top of page

Rûgeş Kirici


Bi salan beriya ku Rûgeş kirici minareya mizgefta bajêr bidize û ji tizbiya xwe ra bike îmamok, li zaningehê di beşa endezyariya kimyayê de bi gavên hêdî û giran berev mezûniyetê diçû û ji bo rojek berî rojekê xwe ji “karkeriya bindestiyê” ango karmendiyê rizgar bike û bigihêje bin sîwana hûnerê ji aliyekî ve heftê çend rojan bi serdaniyên xwe şêniyên kursa kemanê şên dikir û ji aliyekî din ve lîstikên şanoyê temaşe dikir. *


Bi salan beriya ku Rûgeş kirici bi serdaniyên xwe şêniyên kursa kemanê şên dikir, bi dest û pêyên xwe yên biçûk, bi porê xwe yê gijik û gilêza xwe ya li devzendikên xwe geriyayî li gundekî Serhedê hiriya li nava kolanan belavbûyî kom û berhev dikir da ku ji xwe re bebikeka pêlîstokî çê bike.


Bi salan beriya ku Rûgeş Kirici hiriya li nava kolanên gund kom û berhev bike da ku ji xwe re bebikeka pêlîstokî çê bike, li Gimgima Mûşê di saleka ji xêncî wê û malbata wê kes nizane de bi nîşanên gelekî ecêb û balkêş jê bêtir û rasttir bi nîşanên gelekî bi xêr û qenc ji dayik bû. Sala ew ji dayik bû li seranserî Kurdistanê 1001 lîstikên kurdî hatin nivîsandin. Meha ew ji dayik bû 101 rojnamegerên kurd ên girtî hatin berdan. Û herwiha tiştê herî seyr roja ew ji dayik bû pezkoviyek ji nişka ve hînî kurdî bû û hema pê re dest bi xeberdaneka zelal û herikbar kir.


Bi salan piştî ku Rûgeş Kirici li Gimgima Mûşê di saleka ji xêncî wê û malbata wê kes nizane de ji dayik bû, li Stenbolê bi koma Şanoyê “Teatra Jiyana Nû” re dest bi lîstikvaniya şanogeriyê kir. Bi demê re li wir bû kevireka giran û di şanoya kurdî de bû xwediyê nav û dengekî. Teatra Jiyana Nû çend sal beriya niha bi qedexebûna lîstika xwe ya “Bêrû” hatibû û li rojeva me runiştibû û mîna gelek kurdan ez jî bi wê bûyerê ji wan haydar bûbûm. Ew “ Bêrû” du salan beriya vê qedexekirinê li Rûsyayê Moskovê 17yemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Şanoyê de di kategoriya lîstikên biyanî de “Xelata Mezin” wergirtibû. Paşê gava min li Wanê cara ewil lîstikeka Teatra Jiyana Nû “Tenê Ez” temaşe kiribû, min dîtibû bê çi kareka delal derxistine holê û Rugeş Kirici çiqasî hêja ye di wê xebatê de. Rûgeş Kirici bi bernameya komediyê “Hinek-Henek” a di pandemiyê de destpêkirî re, nemaze bi rêze-skêca xwe ya ew û Perînaz Delazy bi hev re dilîzin “Perê û Hîvê” re gihîşt zêdetir şanohez û kurdîhezan û serkeftineka dî jî kir para şano û hûnera kurdî. Bi van xebatan Rûgeş Kirici ji bo min bû Keybanûya Şanoya Kurdî.

Herwiha ew heta niha di gelek film û rêzefilman de lîst û di di heman demê de derhêneriyê jî dike. Fîlmeka wê ya dibe ku we bihîstibe “ Momê” ye: Di Momê de ew Yavuz Akkuzu, Rewşan û Hêja Netirk bi hev re lîstibûn.


Di bernamyekê de li ser lîstikên Mirina Anarşîstekî, Bêrû û Wê Hesab Neyê Dayîn sohbetek dest pê kiribû, ku hersê lîstik jî werger in û yên Dario Fo ne, ji wê pirsîbûn çima hûn hertim wergeran dîlizin, ew bi aciziyeke veşartî gotibû : Binivîse em jî bilîzin bavê min. Bi ser de pirsek jî li ser Dario Fo sekinî bû, digot, çima hûn evqasî ji lîstikên Dario Fo hez dikin. Bersiva Rûgeş Kirici dîsa gelekî balkêş bû, hema hema wiha bû: Dario Fo û şanoya kurdî gelekî dişibin hev, herdu jî li dijî qedexekirinan serî li ber xwe netewandine û hertim bi berxwedanên xwe, xwe ji nû ve afirandine.



*Binêrin: Hinek Henek, jixweberî Lêpirsîn

0 comments

Comments


bottom of page