top of page

Rojên Tenûrê


 

Di Agirî dema ku havîn ber bi xelasîyê diçe îdî li her derê gund, bajarok û bajêr tev bi rengê firîkên genim zer rengîn dibin. Wexta dibe nîvro, tav xwe dide navîna esmana erd, bi firîkên genim re zer dirêj dibe diçe da ku pişt cil û çîya de winda dibe. Car caran mirov zevî û tava esman tev li hev dike anjî hew dizane ku ev zerayî a erdê li esman ji tavê dihele jorê de tê.

Çend hefteyan bi royê erd û esman bin zerayî de dibin yek û piştî wê cotkar lê dinêrin da ku erd ziha bûye, genim li firîka de hişk bûye dest diavêjin tirpan, şene û tirmixa berê xwe didin nav zevîyan. Wexta ku vêsê zû berîya dîkan dengê traktoran li nav gundan dikeve, gundî hemûyan fêr dibin ku ew dem hatîye. Dema paletîyê. Li Agirîyê mirov wiha dibijên, paletî. Ango çaxê dema nan dirrûnê tê cotkar ji bo ku genimê xwe zûtirkê biçînin, tov bikin û genim li erdê nemîne ji xwe re karker digirin. Van karkeran re dibêjin pale. Ji ber vê jî karê her sal havînê bi paleyan re tê kirin re paletî tê gotin.

Wextê dema paletîyê tê bila cotkar bikevin hesabê wê êkinê xwe çawa biçînin û bidin li ser hev şivan, gavan û berxvan ji zo bo ku zevî mêrg berê berê vedibin gelek kêfxweş dübin. Sewa heywanên xwe bi simbilên genim û ceh re têr bikin li hevdi re dikevin pêşbazîyê.

Paletî, Rojhilatê bi hişkbûna erdê û sekinandina şilîyê dest pê dike heya peyîzdê dikşîne. Nêzîkî peyîzdê mirov hemûyan êkinê xwe tov dikin û didin li ser hev. Ew çax her malek lê dinêre ka çiqas ceh anjî genim hildaye ew sal. Piştî hesab hate qedandin miletên malê ji genimê xwe hinekî ji bo ku zivistanê pê nan çêbikin bixin ar cuda dikin. Ê dinê maye jî sewa biharê dîsa bireşînin vedişêrin. Di nav rewşên wiha de mirov hevdu li nav gund, bajarok û bajêr de dibînin, derbarê êkinê ew sal diaxivin û xeberdanên wiha nav wan de derbas dibin:

-êkinê te îsal çawa bû? -welle ne zêde baş bû, min çi reşand ew hat ji min re dîsa. -belê ê min jî. Îsal dibêjin ê milet gelekî ne rind hatîye, ji ber ku biharê têr şilî ne barî. -Erê, biharê şilîyeke baş lê bikira meyê çiqas nebe dîsa sê çar qatên wê hilda. -Raste. Ji te re çend kod hat? -Min şeş kod reşandîbû ji min re bîst kod hat. -Qet tiştek nîne. Genimê ji bo zivistanê bibe nan û were xwarinê hatîye veqetandin kod bi kod tê jimar. Piştî wê mirov gazî traktoran dikin û berê xwe didin aşan de. Li alîyê Rojhilatê ji ber ku milet gelekî genim direşîne jîyana xwe wiha derbas dike li berê de heya demeke nêzîk gelek gundî de aşên genim hebûn. Mirovan li vir wexta peyîzdê karê xwe yên paletîyê xelas dikirin ji bo ku zivistanê pê nan çêbikin genim dihêrandin. Lê piştî ku mirovên rojhilatê dest ji cotkarîyê berdan û berê xwe dane bajarên mezin yên vî karî dikin ne weke berê man.

Ji ber ku cotkarî li Agirîyê xelas ne bûye nêzîkê payîzê mirov diçin aş, genimê xwe dihêrin dixin ar û vedigerin malên xwe. Her malek ji bo zivistanê nêzîkê deh anjî panzdeh torbe, li gorî miletê mala xwe, arê qemer dide ser hev û vedişêre. Di ser de çend torbe jî arê fabrîqê distînin ji bo tev li hev bikin da ku rengê nanê wan hinek sipî bibe.

Dibû payîz, karê mirov ên cotkarîyê xelas dibû li pey re hêdî hêdî hewa sar dibû şilî, ba û bager radibûn. Ji bo mirovên rojhilatê ew çax ne demeke romantîke. Wexta ew bi dest û lepan dikevin nav xwelîyê da ku ji bo zivistanê bişewitînin qirş û qal tov bikin bayên zexm li rast û çepêva rîyê wan dixe, ji wan sûretên mirov qêmîş nake maç bike de xênî dewsa desten jîyanê tiştek namîne. Lê wexta nan li van malan xelas dibe bizanin demeke him gelek romantîk him jî germ û mîstîk tê.

Wexta payîza dereng li malên gund nan xelas dibe jinên mala dest û milên xwe hildidin, qedera miletên malê hevîr çêdikin. Piştre li xanîyan de tenûrê vêdixin. Carekî de bi wê hevîrê nêzî sê çar hefta ji malê re biçe nan çêdikin. Herwiha bêhna nanê teze li ser gund dikeve.

Piştî jin nan çêdikin û xelas dikin tiştekî didin li ser devê tenûrê da ku tiştek nekevê, neşewite û diçin malê. Vê demê zarok digîjin hevdu tên li ber tenûrê rûdinên û pîyê xwe li germahî tenûrê de dadliqînin. Wexta Li derva ba û bager erd û esman tîne xwar ew jî alîkî parçeyên nan ên li tenûrê ve maye, hişk bûye radikin dixwin û alîkîva jî li hev du re çîroka dibêjin.

Dibên: “Hebûye û tinebûye... malek hebûye û kûçikekî wan hebûye..."

 

0 comments

Recent Posts

See All

コメント


bottom of page