top of page

Revîn


 

Siwar bin li balafirekî Em tev Destê me li hev Barê me sêv Li pey me binêre şev Rê li me dirêj be Bi roj heya şev Xewa şevê were û bi rev Heya xewna royê Porê te ser milê de bikev Balafir li warekî bisekine Firoşkar gazî dikin Werin erzane, erzane Çend sêva bifiroşim bikim bazin Heqê milên te bazine Siwar bin li balafirekî Em tev Dest bidin hev Peya bin li warekî Ên me dîtin yê bêjin bêkesin Ên me nas dikin bêjin ne bêkesin Ne bi tenê ne Rêwîyên ber bi şer û kuştinê ne Siwar bin li balafirekî Em tev Destê me li hev Barê me sêv Li pey me binêre şev

 

0 comments

Recent Posts

See All

Commenti


bottom of page