top of page

Sîstema Jivanê û E-Nabiz


 

Di nav van rojên vîrusa koronaya nû herî tişte girîng saxîye. Vîrûsa koronaya nû û kertêkerên din, em pêşgirî hilnedin saxîya me yê ji dest me biçe. Vê encamê de laşê me de kêmasî an zedehîyên çêbin û emê nexweş bikevin.

Bedena mirov wekî çemekî ye , gawa cîyekî derêya wê were girtin pêşîya wê bê av dimîne û berîya wê dibe sêlav. Dawîya wê de nexweşî ji me re dibe kulek. Saxî ya me gelekî nazik e. Gerî em xwe hezbikin û laşê xwe wekî kulîlkekî biparêzin. Di Misilmantîyê de Xweda ji devên pêxemberan de dibêje “saxi û wext, gawa ew her tişt ji dest çû hûnê pir jovan bin”. Gotineke peşîyan de jî dibêje “Tu dojehê nebînî buhûşt bi te xweş nabe”. Lewma pêwîste ku li serî de em qedrê saxî û başîya xwe bizanin.

Nexweşxaneyên dewletê ev sê çar sale bi sîstema jîvane dixebitin. Nexweşxaneyan de tenê beşa rengdêr bê jîvanê suxre dide. Beşa rengdêr nexweşên bilez û giran dinêre. Berîya çûyîna nexweşxanê ji bo jîvanê gerî hûn MHRS 182 bigerin an jî di navnîşana www.mhrs.gov.tr de ji xwe re jivanê hildin. Bi sîstema jivane hûn dikarin bijîşkê xwe hilbijêrin û wexta dixwazin dikarin jivan hildin. Sê çar sal berê peşîya vê sîstemê de nexweş li jûra bijîşka rêz dibûn saet bi saet hêvîya rêza xwe disekinîn. Bijîşkan hîn roj dused nexweş dinêrîn û ser wê giranîye de hêrs dibûn. Mirov li nexweşîya xwe wa hêvîya rêze hêrs dibûn û di encamê de nexweş û bijîşk li hev dixistin. Hingî sîstema jîvanê ketîye jîyana me ev şerên wiha pir kêm bûne.

E-Nabiz bernameyeke weke sîstema jivanê ye, ji bo ku mirov mala xwe de rewşa saxîya xwe hîn bibin hatiye çêkirin. Herwiha mirov e nabizê de vekêşan, rajen û şekira xwûna xwe 7 roj 24 saetî dikare bişope. Wê programê de hûn dikarin, diyarîye, lebatên xwe jî binêrin û bişopînin. E-Nabiz 1 çile 2015’an de li ser navnîşana https://enabız.gov.tr de dest pê xebat kiriye. Peyvik Bername: program. Bijîşk: hekîm. Encam: dawîna tiştekî. Jivan: çavpêketin, hev dîtina ji bo armancekî. Jovan: poşmanetî. Rajen: livîna xwûna mirovan a bi tilîya li ser demaran tê hîs kirin. Suxre: xizmet. Vekêşan: fişara xwînê a piçûk anjî ya mezin.

 

0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page