top of page

Xapxapok


 

“Xapxapok

Delalok

Ca were

Min bihere malê”


kuş, yalıçapkını

Di dîrokê de mirovan gelek wate dane çivîkan û li ser wan çîrok, destan, mîtolojî yên cûrbecûr derxistine. Cûk hinek ciyê de bûne Simûrg, hinek ciyê de bûne Huma anjî Zumrudu Anka. Me Kurda jî wek milletên din hîn wate dane çivîkan. Ji wan yek jî Çîroka Xapxapok de derdikeve pêşiya me.


Wexta em piçûk bûn, li Serhedê, me jî hev re Çîroka Xapxapok ê digot. Di çîrokê de Xapxapok çivîkek e. Peyvika “Xapxapok” jî, ji “Xapandin” ê tê. Li gor çîrokê çûkek heye ku her dem zarokan dixapîne û hingî zarok xapandiye jî jê re Xapxapok tê gotin. Ji ber ku mirov dikare mînakên vê çîrokê di nav wêjeya klasîk a dinyayê de bibîne ev çîrok gelek girînge. Anha ji ber ku di nav re gelek wext derbas bûye û ez li herêma Serhedê dûr im, û li der û dora min kesekî vê çîrokê dizane tinne ez nikarim orjînala çîrokê li vir binivîsim. Lê ji ber ku derbarê çîrokê de tiştên girîng li bîra min de he ye hewce nake em çîrokê hemû binivîsin.


Kurtasî ya çîrokê wiha ye:


Di dewrên berê de, li nav çîya û newalên mezin de çivîkek hebûye. Ev çivîk bi rengê xwe, pûrta xwe û awaza xwe gelek bedew bûye. Wexta mirov ew didît bala mirova gelek bi bedewî û xweşikiya wê kişandiye.


Ev çivîk ne wek çivîkên din bûye û wexta mirov nêzîkê wê bûne dîtine kî ji mirova nareve heya ku mirov nêzîkî wê dibe. Lê wexta ku mirov gelek nêzîkê wê dibe, hinek dimîne ew ê ji xwe re dest bixe difire û çend gavê jî dûr diçe û dîsa disekine bi dengekî xweş bang dike. Her wiha wek bi efsûnî be mirov li pey wê diçe. Lê vê çivîkê çi wextê yek wiha biketa li pey wê, ew hildida dibir li ser çîyakî de diavît. Ji ber vê mirova navê wê lêkirî bû Xapxapok.


Rojekî di herêmê, li malekî du hew zarok li malê xwe derdikevin derve, li der û dorên malan dileyîzin. Gelek dileyîzin û çawa dibe nizanin ji mala xwe dûr dikevin. Di nav daran, çil û çiyan de rêya xwe winda dikin. Dikin nakin nikarin rê ya ku hatine bibînin û vegerin mala xwe. Wexta rê ya malê digerin rastî Xapxapok ê tên. Xapxapok bang dike dibêje wan ez ê rê ya malê nîşanê we bidim, we bibim malê. Zarok dikevin pey Xapxapok ê, ew ê bigrin lê her ku nêzîk dibin wê bigrin Xapxapok her car difire û dîsa diçe çend gav dûrê wan disekine, bi awaza xwe ya efsûnî bang dike. Bi awayekî wiha Xapxapok zarokan dixapîne, tîne li ser zinarekî mezin. Li ser zinar zarok wek her car nêzîkê Xapxapok ê dibin da ku ew ê bigrin lê Xapxapok carekî de difire û zarokan li ser valahiya zinar de diavêje.


Li gor vê çîrokê wexta zarok li malên xwe dûr dikevin, li çolê winda dibin Xapxapok carekî de derdikeve pêşiya wan û bang dike. Li zarokan zû bi zû nareve û bi bangeke xweş bala zarokan dikişîne. Ew dem zarokên rê ya mala xwe winda kirine gazî Xapxapok ê dikin dibêjin,


“Xapxapok

Delalok

Ca were

Min bihere malê”


Dibe ku ev çîrok jî aliyê mezina ji bo ku zarok bitirsin û ji malên xwe dûr nekevin hatibe gotin lê ez ji bo çavkaniya wê tiştekî nizanim. Wexta piçûktî, piştî van çîrokan em li dûr ê malan digerîyan hîn caran me hew dizanibû çend çivîkên me didît dişibîne Xapxapok an. Ji ber ku zû bi zû ji mirova ne direvin û wexta mirov nêzîkê wan dibûn difirin, hinek wê de diçûn dîsa disekinîn. Herwiha me zaroka tirsa, xwe ji wan çivîka ji dûr jî dixist da ku me nebin li ser çîyan de nevêjin.

 



0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page