top of page

Xanima Bilambe Florence Nightingale


Florence Nîghtîngale, jînenîgarî

Florence Nîghtîngale li Îtalya, Floranceê di sala 1820î de wek keça duyemîn a malbata Wîllîam Edward û Frances Nightingale dihê dinê.


​Nav

Florence Nîghtîngale

Pîşe

Perestar, Vesazîparêza Civakî, Statîstîkzan

Jiyan

12 Gulan 1820-13 Gelawêj 1910

War

Bûyin Îtalya-Mirin Îngîlistan

Çendek piştî bûyinê di sala 1821î de malbata wê vedigere Îngîliztanê. Li wir jiyaneke baş ji bo wê destpê dike û bavê wê Wîllîm Edward perwerdeyê dide wê. Bavê wê bi waneyên dîrok, wêje û fîlozofîyê rê nîşanê wê dide. Bi bandora vê perwerdehiyê Nîghtîngale hê di temenekê biçûk de matematîkê de gelekî pêş ve diçe û di xwendin û nivîsandina fransî, elmanî, yewnanî û latînî de serkeftî dibe.


Di jiyana wê de tiştekî ku hêz daye serkeftinên wê yên paşerojê jî ew e ku biçûktiya xwe de Nîgthîngale qe qîma xwe bi rolên keşneşopî ên rêveberiya kar û barên malê neaniye. Li şûna van karan wê fîlozofên mezin xwendiye û bi bavê xwe re di nav gotûbêjên polîtîk û civakî de maye. Ango ji rolên ku wê demê ji bo jina asayî dihat xuyan zêdetir pirs û pirsgirêkên mezin bala wê kişandiye.


Ji be ku bandora malbata wê ya yekxwedanas ew jî bin bandora olê de maye û di olê de rihetiyeke mezin ditiye. Heta di 16 saliya xwe de bûye yek ji wan çend kesên “Bangewazî Ji Xweda”. Nîgthîngale a biçûk bangewziyên xwe bo kêmkirina janên mirova dixebitîne.


Alîkî bandora olê û alîkî jî bandora xwendinên wê yên li ser fîlozofîyê dike ku di wan dema de bibe perestar. Ji ber ku perestarî him ji bo mirovahiyê û him jî bo xweda karkirinê re guncaw dihat xuyan jê re. Lêbelê, herçiqas li hogir û kesên nexweş ên li milkê malbata wê de kirêdar nehêrî be jî malbata wê nahêle ew bibe perestar. Ji ber ku malbata wê perestariyê ji bo jineke bejna wê de re neguncaw dibine.


Lê Florence Nîghtîngale dest jê bernade û ligel şertên malbatê di Tirmeha 1850yî de dikare ji bo perwerdehiya du heftan xwe li saziya Qeşejinên Protestan a Elmanya yê bide nivîsandin. Pîştî vê di sala 1851an de Nîghtîngale ji bo sê mehan dîsa xwe di vê saziyê de dide nivîsandin. Florence Nîghtîngale di vê saziyê de hînê karînên bingehîn ên perestariyê, girîngiya çavdêrîkirina nexweşan û girîngiya baş rêkxistina nexweşxaneyê dibe.



Di sala 1853an de Nîghtîngale bi rêya têkiliyên civakî li Londonê dibe di saziya “Xanimên Rûmetdar (perwerdekar) ên Nexweş û Rewşên Dijwar de” dibe zêrevan. Bi vê jî cara yekem ji hawîrdora malbatî dûr dikeve. Ango ji bandora malbatê xilas dibe. Li wê saziyê lênihêrînên perestariyê, şertên xebatê û bandora nexweşxaneyê pêş ve dibe. Lê salek şunda Nîghtîngaleê ji bo him bikaribe xizmetên xwe bike û him jî zanînên xwe ya warê perestariyê de pêş ve bibe dixwaze li Kîngs College Hospîtal a Londonê bibe zêrevan. Di wê navberê de bûyereke polîtîk diqewime û planên Nîghtîngale diguherin.



Sala 1853an de di mijara ciyên pîroz û temsîlkirina krîstiyaniyan de nakokiyên Osmanî û Rûsyayê mezin bûn û bûne sedema şêr. Herwiha şerê Kirimê destpê kir. Di vê şerê de Rûsya ji Osmaniyê bihêztir bû û beriya vê di bûyera Mehmet Elî Paşa yê waliyê Misirê de hatibû xuyan ku dewleta Osmanî gelek jar bûye. Ev yek ji bo Îngîlistan, Elmanya û dewletên Avrûpayê bû sedema tirşe. Ev dewletan tirsiyan ku Rûsya dewleta Osmanî ji holê rake û di Avrûpayê de hêz bigire, ji wan hêztir bibe. Ji ber vê yekê dewletên wek Îngîlistan, Elmanya di şer de aliyê Osmaniyan de cî girtin. Wan jî leşkerên xwe şand şerê li hember Rûsyayê.


Sekreterê şêr ê Brîtanyayê bi nameyekî xwest ku Florence Nîghtîngale wek seroka komeke perestarên jin ji bo birîndaran binerin bihê Stendolê. Nîghtîngale piştî vê nameyê dihê Stenbolê û di şer de li birîndara dinêre. Di dema şêr de Nîghtîngale her şev di destê wê de lambeyek, di nav birîndaran de diçe û tê û wan dinêre. Ji ber vê çendek şunda navê wê lêdikin “Xanima Bilambe”. Xebatên Florence Nîgtîngale ên di şêr de rojnameyan de dihên nivîsandin û Nîghtîngale dibe sembola şêr.



Florence Nîghtîngale piştî şerê Kirimê vedigere Îngîliztanê û li wir Sitî Vîctorya û Mîrza Albert re derbarê hewcehiya nûkirina rêkxistina leşkerî ya Brîtanyayê diaxive. Nîghtîngale li nexweşxaneya Barrackê derbarê karkirina nexweşxaneyê, sedemên nexweşî û mirina, berhemdariya perestar û karmendên tenduristiyê de gelek baş agahiyan qeyd dike. Pîşt re lîjneyeke mîrnişîn ku hemû peyden xwe ji statîstîkên Nîghtîngale derdixe hat ava kirin. Herwiha di warê tibbî û leşkerî de reformek pêkhat.



Di sala 1855an de wek nîşaneya rêzgirtin û spasdariyê bo Nîghtîngale gencînîyek hat çêkirin. Bi rêya bexşandinê ev gencîne mezin bû û di sala 1859an de Nîghtîngale bi vê gencineyê dibistana perestariyê ava kir.


Nîghtîngale paşê pirtûka xwe ya girîng a bi navê “Notên Li Ser Perestariyê: Çi ye û Çi Nîn e” weşand.

Comments


bottom of page