top of page

Romana Şeşaqil


Romana nivîskar û helbestvanê kurd Cîhan Roj a dawî 2021 an de Şeşaqil ji Weşanên Lîsê derketiye.


Cîhan Roj di hevpeyvîna xwe ya Weşanên Na yê de derbarê nav de gotibû peyva şeşaqil ji bo ên ji her kesî fikr hildidin, xwedî fikrekî nîn in re tê gotin.


Serlehengê romanê karakterê bi navê Şem e. Şem li gor temenê xwe wek her mêrên kurd zûtir nakeve bin berpirsyariyên aborî û din. Alikî ve evîndarê Seherê ye û aliye din ve jî zarokên derûdor re tevlî lîstikan dibe ku ev yek dibe sedema rexnebûnê ji wî re. Ev yek jî tîne bîra mirov ku di welatên kurda de ji ber ku rewşa aborî dijware mirov zêde pragmatist difikirin û piştî temenekî tiştên kêrê aboriyê neyên re mûjiliya mirov mêranî nabînîn.


Di romanê de Şem û Seher dilketiyê hev in û heya navbera romanê evînek saf din av wan de ava didome. Lê Seherê didin mêrekî temenê xwe ji wê mezintir û piştî wê Seher carekî de dikeve rola jina yekî din. Ev tişt jî aliye sosyolojik ve tiştekî girîng dide ber çavê mirov. Di nav kurdan de gelek ciyan ku temenê wan gihîşt navbera 15-18 an qîzan carekî de didin mêr. Ev tişt carekî de dibe û qîzên duh carekî de dibin kevaniya malan. Ji ber vê gelek qîz dest bi xeyal û hîsên xwe yên saf, xamayî berdidin.


Aliyê teknîkê ve roman bêhtir dişibî kamerayekî. Mirov digot qey di destê nivîskar de kamerayek heye û daye pey Şem digere. Ji ber vê roman wexte û bûyereke kifş behtir bi dîmenan pêk dihat û panoramayeke jiyana Şem dihat nişandan.


Ji bo romanê tiştê herî serkeftî ew bû ku aliye xwendinê de gelek hêsan bû. Mirov nedizanî roman çawa diherike. Lê hin derên romanê de mirov rastî peyvên tirkî dibû. Wek ku hinek deran de “qazete” hinek deran de jî “rojname” hatibû nivîsandin. Me ev tişt di hevpeyvina bi Cîhan Roj re kir de pirsî ku gelo sedema vê yekê realîzma romanê ye. Wî jî got belê min xwestiye ku heya ji min were ev rastî di romanê de hebe.

0 comments

Comments

Couldn’t Load Comments
It looks like there was a technical problem. Try reconnecting or refreshing the page.
bottom of page