top of page

Sokrates ”Alegoriya Şikeft''


Sokrates:


-Niha, min got, afirandî ya ku jê re mirov tê gotin, bi şeqlê bi perwerdeyê serwextbûyî û serwextnebûyî bifikirin. Bihêle ez vê yekê bi şibandinekî vebêjim: cihekî wek şikeftê di bin erdê de, di hindir de hin mirov. Ewilî derbasokekî seranser li ber ronahiyê vedibe… Ew mirovan ji zarokatiya xwe ve bi ling û stûyê xwe zincîrkirî, di vê şikeftê de dijîn. Ne dikarin bilebitin, ne jî ji bilî serê pozê xwe tiştekî din bibînin. Ewqas têr şidandî hatine girêdayînê ku nikarin serê xwe jî bilivînin. Li pişta wan agirekî ku cihekî bilind hatiye vêxistin, şewq dide. Di navbera girtiyan û agir de rêyeke asê heye. Li ser vê rê de dîwarekî nizm wek hûn zanin ew kesên kukla dileyîstînin navbera xwe û temaşevanan de ji bo li ser marifetên xwe hîşand bidin beşek heye, dîwarekî wisa ye. Cihekî wiha dînî ber çavên xwe?


Sokrates  ”Alegoriya Şikeft''


Glaukon:

-Dînim.


-Li piştî vî diwarê nizim mirovan bifikire. Di destên wan de her cure alav, ,kuklayên dişibin mirov, ajal û tiştên din bi dar, kevir hatine çêkirin hildigrin. Ev tiştên hildigrin ser wî beşê tê dîtin. Kesên ku di wir re derbas dibin hinek dipeyivin, hinek jî bêdeng in.


-Bi rastî dîmenek ecêb û girtiyên ecêb!


-Lê mîna me. Mirovên di vê rewşê de xwe û yên derdora xwe çawa dibînin? Yê tenê sîhên bi ronahî ya agirê hemberê wan derdikeve bibînin. Ne wisa?


-Ji ber ku di tevahiya jiyana xwe de nikarbûne serê xwe bilivînin, wekî din nabe.


-Hemî tiştên ku di ser wî beşê re derbas dibin jî bi vî awayî dibînin.

-Bêgûman

-Îcar heke ev mirovan di navbera xwe de bipeyivin, yê bêjin qey bi ev navên ku dane sîhan ve tiştên rasteqin vedibêjin, ne wisa?

-Belê

-Di çavên wan mirovan de tiştên rasteqîn sîha tiştên sûnî ye bêguman ne wisa?

-Bêgûman


-Niha bifikire: Heke zincîrên wan mirovan vekin, nezanîya wan dawî lê bikin,ewna her tiştî wekî xwe bibînin yê çi bikin? Em ji girtiyan yekî rizgar bikin, bi zorê rakin ser pêya; serê wî bivzirînin, bimeşînin wînî , bila çavên xwe bilindê ronî bike. Ev tevger tevahî yê êş bidinê. Ew ê bi alûbûyînê li tiştên ku sîbera wan dîtîye binere. Ger em jê re bibêjin ku tiştên ku te dîtibûn tenê siyên vala bûn, naha hûn bêtir nêzî rasteqînê ne, bêtir berê te alîyê tiştên rastînêye, hûn rasttir dibînin; Em her tiştên ber wî derbas dibin yek bi yek nîşanî wî bidin û heke em bipirsin ka ew çi ne, ew ê çi bibêje? Ma yê matmatî nebîne? Tiştên ku lezek berê dîtin yê yê naha rasteqîntir neyê?


-Yê bêtir rasteqîntir were.


-Heke em zorê bidin wî ku li ronahiya petî binêre? Ma êşê nekeve çavên wî? Ma yê hertim serê xwe alîyê tiştên ku dikare binêre nevzirîne? Ma yê tiştên ku dibîne ji tiştên hûn hîşand dikin bêtir aşkere û vekirî nebîne?


-Barkim wisa ne.


-Heke em wî bi zorê bigrin biherin, derxin hevrazeke rap û asê, devre ber bi taverojê bikşînin. Gelo canê wî yê neşewite? Yê li hemberê me nesekîne? Gelo Ji ber taverojê çavên wî yê alû nebe û tiştên ku em naha jê re dibêjin rasteqin ji bo wî nedîtbar nebe?


-Ez texmîn dikim ku ew di destpêkê de tiştek nabîne.


-Ger ew bixwaze dinyaya jorîn bibîne, pêdivî ye ku ew ji bielime. Tiştên pêşîn ê ku ew bikaribe bi rehetî bibîne dê sîwan be . Paşê sîtava mirov û tiştên di avê de, û piştre eslê wan. Piştî wan ew ê çavên xwe rake û pêşiya tavê stêrkan, hîv û ezman temaşe bike…

-Her hal


-Di dawî de yê tavê bibîne; lê êdî di nav avê anjî sîtava di tiştekÎ din de na cîhê wî de, wek wî


-Divê wisa be.


-Tenê wê gavê ew ê fêm bike ku ew tiştê ku demsal û salan çêdike tav e. Hemû dinyaya xûya dike bi alîyê tav tê tenzîm kirin. Çavkaniya rastî ya her tiştê ku ew û hevalên xwe di şikeftê de dibînin tav e.


-Piştî van şêwazên cuda, ew ê bêguman bigihêje vê encamê.


-Wê gavê gava ku cîhê xwe yê pêşî, tiştên ku li wir dizanibû û hevalên xwe yên zîndanê tîne bîra xwe yê şikir neke û li ber hevalên xwe nekeve?


-Teqez


-Lê ew nirx û îtîbara ku ew li wir didin hev? Dahata kesê ku herî baş tiştên ku tên û diçin dibînin, derbasbûna yekem an dawîn, an ji wan hemû di hişê xwe de herîbaş digire û pêşbînî ya pêşerojê dike dest dixe yê ça be? Gelo mirovê ku ji şikeftê filitî niha yê xwezîlîya xwe ji wan bîne? Yê gelo çavnebariyê ew kesên navûdengî û qezanc destxistine bike? Li şuna vegera ku wan xeyalên vala û jiyana ku berê dijiya, mîna Achilles a Homeros ‘’di xîzmeta cotkarekî belengaz de xulamtî’’ ji bo hemû derdên dinyayê tebat kirin ma hezar carî çêtir nabe?


-Bi min yê bibîne; ew ê her cure mihnetê qebûl bike û venagere wî jîyanê.


-Wekî din li ser vî bifikire: heke ev zilamê ku em behsdikin vegere şikeftê û cihê xwe yê berê bigire; Ma çavên wî yên ji ronahiya rojê veqetandî dikarin li ber tariyê ber xwe bide?


-Nikare


-Beriya ku çavên wî bi tariyê re bielimin, jixwe ew nikare bi rehetî bi tariyê re bielime

Ma ger di van tariyê de dîsa bifikire, bi girtiyên ku qet ji zincîreyên xwe derneketin li ser tiştên ku dîtiye nîqaş bike her kes pê nakene?Ma nabêjin ku ew belesebeb derketiye jor û bi ser de jî çavên xwe xirab kiriye û vegeriyaye?

Dema ku ev mirov hewl bide ku wan veke û wan bihere jor, ger ji destê wan bê ew ê wî nekujin?


-Teqez, yê bikujin.




"Ev alegorî di pirtûka Platon a 'Dewlet'de beşa -Pirtûka 7. - de derbas dibe."

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page