top of page

Taybetmendiyên Hevpar Ên Zindiyan


Taybetmendiyên Hevpar Ên Zindiyan

Em ji zanista ku derbarê zindiyan de lêkolîn dike re biyolojî dibêjin. Di kurdiya kurmancî de jî ji bo peyva biyolojî “jiyannasî” heye. Mirov dikare di nivîsên kurdî de van herdu peyvan jî bikarbîne lê em ê ji bo zêdetir kurd bikaribin fêhm bikin gelemperî peyva biyolojî bixebitînin.


Peyva biyolojî ji zimanê Yewnanî tê. Biyolojî ji “bios” ku wateya wê “jiyan” e û “logos” ku wateya wê “lêkolîn kirin, zanist” e pêk tê. Ango mirov dikare bêje ku peyva biyolojiyê tê wateya “zanista jiyanê”.


Me got zindî, gelo çawa dibe ku kevirek ne zindî lê şênkatiyek zindî tê pejirandin?


Ji bo ku mirov bikaribe tiştekî wek zindî bipejirîne divê di wan de taybetmendiyên wek binyata şaneyî, xwedîbûn, hilmijîn, livîn, derkirin, metabolîzma, organîzasyon, homeostazî, adaptasyon, zayîn, mezinbûn û gihîştin, ji hişyariyan re bertek nişandan hebin.


Heyinên xwedî van taybetmendiyan wek zindî tên pejirandin.


Taybetmendiyên Hevpar Ên Zindiyan


1. Binyata Şaneyî


Di laş de yeke (ango beş) ya herî biçûk a bingehîn û fonksiyonî şanik e. Şanik li gor binyata xwe wek okaryot û prokaryot du cure ne.


Ji şanikên ku dendik û organelên wan ên biparzûn nîn in re şanikên prokaryot tê gotin. Şanikên ku xwedî dendik û organelên biparzûn in re jî şanikên okaryot tê gotin.

Ji zindiyan hinek okaryot hinek jî prokaryot in.


2. Xwedîbûn


Hemû zindî ji bo hewcehiya xwe ya enerjiyê pêk binîn divê xwe xwedî bikin. Ango xwe xwedîkirin jî di zindiyan de tevgereke hevpar e. Lê hin cure zindî dikarin xurekên xwe bixwe çê bikin hinek nikarin.


Ji zindiyên ku dikarin bixwe xurekên xwe çê bikin re zindiyên ototrof (Xwexweyker) tê gotin. Ev cure zindî xurekên xwe bixwe çê dikin û paşê van xurekan metabolîze dikin û bi vê awayî pêdiviya xwe ya enerjiyê pêk tînin.


Wek mînak şênkatî ototrof in û dikarin xurekên xwe bi alikariya klorofîlên xwe çê bikin.

Zindiyên ku nikarin xurekên xwe bixwe çê bikin re jî heterotrof tê gotin ku ev cure zindî xurekên xwe ji cihê derve werdigirin. Wek mînak ajal û karî heterotrof in û xurekên xwe nikarin çê bikin, ji derve werdigirin.


3. Hilmij


Ji bo zindî bikaribin zindîtiya xwe berdewam bikin herdem pêdiviya enerjiyê heye bo wan. Ev enerjî jî ji molekula ATPyê ango adenozin trîfosfat tê wergirtin. Şanik molekula ATPyê bi parçekirina xurekan û bi rêya hilmija şanikî çê dikin.


Sê cure reksiyonên hilmijînê hene; hilmija şanikî (şaneyî), hilmija bioksîjenî û hilmija bêoksîjenî.


4. Derkirin


Zindî ji bo zindîtiya xwe bidomînin karen metabolîk dikin û encama reaksiyonên metabolîk de di laşê wan de hin hêmanên bêkêr anjî ziyandar çê dibin. Zindî bi awayên cuda van hêmana ji laşê xwe dûr dixin. Bi vê re jî derkirin anjî valakirin tê gotin.

Di zindiyan de derkirin tevgereke hevpar e û bi awayên cuda pêk tê.


5. Livîn


Di hemû zindiyan de livîn jî tiştekî hevpar e. Zindî ji bo nêçîr kirin, zayîn, xwedîbûn, wergirtina av û roniyê dilivin.


Zindiyên yekşaneyî bi alikariya qamçî, sîl, piyên qelp cihên xwe diguherînin.

Livîn di şênkatiyan de wek guherîna rewşê, di ajalan de jî wek guherîna cih pêk tê.


6. Ji hişyariyan re bertek nişandan


Zindî ji hişyariyên cihên hindir û derveyî tên re bertek nîşan didin. Ev tişt ji bo zindî bikaribin ji hawirdora xwe re hevseng bijîn girîng e.


7. Metabolîzma


Hemû çêkirin û xirakirinên di laş de diqewimin wek metabolîzma tên pejirandin.

Ger ku bi molekulên biçûk molekulên mezin bên çêkirin vê yekê re anabolîzma tê gotin. Lê ger ku di reaksiyonê de ji molekulên mezin yên biçûk bên çêkirin îcar wek katabolîzma tê binavkirin.


Li gor serdema leza wan waha ye;

anabolîzma û katabolîzma

8. Homeostazî (Hevsengiya Hindir)


Ji bo zindiyan him di cihê hindir de him jî di cihê derve de gelek bûyer diqewimin. Zindî ji bo jiyana xwe bikaribin berdewam bikin divê digel van guherîna cihê hindir bibiryar, hevseng bigirin. Ji bibiryariya cihê hindir re homeostazî tê gotin.


Hemû pergalên di zindiyan de hene ji bo hevsengiya wan e hindir xiranebe kar dikin. Wek mînak hevsengkirina şilaviyên laş, hevsengiya asîd-bazê, westarkirina germahiya laş, derkirina hêmanên ziyandar ji bo homesostaziya hindir xiranebe pêk tê.


9. Adaptasyon


Ji hemû tiştên ku alîkarî didin şansê zindî yê li hawirdorê zîndî mayîn û zayînê zêde be re adaptasyon tê gotin. Armanca adaptasyona ew e ku li hawirdorê şansê zindî yê zayînê û zindî mayînê zêde be.


Taybetmendiyên adaptasyona ji nîfşan derbasî nifşê din dibin.


10. Organîzasyon


Ji bo zindiyên yekşaneyî organizasyon bi hev re lihevkirî xebitîna tiştên hindirê şanikan e. Di zindiyên pireşaneyî de organîzasyon ji atom, molekul, organel, şanik, vehûn, organ (lebat), pergal û organîzma pêk tê.

di zindiyên pireşaneyî de organîzasyon

Zindiyên pireşaneyî de şanikên ji hêla erk û binyata xwe ve mîna hev dibin yek û vehûna pêk tînin. Vehûn jî dibin yek organa û organ jî pergala pêk tînin. Pergal jî encamê de organîzmayê çê dikin.


11. Zayîn


Zindî ji bo binemala xwe berdewam bikin têjeyên din çê dikin. Vî tiştê re jî zayîn tê gotin. Zayina zindiyan du cure ye; zayina bizayendî, zayina bêzayendî.


Zayîna bêzayendî de zindiyê bingeh têjeyên xwedî rakenda (genetîka) mîn xwe çê dikin. Ango rakenda têjeyan wek ya dê ye.


Zayîna bizayendî de bi yekbûna şanikên zayinê ên nêr û mêr têje çê dibin. Têjeyên bi zayîna bizayendî çê dibin him ji dê him jî ji bavê taybetmendiyan werdigirin. Bi vî awayê curbicuriya rakendî çê dibe.


12. Mezinbûn û Gihîştin


Di zindiyên yekşaneyî de mezinbûn ji hêla qebare û baristayê ve mezinbûna şanikê ye. Zindiyên pireşaneyî de jî bi zêdebûna jimara şanika û zêdebûna qebareyê mezinbûn pêk tê.


Bi demê re beşên zindî cuda dibin û ji hêla fonksiyonan ve digihîjin. Ji vê re jî gihîştin tê gotin.

Comentários


bottom of page