe baş hîn bû. Malbata Spînoza dixwast ku Spînoza bibe haham (serekên olî yên cihûyan) bi saya perwerdehîya ku dibîne îbranî hîn dibe, xebatên teologên cihû û ereb haydar dibe.


Di sala 1656 de dema 24 salî bû cemeat bi nalet spînoza aforoz kir. Lê di wî demê de hê spînoza xwedî pirtûk û nîvis nebûye, pêşîya afarozkirinê jî ji Spînoza re dibêjin dijminê olê. Du haham bi spînoza ve xeber didin û dibêjin xwe bigûherîne lê spînoza qebul nake. (fikrên li ser încîl û xweda) Piştî afarozkirina Spînoza navê xwe yê cihû Baruch guherand û kir Benedîctus. (Wate ya her du nava jî-kesên hatine homandin-e.)


‘’ Zanyarê Amerîkî Steven Nadler îdia kir ku afarozkirina Spinoza ji ber înkarkirina nemiriya giyan bû.’’


Haham ji bo spînoza dibêjîn ‘Ev keseki bi nalete, divê tu kes pê spînoza xeber nede, ev dijminê ol û xwedaye.’ Û bi vê şeqlê herkesî ji spînoza dûr dixin û spînoza dikeve tenêtîyekî mezin.


Demek piştî afarozkirinê spînoza koçê Rinjsburgê kir, wekî hinek gotinan spînoza êdî aciz dibe û ji bo xebatên xwe koç dike. Lê spînoza ji bo vi bûyerê vî sedemê hîşand dide: Rojeki dema şanoyê derdikeve kesek ji bo bi kêrê spînoza bikuje hewl dide. (ev qaputê ku bi kêrê perçe perçe bûye heya mirina xwe vedêşêrine.) Li Rijnsburgê Spinoza bi tena serê xwe dijiya, li wê derê li ser felsefeya xwe dixebitî û bi hûrkirina mercekan debara xwe dikir.


Di sala 1661 de Spînoza destpê nivîs kir, heya naha tenê fikirîbû û ji bo ramanên xwe bajarê xwe guhert êrîş lê hate kirin lê êdî Spînoza belav dibe û ‘xwedayê spînoza’ derdikeve hole. (Li vir dest bi nivîsandina ethica jî dike.)


Di sala 1670 de pirtûka xwe a bi navê ‘Theological-Political’ bênav diweşîne. Ji ber hin hevaltîyên xwe (Johan De Witt) neçar mabû ku alîgirekî sîyasî bike, ji bo vî alîgirîyê pirtûka vî a Theological-political ji aliyê Encumena Dêra Amsterdamê (Kalvînîst) ve bi gotina " Di dojehê de ji aliyê Cihûyekî murted û Şeytan ve hatiye îcadkirin û bi zanîna birêz Johan de Witt hat weşandin" hate rexne kirin.


Di sala 1673’te zanîngeha Heidelberg ji bo beşa felsefê gazî Spînoza dike lê spînoza vî qebûl nake çimkî şerta ‘mirovên olê aciz neke’ heye.


Di sala 1675’an de ‘Ethica’ diqede di nav hawîrdorek diyar de tê xeberdan û rexne kirin lê wî demê de Spînoza destûr nade ku were weşandin, Spînoza dixwaze pişt mirina wî were weşandin çîmkî zane ku pişt weşandin yê pirsgirêkên mezin bikşîne.


Bi hûrkirina mercekan debara xwe kirîye lê ji ber ku toza mercekan pişika wî nexweş dike 44-45 salî yê xwe de dimre.


Spînoza dema ku di 21ê Sibata 1677an de mir, li Amsterdamê ji aliyê hevalên wî ve di sala 1677-1678an de berhemên Spînoza bi hollandî (bi zimanê wî) tên weşandin.


Berhemên wî:

  • Li ser Xwedê, Mîrov û Bextewariya Mirovan Nêrînekî Kurt.

  • Lêkolînên Siyasî (Tractatus Politicus)

  • Lêkolînên Îlahî-Siyasî

  • Pêşveçûna Hêza Têgihîştinê

  • Bi Geometrî Pênasekirina Prensîbên Felsefeya Descartes I.û II.


ETHICA (Etîk)


Ethica navê wî yê orijinal ‘’Ethica Ordine Geometrico Demonstrata ye’ piştî mirina Spînoza di sala 1977 an de hatîye çapkirin, naha wek şahesera Spînoza tê binavkirin.


Spînoza jî wek geometrîya Oklid , di Etîka de jî pêşî aksîomên bingehîn derdixe pêş û paşê pergala xwe li ser ava dike. Ango, piştî qedandina aksîoman, her tişt bi deduktîf tê pêşandin. Yani aqil rênakeve naçe xweda, xweda rêdikeve tê aqil.


Etîka, ji ber avahiya xwe ya ku îdîa dike ku her tiştî rave dike,di wesfa metafizîkî de jî tê dîtin.


Spînoza di berhema xwe de ji bo mijarên wekî Xwedê, xweza, rastî, azadî, mirov, azwerî, hiş ravekirinên formulên rast dide, lê dîsa jî bi awayên pir cuda têne fêmkirin û ji ber vê yekê nîqaş têne kirin.


Ethica di nav xwe de dibe 5 beşa:


1. Derheqê Xweda

2. Derheqê Xweza û koka giyan

3. Derheqê Xweza û koka dilzîzî

4. Derheqê Xulamtî ya mirov anjî hêza dilzîzî

5. Derheqê hêza zêhn û qopikê mirov


Rasyonalîzm-Panteîzm-Ateîzm


Ev her sê rêbaz ji bo mesela spînoza girînge:


Rasyonalîzm dibêje çawkanîya zanînê aqil e, divê rastîya zanînê bir aman û hiş ve were bingeh kirin. Spînoza fîlozofekî di çaxa ronîbûnê de fîlozofekî rasyonalîstbû. Spînoza pênasekirina xwe ya töz ve rê dikeve û wî tözî re dibêje xweda. Dibêje tiştên hene hemû alîkî ve xweda ne, xweda xweza çênekir, xweda bixwe xweza ye. Dema behsa xweda dike dibêje xweda anjî xweza, wan herduka hew naqetîne. Anîgorî wî ramanê her tişt tişteke. Ev ramana xweza=xweda dibêje panteîzm e. Panteîst xwedakî antropomorfîk bawer nakin, yanî dibêjin xwedayê bi destê insan şeql hildide an jî bi vî şeqlê tê kisekirin em qebûl nakin, xweda teybetîya mirov nahewirîne. Ev terma panteîzm pişt mirina spînoza derdikeve holê lê Spînoza parêzvanê herî mezin tê qebûl kirin ji bo panteîzm ê.

Spînoza ji bo wan ramanên xwe yên derheqê xweda bi ateîstbûyînê ve hat tawanbarkirin û hêjî ew niqaşa berdewam dike ‘’Spînoza ateîste an na? ‘’


Du Gotinên Derheqê Spînoza Hatine Gotin:


‘’Ew di nav fîlozofên mezin de yê herî hêja û givar bû.’’

Bertrand Russell



“Ez bi Xwedayê Spînoza bawer dikim ku xwe di ahenga qanûnî ya cîhanê de dide xuyakirin, ne bi Xwedayekî ku xwe bi qeder û kirinên mirovahiyê re eleqedar dike.’’

Albert Einstein


Çend Gotinên Spînoza:


ü "Felsefe matematîka giştî ye."


ü “Tişta ku mirovê azad herî kêm li ser difikire mirin e; Felsefeya wî medîtasyona li ser jiyanê ye, ne mirinê."


ü “Mirov bi serketina azweriyên xwe nêzîkî Xwedê dibe.”


ü “Pîvana evînê hezkirina bê pîvan e.”


ü “Fêmkirin destpêka hezkirinê ye.”


ü "Eger yek bifikire ku ji aliyê yekî din ve tê hezkirin û bawer neke ku ji bo hezkirina wî sedemek daye wî, ew ê ji wî hez bike."


Commenti


bottom of page