top of page

Rêzefîlma Îşev


Di warê rêzefîlma de xebatek serkeftî bi aliyê ciwanên Batmanî ve di sala 2021 an de hat çêkirin. Mîna hemû xebatên kurdî, kurdewarî ev xebat jî ji ber derfetên aborî di nav şert û mercên dijwar de hat rêvebirin û derket holê. Lê her çiqas xebat rastî pirsgirêkan hatibe jî dawiyê de aliyê lîstikvanî, aliyê kêşan û teknîkê ve bûye serkeftî.

Rêzefîlma Îşev, Îşev Dizisi

Rêzefîlm ji bo televîzyona nehatiye amadekirin û li ser youtubê hatiye weşandin. Derhênerê rêzefîlmê Veysel Seçen dibêje ku wexta destpêkê de xwesteka me ya çêkirina rêzefîlmê nîn bû. Projeya me bi skecan pêk dihat. Lê piştî me dest bi kêşanê kir, me biryar da ku em bixin rêzefîlm.


Sedemeke serkeftina Îşev jî karakterên tê de ne. Mirov dikare karakterên Îşev di nav jiyana kurdan de bibîne, gotin û replîkên wan di derûdorê xwe bibihîsin. Taybetî jî karaktera bi navê Xaltîka Sosê ku di rêzefîlmê de dernakeve pêşiya kamerayê û hertim peyamên sosyal dide him mirova dikenîne, him xemgîn dike û him jî şîyar dike.


Di navbera rêzefîlmê de mirov dibîne Xaltîka Sosê ji ber ku kelemçeya elektronîk xistine pîyên wê nikare malê derkeve.


Rola Xaltîka Sosê Bahoz Ozsûnar zindî dike. Di Îşev de taybetiyeke Bahoz e din jî heye ku rola bi navê Şewqiya dilîze. Di rêzefîlmê de Şewqiya jin e. Dibe ku sedema vê ew be ku ji bo rêzefîlmê lîstikvanê jin nehatiye dîtin. Di nav gel de ji bo sedemên civakî lîstikvanê jin derneketine. Lê ji ber ku di nav kurdan de ji aliyê mêra ve leyîstina rolê jinane jî wek lîstikvaniya jina tabû tê dîtin rola Şewqiya gelek girînge.


Roleke din jî Baqî Abê ye ku ji aliyê lîstikvan Erdal Kaya tê zindî kirin. Rola Baqî Abê roleke taybet nîn be jî Erdal Kaya bi lîstikvaniyeke bêhempa rêzefîlma Îşev derxistiye asteke bilind. Xênî van Denîz Ozer jî bi popûleriya xwe ya li ser medyayên cîvakî, youtubê li gor mîn bûye sedem ku Îşev bêhtir di nav gel de belav bibe.



Îşev gelek aliya ve dişibe rêzefîlma tirkî ya bi nave Leyla û Mecnûn. Me beriyê gotibû ku di serî de proje wek skecan hatibû fikirîn lê pişt re bûbû rêzefîlm. Ev tişt bûye sedem ku Îşev de mijareke sereke tinne be, bûyerên cuda hebin. Di rêzefîlma Leyla û Mecnûn de jî buyerên cuda û absûrt peyda dibûn.


Xênî vê her du rêzefîlma de jî dikanek heye ku leheng carna li wir tov dibin.

Karakterê Îşev de ê bi nave Hemeşa di rêzefîlmê de qet neaxive û tenê roja Cejna Zimanê Kurdî de diaxive. Sedema vê jî wek berteka qedexeyên li ser zimanê kurdî tê nîşandin. Yên temaşe kirine dizanin ku di rêzefîlma Leyla û Mecnûn de jî rolek bi nave Melûl heye ku di rêzefîlmê de qet neaxive. Mirov dikare bibêje ku vê aliyê ve jî Îşev dişibe Leyla û Mecnûn.


Ji aliyê peyamên dide; şandinên bûyer, kesayet, film û rewşa nûdem ve mirov dikare Îşev bişibîne rêzefîlma Leyla û Mecnûn.


Heya niha li ser youtubê du sezonê Îşev hatiye weşan û hinek lîstikvanê Îşev waha ne:


-Erdal Kaya

-Denîz Ozer

-Bahoz Ozsûnar

-Rozerîn Baltaş

-Gulan Mizgîn

-Şîrîn Ertaş

-Hemeşa


Hîn replîkên Îşev ên derketine pêş:


-“Xwe aciz nekin”

-“Birazî”

-“Plana ûy”

- “Hoo ho baqî”

-“Pey nanê xwe bin”


Comments

Couldn’t Load Comments
It looks like there was a technical problem. Try reconnecting or refreshing the page.
bottom of page