Tara Mamedova: Ez dixwazim hunera xwe ve bibim yek
Zaroktiya Wê
Tara Mamedova, di 22 nîsana 1983'an de li Kirgizîstanê Kok-Yangakê ji dayik bûye. Di nav baxçên gul û kulîlkan, baxçên xoxan de û bi seyê xwe yê Kaştanka re demên gellek bextewar jiya ye, xewnên gellek baş û şêrîn dîtiye. Li Kok- Yangakê wê serdemê Kurd, Ermenî û Rûs tev bi aşitî û aramî dijîn. Her miletek zimanê yên din fem dike û ji hev hez dikin. Diya Tara Mamedova gerînendeyê Navenda çand û hunera Elegezê ye, him jî mamosteyê Rûsî ye, hunermend û hunerhez e. Bi vê awayê Tara ji xwe di nav huner û muzîkê de dibîne. Her tim stranan dibêje, dans dike. Jiyana wê an jî ya rasttir zaroktiya wê heta 9 salî wiha didome.
Di 1992'an de Yekitîya Sovyetê belav dibe, salek şunda di 1993'an de zor didin wan ku mal û warên xwe bihêlin û koç bikin. Neçar dimînin, siwar dibin trênan ber bi Rûsyayê ve diçin. Mixabin, nahêlin Tara Kaştanka li gel xwe bibe, hilnadin vagonan. Ev dîmen, ev wêne bîra qedera Tara Mamedova de hê jî geş e, hê jî zindî ye.Dîmeneke din ji gotina kalikê wê yê. Gavaku zorê li wan dikin ku koç bikin dibêje, her kes ê here welatê xwe lê em ê herin kû. Kal û pîrên Tara sed sal berê ji Bazîdê sirgûn kirine. Û mixabin, nahêlin ku ew Kirgizîstanê jî sitar bibin. Herwiha penaberî dikeve li nav jiyana Tara û qet dernakeve.
Diya Wê
Huner her dem bala Tara dikişîne. Haya diya wê jî vê rewşê heye û her dem piştgirî dide qîza xwe. Mixabin, demên ewil, li Rûsyayê pir dijwarî dikişînin. Ji ber ku mal û milkên, kar û barên xwe piştî xwe hîştine. Li Rûsyayê di gundekî de star bûne. Çendek derbas dibe û hînî jiyana li vê derê jî dibin. Diya wê dîsa dest pê mamostetiye dike. Li bajarê Yaroslavlê Navenda Çanda Kurd vedibe. Bi wê awayê ji Tara re rêya huner û şanoyê dîsa vedibe. Tara her û her ji bo jiyan û hunera xwe girîngiya diya xwe tîne li ser ziman.
Hunera Wê
Tara Mamedova, di piçûktîya xwe de bêtir, klasîkên Kurdî û romansên Rûsî guhdar kiriye. Destpêka wê ya hunerê esil bi şanoyê dibe. Mamosteyê şanoyê, Şaliko Bêkes, bedewiya dengê wê ferq dike. Tara mamedova bi wê awayê saxî serê mamostayê xwe berê xwe dide mûzîkê. 20 salîya xwe de diçe Firansayê û li wir mûzîka jaz nas dike. Li ser jaz ê lêkolîn dike, perwerde dibîne. Dîsa li Firansayê mûzîka kolanan bala wê dikişine û gava çend sal şûnda diçe stenbolê li ser mûzîka underground, mûzîka binerd, dixebite. Bi gelemperî li ser mûzîka alternatîf ya cîhanî dixebite. Şêweya xwe bi navê etnîk pop tîne li ser ziman. Mûzîka wê rojane ye, yekbûna kevn û nû ye. Dengbêjî û çavkaniyên me yî bêdawî mûzîka gel ji xwe re spartek girtiye. Din nav mûzîka xwe de gellek motîfên jaz û blûesê bi kar tîne. Tiştê herî girîng ev e ku her dem li pey hunera nûjen e, digere, diceribîne. Dixwaze deriyekî veke ji bo mûzîka kurdan, mûzîkjenên Kurd di vê deriyê de piyê xwe biavêjin dika cîhanê.
Albûm û Stranên Wê
Di 2015'an de albûma xwe ya yekem bi navê “Ax” belav kir. Ev albûm bêtir behsa koçberiya Rûsyayê ya malbata Tara dike. Navê albûmê ji strana albûmê ya yekem tê. Tara Mamedova, wê stranê di Bazîdê de li hemberî Çîyayê Agirî nivisandiye. Girîngiya wê stranê mezin e. Ax xelasbûna hesreta welat û wê ye. Derfetên bapîr û dapîrên wê tunebûye. Vegerin ew jiyana li pişt xwe hîştine. Ji ber wê Tara Mamedova şuna malbata xwe jî ev ê hesretê qedandiye. Lo lawo, straneke din e, qala şera Tara Mamedova û hevjîna wê dike. Bi vê stranê baştir fem dike ku divê çi jiyayê binivîse û bike stran. Stranên xwe bi xwe binivîse. Albûm tevahî 10 stranan pêk tê. Di albûmê de zaravayên Kurdî yên cuda bikaraniye. Ev albûm ji Kurdistana Bakur heta Başûrê ji Rojhilat heta Rojavayê çîrokan dihebîne. Ji ber derfetên teng û piştgirîyên nîn in, qedrê wê albûma li cem min zêdetir e. Tara Mamedova albûma xwe ya duyem çend sal berê bi performansên zindî weşand. Ev jî gellek balkêş in. Ku mirov nizanibe pesneke baş bide tiştê baş mirov neaxive baştir e. Têkilîya min bi amatorî mûzîkê heye ji ber wê nikarim şiroveyeke cuda bikim. Lê kêmasî wiha bibêjim, hunera ceribandî ya wêrek e û ew dîsa jî bê hezkirin tiştekî bêhempa ye. Tara Mamedova, li van demên dawî bi navê Xewna Giran single-ek derxist. Ev stran jî behsa nexweşiya qîza wê dike. Nexweşiyeke giran. têkoşîna jinan, rawest û hêvî bingeha stranê tijî dikin. Ew stran jî qlîba xwe heta forma xwe, gotinên xwe heta aranjeya xwe pir pir hêja ye. Û favoriya min Firîn e. Ez dixwazim nivîsê bi beşeke gotinên vê stranê xilas bikim.
Ji tariya şevê natirsim
Natirsim
Bi roniya rojê naxapim
Jiyan bozêrewan e jiyan
Di bin lingên min
Jiyan bozê rewan e jiyan
Di bin lingên min
Lingên min di zaroktiyê de
Asê bûye
Bila qet nebin baskên min
Dikarim ji jor da li ewran binêrim
ความคิดเห็น