Teyrê Li Ser Milê Qîz û Bûkan
Di sedsala 20an de, li welatê Serhedê gelek dengbêjên girîng derketine û ji wan her yekî ji li pey xwe gelek şagirt hiştîne. Yên wek ku em bêjin ji Dengbêjê Mezin, Homerosê kurdan Evdalê Zeynikê perwerde bûye bigirin heya ku şagirtên şagirtê Evdal û Gula Fille perwerde bûne gelek dengbêjan bi rêya devkî; çand, wêje û dîroka gelê kurd gihandine nivşên nû.
Ji nav wan dengbêjên Serhedê yên mezin de yek jî Dengbêj Ferzê ango Ferzende ye. Bi agahiyên anha destê me de em nizanin Dengbêj Ferzê kîjan salê hatiye dinyayê lê em dizanin ku Ferzê ji Mûşê gundê girêdayî Melazgirê yê bi navê Kavir tê dinyayê. Bi texmînî bûyîna Ferzê di serê sedsala 20an de dibe.
Dengbêj Ferzê perwerdeya dengbêjî li cem Evdalê Zeynikê werdigire û bi dengbêjî li Serhedê nav dide. Wexta Ferzê wiha bi dengbêjîyê deng vedide rîya wî û dengbêjekî mezin ê Serhedê, Resoyê Gopala, rastî hev tê.
Resoyê Gopala jî wek Mîrê Dengbêjan tê zanîn û aliyê dengbêjîyê va hostayê nemir dengbêj Şakiro ye. Reso piştî rastî Ferzê dibe ji wî aliyê dengbêjiyê va gelek tiştan hîn dibe, dikeve bin bandora Ferzê û vê yekê van gotinên li ser dengbêj Hecî Sîno û Ferzê de wiha dide zanîn:
“Ne ku dengbêjîya Hecî Sîno kêm e. Lê Hecî Sîno li ber Ferzê kêm bû. Dema Ferzê kilam digot ez li ber wî mîna mar zirav dibûm, bandora meqamên wî li min çêdibû.”
Wexta mirov li ser dengbêjan lêkolînan dike tê dîtin ku li gelek derê dengbêj Ferzê wek hostayê Resoyê Gopala tê nîşandan. Hin kes ji ber ku wexta Reso rastî Ferzê dibe temenê Ferzê ji Reso mezintir bûye Reso wek şagirtê Ferzê nîşan didin, hinek jî ji sedema wan gotinên Reso ên li jor wî dibêjin Reso şagirtê Ferzê ye. Lê bi rastî kurê dengbêj Reso Ebdulkerîm, hostayên bavê xwe wek Evdoyê mamê Reso, Welo yê bavê Reso û Ahmedê birayê Reso nîşan dide.(3)
Dengbêj Ferzê di jîyan xwe de li ser gelek dengbêjan mîna ku Reso û Şakiro bandor dihêle. Li gor hinek çavkaniyan di sala 1951an de li Mûşê di jiyana xwe ji dest dide. Ev bûyer wiha dibe:
Di sala 1951an li gundê wan dawetê dibe. Berîya dawetê gelek kes ji ber ku Ferzê were dawetê û bi dengê xwe yî delal ji wan re bistrê dawetnameyê jê re dişîne. Ji wanê dawetname ji Ferzê re dişînin yek jî Zekiyê Lawê Mîralî ye. Ferzê roja dawetê wek ku her car amadekariyên xwe dike û diçe dawetê. Dawet destpê dike û li ser re derbas dibe, wexta bûk derdikeve holê mirov destên xwe diavêjin şeşagirên xwe gula davêjin. Wê navberê de mirov ferq dikin ku guleyek ji wan serê Ferzê ketiye. Ferzê bi şaşigira Zekiyê Lawê Mîralî birîndar dibe û jiyana xwe ji dest dide.
Gelek mirov derbarê “mirina Ferzê dawetê de bûye” li hev dike lê derbarê sala mirina wî û gelo Zekiye Lawê Mîralî ew bizanebûn kuşt an xeletî de li hev nakin. Ji bo sala mirina wî hinek kes 1950, hinek 1951 û hinek kes jî 1930 nîşan didin. Ji bo mirina wî xeletî bû an bizanebûn bû de jî tu agahî tinne ku li ser wekhevî çêbe.
Piştî mirina Ferzê, Resoyê ji wî re hevaltîyeke nêzîk kiribû û him jî hevkar û hemdemê wî li ser Ferzê kilamekî derdixîne.
“Xasê digo Nazê
Nazê digo Bîlnazê
Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Gulnazê
Korê ax...
Korê de rabe ezê bi Melazgirê bi
gundê Kevir biketama
Wê bi zeviya ketim way way way
Sibeyê min dêhna xwe dayê
Du heb siwar derketin derê Ferzen
Şahê Dengbêjan
Teyrê ser milê qîz û bûkan wî
De bavê Mihemed Salih namekê
Didane destan
Digo li gundê Kevir dawet e
Keremke were kambax a vê dawetê
Way way way
Min dît Ferzende bavê Mihemed
Salih Şahê Dengbêjan
Li malê li Boa siwar bû
Dikete binya mala go sê cara
Di bin da kinî sivêr ketî
Xasê diçû pêşîyê digo bavo tu neçe
Kambaxa dawetê
Digo lawo tu nizanî gotina bapîrê min e
Co sefer ji bavê berê de ji mala
Bavê te tê way way way
....”
Çavkanî:
Kevirbirî, Filîtê Quto, Nefel, Stockholm 2002
Beğik, Dengbêj Resoyê Gopala (jîyan û berhem), Zanîngeha Mardîn Artûklûyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn 2013
Comments